Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên nelatînî
Wekî dihê zanîn, hemû zimanên cîhanê bi alfabeya latînî nahên nivîsin. Ji ber vê yekê, parastina awayê orîjînal yê nivîsîna hemû navan ne mimkin e. Gava ku mirov berginda tîpên nelatînî bi alfabeyeka latînî binivîse, di warê bilêvkirinê da hin problem dikarin derkevin.
Navdêrên taybetî ji wan zimanên ku alfabeyên wan ne latînî ne, gelek caran di wan zimanan da ku bi tîpên latînî dihên nivîsîn jî bi awayên cuda dihên nivîsîn û bilêvkirin.
Weha xuya ye ku rêya herî pratîk û minasib ew e ku mirov xwe bispêre dengan û berginda wan dengan di alfabeya latînî da binivîse. Lê dîsan jî pêwîstî bi hin sîstemên transkrîpsîyonê yên navneteweyî heye ku di vî warî da dikarin rênîşandêr bin.
Ji bo nivîsîna kurmancîyê rêya herî baş ew e ku mirov bilêvkirinê ji xwe ra bike bingeh. Divê ku mirov di vî warî da li sîstemên transkrîpsîyonê yên navneteweyî binêre. Loma navên ku ji wan zimanan hatine wergirtin ku tîpên latînî bi kar naînîn, divê ku bi tîpên alfabeya kurmancîyê yên bergindên dengên wan navan bihên nivîsîn. Dengên ku bergindên wan di alfabeya kurmancîyê da nînin jî divê ku bi wan tîpên kurmancîyê bihên nivîsîn ku ji bedêla wan dihên bikarînan.