Kanûna Paşîn - 2018

Komxebata Kurmancîyê

Komxebata Kurmancîyê bi înîsîyatîfa Weqfa Mezopotamyayê ava bûye. Di pêkînana Komxebatê da hem nûnerîya çar parçeyên Kurdistanê li ber çavan hatiye girtin hem jî girîng hatiye dîtin ku Komxebat ji wan kesan pêk bihê ku di warê zimanî da pispor in û her weha bi xebatên xwe yên li ser zimanê kurdî dihên naskirin.

Ev Rêbera ku li vê derê dihê pêşkêşkirin, encama heft civînên (ji 14.03.2015an heta 12.07.2017an) vê Komxebatê ye. Navên beşdarên Komxebatê, li gel pisporî, herêm û hejmara wan ya beşdarîya civînan li jêrê dihên pêşkêşkirin.

Komxebata Kurmancîyê ji van kesan pêk dihê:

  1. Dr Bahîz Omer Ehmed (zimannas, Zanîngeha Dihokê, Kurdistana Başûrî-6)
  2. Bahoz Baran (zimannas, Kurdistana Bakurî-7)
  3. Behrûz Şucaî (zimannas, Kurdistana Rojhilatî-6)
  4. Deham Evdilfeteh (zimannas, Kurdistana Rojavayî-5)
  5. Dilawer Zeraq (lêkolîner, Kurdistana Bakurî-7)
  6. Dr Dilbirîn Evdila, (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Kurdistana Başûrî-4)
  7. Dr Dilşad Eli Mihemed Qeredaxî (zimannas, Zanîngeha Silêmanîyeyê-1)
  8. Dr Evdilwehab Xalid Mûsa, (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Kurdistana Başûrî-6)
  9. Eşref Keydanî (lêkolîner, Kurdistana Bakurî-2)
  10. Dr Ferîdûn Evdil Mihemed (zimannas, Zanîngeha Silêmanîyeyê-1)
  11. Mahmûd Lewendî (lêkolîner, Kurdistana Bakurî-5)
  12. Dr M. Malmîsanij (zimannas, Zanîngeha Artukluyê, Kurdistana Bakurî-7)
  13. Mehdî Jafarzadeh (lêkolîner, Kurdistana Rojhilatî-7)
  14. Mihemed Teqewî (lêkolîner, Kurdistana Rojhilatî-5)
  15. Mistefa Aydogan (zimannas, Kurdistana Bakurî-7)
  16. Dr Mîkaîl Bilbil (zimannas, Kurdistana Bakurî-7)
  17. Newzad Hirorî (zimannas, Kurdistana Başûrî-5)
  18. Dr Sebah Reşîd Qadir (zimannas, Zanîngeha Raperînê, Kurdistana Başûrî-1)
  19. Samî Tan (zimannas, Kurdistana Bakurî-6)
  20. Dr Şoreşvan Adil (zimannas, Zanîngeha Zaxoyê, Kurdistana Başûrî-3)
  21. Zana Farqînî (zimannas, Kurdistana Bakurî-7)
  22. Dr Zulkuf Ergun (lêkolîner, Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê, Kurdistana Bakurî-7)

Weqfa Mezopotamyayê

Ji bo rastnivîsîneka standard

Ziman di axaftinê da û di nivîsînê da bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku mirov wekî dipeyive, nanivîse. Zimanê axaftinê bi dengan peyda dibe û bi bihîstinê dihê wergirtin. Lê zimanê nivîsînê bi nîşanên grafîkî pêk dihê û bi bînahîyê dihê wergirtin. Loma dihê gotin ku axaftin zimanek e ku ji bo guhan e û nivîs jî zimanekî din e ku ji bo çavan e. Ji ber vê yekê ye ku gelek kes zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê hema hema wekî “du zimanên cuda” jî dihesibînin.

Gava ku mirov dipeyive, gelek awa hene ku hem alîkarîya derbirînê dikin hem jî alîkarîya têgihîştinê dikin. Ji ber ku mirov bi jest û mîmîkan, bi nîşandana hisên xwe, bi rawest û vehesê, bi guvaşa hin kîteyan, bi bilindkirin û nizimkirina dengê xwe û hwd dixebite ku alîkarîya axaftinê bike û pê ra şertên têgihîştineka rast peyda bike.

Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û her weha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal -çi yên ku xwe bispêrin rêzimanê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê- şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe. Rê li ber têgihîştinên şaş venabe. Her weha naveroka zimanê nivîskî jî bi mebesta xwe ra guncayî dihê ragihandin.

Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsantir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê da lihevhatinên wan yên civakî hene. Lewra mirov weha dihizire ku rêberên rastnivîsînê yên van cureyên zimanan dê ji rêzkirina qayîdeyan pêk bihên û yên ku karê nivîsînê dikin jî ji bo nivîsîneka li gor qayîdeyên lihevkirî, dikarin li wan binêrin û pêgirîya wan bikin. Di vê çerxa teknîka enformasyonê da êdî ev qayîdeyên rastnivîsînê wekî bernameyên rastnivîsînê di komputeran da jî bicihkirî ne. Heger daxwazên ji bo guherînê hebin jî minaqeşeyên wan bi awayekî din dihên kirin û heta gihîştina encamekê, ango heta ku li ser wan pirsan lihevhatineka civakî peyda nebe, qayîdeyên tesbîtkirî bi awayekî giştî nahên pêpeskirin. Ji bo nivîsîna rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha, helbet pêwîstî dê bi şirove, ravekirin û argumanên zêde tune be. Lewra wan qonaxên weha bi awayekî giştî li dû xwe hêlane.

Her weha divê bihê dîyarkirin ku di rêberên rastnivîsîna zimanên weha da, mirov li gel mijarên rastnivîsînê yên adetî, mijarên mîna raçandina tekstê, nivîsên taybetî, tablo, dîyagram, nîşanên kêmnas, sembolên fonetîkê, di komputeran da nîşanên taybetî, vavêrtina alfabetîk, ji bo nivîsîna di komputeran da rêyên pratîk,nivîsîna çavkanî û referansan, nîşanên rastkirinê û hwd jî dibîne ku êdî ew jî di vê çarçoveyê da dihên qebûlkirin.

Ji bo zimanên ku nivîsîna wan zêde bi pêş neketiye û qayîdeyên wan yên rastnivîsînê cara yekem dihên nivîsîn jî problem dê hinde ne zêde bin.

Kurmancî bi xwe, nakeve nava her du kategorîyan jî. Ji ber ku rewşeka kurmancîyê ya taybetî heye, rêbera wê ya rastnivîsînê jî di vê qonaxê da dê li gor vê rewşa taybetî be. Pir eşkere ye ku di rewşeka weha da amadekirina rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê ne karekî hêsan e. Ji ber ku nivîsîna kurmancîyê di van sih salên dawî da -bi saya îmkanên teknolojîyê jî- bi qasî ku mirov nikare bide ber tu demên din têrbelav e. Lê her beşekî kurmancîaxêvan li parçeyên welatê xwe yên cuda di bin tesîra zimanên dewletên serdest yên cuda da ye û rastnivîsîna wan zimanên serdest, bivê nevê, tesîrê li awayê nivîsîna kurmancîya wan jî dike.

Hin kurmancîaxêv jî hene ku li welatên cîhanê yên cuda dijîn. Loma pir normal e ku kurmancîaxêvên weha di bin tesîra zimanên wan welatan da bimînin û rastnivîsînên zimanên wan welatan bi awayekî xurt tesîrê li awayê nivîsîna wan jî bikin. Ji ber vê yekê, ne dûrî aqilan e ku kurmancîaxêv -çi pê bihesin çi jî pê nehesin- di bin tesîra wan zimanan û wan rastnivîsînan da li rastnivîsîna kurmancîyê binêrin.

Gelek nivîskarên kurmancîyê tevî ku li welatê xwe ne jî di bin tesîra rastnivîsîna zimanên xwe yên bîyanî yên din da ne. Nimûneyên rastnivîsînê yên cuda di berhemên wan da xwe didin der. Hin nivîskar jî bi temamî bi tesîra devokê xwe dinivîsin. Herçî kitêbên dersan in jî ji hevûdin cuda cuda ne. Di her kovar û rojnameyeka me da, mirov pir bi hêsanî dikare behsa qayîdeyên cuda bike. Di medyaya dîjîtal da em hertim bi van cudayîyên nivîsîna kurmancîyê ra rû bi rû dibin. Kitêbên rastnivîsînê yên ku berî niha hatine weşandin jî ji cudayîyan ne bêpar in. Di dezgehên me yên weşanê yên din da jî standardên cuda xuya dibin. Heta, di warê tîpên alfabeya kurmancîyê da jî cudayî hene.

Ji ber gelek problemên din û van sedemên dîyarkirî, gava mijar kurmancî be, ji bo rêbereka rastnivîsînê, pêwîstî dê bi şirove, arguman, nimûne û ravekirinan jî hebe. Heger di warê rastnivîsînê da problemên navbirî tune bûna, pêwîstîya me jî dê ne bi argumanan ne bi şiroveyan ne jî bi ravekirinan hebûya.

Lê wekî ku dihê zanîn, di warê rastnivîsîna kurmancîyê da problem pir in. Di warê peydakirina hizireka hevbeş û lihevkirineka civakî da endîşeka mezin heye. Loma di vê qonaxê da ji bo yeqînî û piştrastîyê û peydakirina hizireka hevbeş, di nivîsîna rêbereka rastnivîsînê da pir normal e ku mirov hin caran xwe bispêre dengnasî û manenasîyê, zorê bide sînorên rêzimanê yan derbasî nava sînorên fonetîkê û hwd bibe.

Herçî xalên rastnivîsînê ne, hin tişt hene ku mirov dikare li ser wan li hevûdin bike. “Gelo em apostrofê bi kar biînin yan na?” yan jî “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?” û hwd nimûneyên wan xalan in ku mirov dikare li ser wan li hevûdin bike.

Lê hin tişt jî hene ku ji bo lihevkirinê ne qabil in; ango mirov nikare li ser wan li hevûdin bike. “Bila nêr û mê di kurmancîyê da bimînin yan na?” yan “Gelo em êdî dest ji ergatîfîyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin. Ji ber ku ew di xwezayîya kurmancîyê da bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Loma gava ku em bixwazin bi vî zimanî binivîsin, divê ku em pêgirîya wan bikin.

Divê bihê zanîn ku pêwîstîya nivîsîna kurmancîyê bi standardekê heye û ji bo standardekê jî qayîdeyên rastnivîsînê şert in.

Ji bo nivîsîna vê rêberê, me ji 14.03.2015an heta 12.07.2017an li Mêrdîn, Dîyarbekir û Stenbolê heft civîn pêk înan.

Bingehê minaqeşeyên her heft civînan kitêba Mistefa Aydoganî (Rêbera Rastnivîsînê) bû. Loma rojeva her heft civînan jî bi awayekî giştî xwe spartiye xalên naveroka vê kitêba navbirî.

Divê bihê zanîn ku di her xalê da ew awayên heyî yên cuda hatin minaqeşekirin ku di axaftin û nivîsîna kurmancîyê da dihên bikarînan.

Beşdarên Komxebatê bi awayekî giştî li ser bingehê lihevkirinê gihîştine vê encamê. Lê li gel wê jî divê bihê dîyarkirin ku li ser hin xalan bîr û rayên cuda hebûn.

Hêvîya me ew e ku pêgirîya vê rêberê bihê kirin û bi vî awayî nivîsîna kurmancîyê serrasttir bibe û her weha tiştên ku dihên nivîsin jî zelaltir û fambartir bibin.

Komxebata Kurmancîyê

1. Alfabe

Tîpên alfabeya kurmancîyê

Di alfabeya kurmancîyê da 31 tîp hene.

Girdek: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z

Hûrdek: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z

Dengdêr: a e ê i î o u û

Nedengdêr: b c ç d f g h j k l m n p q r s ş t v w x y z

Bilêvkirina tîpên nimînendeyên nedengdêran

Bilêvkirina 23 nedengdêrên alfabeya kurmancîyê bi vî awayî ye:

B (be), C (ce), Ç (çe), D (de), F (fe), G (ge), H (he), J (je), K (ke), L (le), M (me), N (ne), P (pe), Q (qe), R (re), S (se), Ş (şe), T (te), V (ve), W (we), X (xe), Y (ye), Z (ze)

Alfabeya tîpgotinê

Herçî alfabeya kurmancîyê ya tîpgotinê ye, ango alfabeya tîp bi tîp gotinê ye, maneya wê ew e ku gotinek tîp bi tîp û her tîpeka wê jî bi alîkarîya navên mirovan dihê bilêvkirin.

Armanc ji alfabeyên weha ew e ku gotin bi awayekî zelal bihê dîyarkirin û bi vî awayî rê li ber têgihîştinên şaş bihê girtin.

Navên ku ji bo alfabeyê bi kar dihên, bi awayekî hatine hilbijartin da ku ev armanca navbirî bi hêsanî pêk bê.

Hemû navên mirovan yên vê alfabeyê dukîteyî ne. Ev navên dukîteyî bi nêrîneka weha hatine tesbîtkirin da ku di navbera navên jin û mêran da ji alîyê hejmarê ve nûnerîyeka wekhev peyda bibe.

Tîpgotina li gor navên mirovan

Rêz Tîp Nav
1AAzad
2BBerfîn
3CCîhan
4ÇÇîya
5DDildar
6EEvîn
7ÊÊvar
8FFerzende
9GGulçîn
10HHêvî
11IIdrîs
12ÎÎskan
13JJîyan
14KKawa
15LLaleş
16MMizgîn
17NNewroz
18OOmo
19PPola
20QQenco
21RRobîn
22SSerdar
23ŞŞîlan
24TTîrêj
25UUrfî
26ÛÛsif
27VVîyan
28WWelat
29XXunav
30YYekbûn
31ZZelal

3. Kîtekirin

Maneya kîtekirina di nivîsê da ev e; gava ku beşê bêjeyekê di rêzê da hilneyê, bi bendikekê ve dihê veqetandin û beşê veqetandî dadikeve rêza piştî wê.

Bendik piştî beşê bêjeyê yê yekem dihê danîn û divê ku di navbera bendikê û beşê yekem da tu valayî tune be. Ango bendik bi beşê bêjeyê yê yekem ve ye.

Armanca kîtekirina di nivîsê da jî wekhevkirina dirêjîya rêzan e. Divê ku dirêjîya hemû rêzan di kêleka nivîsê ya rastê da bi qasî hevûdin be, da ku nivîs xweştir xuya bike.

Kîtekirin di esilê xwe da, di xwendinê da navbirek e, her weha astengek e jî. Ji ber vê yekê, heta ku ne pêwîst be, ya baş ew e ku mirov kîtekirinê neke. Lewra gava ku ev navbir zêde bibe, pir mimkin e ku ew tesîreka neyînî li xwendinê bike. Gava ku hejmara kîtekirinê zêde bibe, xwendina nivîsê jî dibe ku dijwartir bibe.

Di dema me da, êdî piranîya nivîsan di komputeran da dihên nivîsîn û gelek caran dihê xwastin ku hêla rûpelan ya rastê rast be. Di rewşeka weha da bivê nevê, kîtekirin ferz dibe û hingê divê ku bernameya nivîsînê vî karî li gor hin prensîpan bike. Divê ku ev prensîp zelal bin û di bernameyê da hatibin bicihkirin da ku bername jî li gor tiştên bicihkirî karê kîtekirinê pêk biîne.

Gava ku kîtekirin pêwîst be, divê ku bi awayekî weha bihê kirin ku tesîreka zêde neyînî li xwendinê nebe.

Divê ku her du beşên bêjeya kîtekirî bi serê xwe bihên bilêvkirin.

3.1 Qayîdeyên kîtekirinê

Bi giştî du prensîpên kîtekirina bêjeyên sade hene:

  1. Prensîpa yeknedengdêrî (prensîpa yekkonsonantî)
  2. Prensîpa morfolojîk an jî prensîpa movika bêjeyan

Kîtekirina bêjeyên sade

1. Prensîpa yeknedengdêrî (yekkonsonantî)

Ji bo vî awayê kîtekirinê, prensîpa mekanîk jî dihê gotin. Di vî awayî da, ya bingehîn ew e ku beşê bêjeyê yê piştî bendikê bi nedengdêrekê (konsonantekê) dest pê dike. Yên ku li gor vî awayî dikin, kîtekirinê di cihekî bêjeyê da pêk diînin ku tîpa nimînendeya nedengdêrekê ya li alîyê bendikê yê rastê dadikeve rêza piştî bendikê.

defte-ra, def-tera, hes-pê, hes-pên, kur-dên, zaro-kê, za-rokê, zaro-kên

Helbet armanc xweştirkirina xwendinê ye lê divê ku mirov lê miqate be da ku ev awayê ha têgihîştinê dijwartir neke. Lewra ev awa hin caran dikare bibe sedem ku bêje di tixûbên xwe yên xwezayî da, di movikên xwe û gireyên îzafeyê da yan jî di gireyên din da ji hevûdin veneqetin.

gu-har, hes-pê, miş-kê, ma-şik û hwd

Di prensîpa yekkonsonantî da, ya bingehîn ew e ku bêje di tixûbê kîteyê da bihê kîtekirin û ev tixûb dibe ku hin caran ne tixûbê bêjeyê yê xwezayî be. Loma gava ku mirov bixwaze pêgirîya tixûbên xwezayî bike, ya baş ew e ku mirov kîtekirina bêjeyên sade li gor vê prensîpê pêk neîne.

2. Prensîpa morfolojîk yan jî prensîpa movika bêjeyan

Di vê prensîpê da, ya bingehîn ew e ku bêje li gor tixûbên morfemên xwe bihên dabeşkirin. Ji bo vê yekê, divê ku mirov li avabûna bêjeyan binêre û bêjeyên sade berî gireya tewangê yan jî gireya îzafeyê dabeş bike. Lewra movikên wan yan jî tixûbên wan li wê derê dîyar in û mirov bi hêsanî dikare wan ji hevûdin veqetîne.

bêje-ya, bêje-yek, bêje-yê, defter-a, defter-ên, hesp-ên, hesp-in, kurd-ên, kursî-ya, kursî-yên, mişk-ê, zarok-ên

Di bêjeyên li gel pêşgiran da jî tixûbekî xwezayî heye.

bê-bav, bin-dest, da-weşîn, da-xistin, hil-dan, ne-mir, ne-yar, pê-nûs, pê-xistin, ra-kişîn, ve-qetîn, vê-ketin û hwd.

Gava ku tixûbên bêje û pêşgiran dîyar bin, kîtekirin dibe ku di navbera du tîpên nimînendeyên dengdêran da jî bihê kirin. Lê şertê kîtekirina du tîpên nimînendeyên dengdêran ew e ku divê ev her du tîp yên kîteyên cuda bin.

bê-êş, bê-ar, lê-înan, bê-aqil, dû-ajo, bê-av, bê-alî, ve-înan û hwd

Her weha di bêjeyên li gel paşgiran da jî tixûbekî xwezayî heye.

rê-baz, saz-bend, reş-bîn, ferman-dar, civat-gêr, hestî-koj, xeter-nak, birîn-pêç, rast-go, mêr-kuj, aştî-xwaz, bira-za, gul-dank, deyn-dar

Gava ku tixûbên bêje û paşgiran dîyar bin, kîtekirin dibe ku di navbera du tîpên nimînendeyên dengdêran da jî bihê kirin. Li vê derê jî şertê kîtekirina du tîpên nimînendeyên dengdêran ew e ku divê ev her du tîp yên kîteyên cuda bin.

dû-ajo, bombe-avêj, ga-ajo, ker-ajo, pê-alês, sol-alês û hwd

Kîtekirina bêjeyên nesade

Ji bo bêjeyên nesade, tixûbekî wan yê xwezayî heye. Ew jî tixûbê navbera bêjeyên sade ye. Loma bêjeyên hevedudanî di movikên hevedudanîyê da; ango di tixûbên wan bêjeyan da ji hevûdin dihên veqetandin ku bêjeyên hevedudanî pêk diînin.

Ya herî baş ew e ku bêjeyên hevedudanî bi awayekî weha ji hevûdin bihên veqetandin ku wekî ew ne bêjeyên hevedudanî bin. Bendika kîtekirinê jî piştî movika hevedudanîyê dihê danîn.

çav-ga, dil-xweş, kum-sor, nav-no, pêş-ketin, ser-dan, ser-hişk, ser-mezin, xanî-sor, xem-revîn

Prensîpa morfolojîk yan jî prensîpa movika bêjeyan weha dike ku di nivîsîna kurmancîyê da, bêje ji kirasê xwe yê kurmancîyê dernekevin. Bi vî awayî rê li ber alozî û şaştêgihîştinan jî dihê girtin. Lê gava ku mirov neşê tixûbê navbera bêjeyên hevedudanî yan jî tixûbê navbera pêşgiran yan jî paşgiran û bêjeyeka sade nas bike, pêgirîya prensîpa morfolojîk jî dijwar dibe. Tew heger bêje bi esilê xwe bêjeyeka bîyanî be û mirov ne serwextê etîmolojîya wê be, hingê dijwarîya wê zêdetir dibe. Ji ber ku mirov di rewşên weha da tixûbê bêjeyan nas nake, mirov nikare pêgirîya prensîpa morfolojîk jî bike. Di rewşên weha da mirov dikare kîtekirinê li gor prensîpa yekkonsonantî bike.

Ji vê jî dihê famkirin ku mirov di kîtekirinê da li gor rewşên cuda dikare ji her du prensîpên navbirî yekê tercîh bike.

3.2 Kîtekirin li ku nabe?

Di sernivîsan da:

Li Afrîkayê Xela Heye Pêncî û Şeş Salîya Komara Mehabadê

Di navdêrên taybetî da:

Elî, Gulistan, Mîrza, Mîran, Serdar, Şivan û hwd

Di kurtkirinan da:

CD, dm, DVD, FIFA, km, TV, UEFA, YE û hwd

Di hejmaran da:

1639, 1957, 2011, 265 000

Di nivîsîna tarîxan da:

21.03.2011

Di nivîsîna pîvanan da:

m/s, km/h, km2, oC, GB, kB, MB, TB

Hejmar û nîşan bi hevûdin ra:

% 25, +35, -29, 1000 GB, 2 TB, 1Ω, 224V, 20A

Di bêjeyên yekkîteyî da

derd, kurd, tirk, germ, bend, zeng, deng û hwd

Di nivîsîna navnîşanên malperan da:

http://www.kurdlib.org

http://www.svenskaakademien.se

http://www.un.org

Di nivîsîna navnîşanên posteya elektronîk da:

[email protected]; [email protected]; [email protected]

Navên bajar û bajarokên Kurdistanê

Kurdistana Bakurî

Agirî, Avkevir, Bazîd, Dutax, Gîyadîn, Panos, Xamûr, Zêdkan

Bedlîs, Adilcewaz, Hîzan, Motkan, Norşîn, Tetwan, Xelat

Çewlîg, Azaxpêrt, Bongilan, Çêrme, Dara Hênê, Gêxî, Kanîreş, Korxol

Colemêrg, Çelê, Gever, Şemzînan

Dêrsim, Çemişgezek, Mêzgir, Pêrtag, Qisle, Pilemurîye, Pilûr, Xozat

Dîlok (Entab), Ereban, Bêlqis, Çinçin, Îslahîye, Qirqamîş, Kele, Komirlî, Mezmaxor, Tixbişar

Dîyarbekir, Bismil, Çêrmûg, Çinar, Erxenî, Gêl, Farqîn, Hezro, Hênê, Karaz, Licê, Pasûr, Pîran, Şankuş

Batman (Êlih), Heskîf, Hezo, Kercews, Qabilcewz (Sason), Qubîn

Erdexan, Çildir, Dêmal, Mêrdînik, Posof, Xanek

Erzirom, Aşqele, Avnîk, Azort, Bardiz, Çat, Çêrmik, Gogsî, Hesenqele, Îspîr, Norgeh, Oltî, Qereçoban, Tatos, Tawûsker, Tortim, Xinûs/Kela, Xoresan

Erzingan, Ciminî, Êgin, Gercan, Îliç, Mose, Kemax, Qerequlax, Têrcan

Îdir, Başan, Qulp, Têşberûn

Kilîs, Elîyê Mentarê, Girê Mirad, Ispenaq

Meletî, Arguwan, Arxa, Aywalî, Çermiktî, Darende, Erebgîr, Hekîmxan, Keferdiz, Meletîya Kevin, Mihacir, Qela, Şîro, Wêranşar

Meraş, Afşîn, Albistan, Andirîn, Bazarcix, Cela, Cerîd, Goksûn, Kurdoxlî, Nûrheq

Mêrdîn, Dêrik, Kerboran, Mehsert, Midyad, Nisêbîn, Qosar, Rişmil, Stewr, Şemrex

Mûş, Dêrxas, Gimgim, Kop, Milazgir, Têlî

Qers, Cilawûz, Dîgor, Qaxizman, Sarîqamîş, Selîm, Şûregel, Zarûşad

Riha, Bêrecûk, Curnê Reş, Heran, Hewag, Kanîya Xezalan, Pirsûs, Serê Kanîyê, Wêranşar, Xelfetî

Semsûr, Aldûş, Bêsnî, Cêlikan, Kolik, Semsat, Serê Golan, Sincik, Tût

Sêrt, Dihê, Hewêl, Misirc, Şêrwan, Tilo, Xisxêr

Sêwaz, Axvanîs, Bilekan, Dîwrîg, Ezbider, Gemerek, Gurin, Hefîk, Maciran, Norxan, Qenqal, Qolhîsar, Şarqişla, Tecer, Tonus, Tozanî, Zara

Şernex, Basan, Cizîr, Elkê, Hezex, Qileban, Silopya

Wan, Artemêt, Bazîdaxa, Bergirî, Elbak, Erdîş, Miks, Qelqelî, Şax, Westan, Xawesor, Xoşab

Xarpêt, Axin, Baskîl, Dep, Keban, Maden, Mîyaran, Palo, Qowancîyan, Xuleman, Xûx

Kurdistana Başûrî

Dihok, Akrê, Amêdî, Sêmêl, Şêxan, Zaxo

Helebçe, Pêncwîn, Seyidsadiq, Şarezûr

Hewlêr, Bineslawe, Çoman, Dîbege, Dîyana, Gelale, Giwêr, Hacî Omeran, Koye, Mexmûr, Mêrgesor, Qerac, Qesrê, Soran, Rewandiz, Selahedîn, Şeqlawe, Xebat

Kerkûk, Hewêce, Daqoq, Dubis

Mûsil, Mexmûr, Şingal, Tilehfer, Tilkêf

Silêmanî, Çemçemal, Derbendîxan, Dûkan, Kelar, Kifrî, Mawet, Pişder, Qeredax, Ranye, Şarbajêr, Xaneqîn

Kurdistana Rojhilatî

Îlam, Asmanawa, Awdenan, Bedre, Çerdawil, Çewar, Dêliran, Dirêşar, Eywan, Melikşay, Meyme, Mêran, Mûrmûrî, Serawbax, Şêrwan, Zerênabad, Zerne

Kirmanşan, Bêstûn, Ciwanro, Gêlan, Hersîn, Himeyl, Kengawer, Kirin, Kûzeran, Mayeşt, Newsûd, Nodşe, Pawe, Qesirşîrîn, Riwanser, Sehne, Selas, Serpêlê Zehaw, Sunqur, Şabad, Tazeabad

Sine, Bane, Bazirgan, Bîcar, Dîwandere, Kamyaran, Merîwan, Qurwe, Sahib, Seqiz, Sewlawa

Urmîye, Biradost, Bokan, Çaldiran, Deştebêl, Dîlmeqan, Enzil, Kotol, Makû, Mehabad, Mêrgever, Mihemedyar, Miyandav, Nazlû, Nexede, Pîranşar, Poldeşt, Qerezîyaedîn, Rebet, Selmas, Serdeşt, Soma, Şahîndij, Şino, Şot, Tikab, Tirgever, Xoy

Kurdistana Başûrê Rojavayî

Hisîça, Amûd, Dêrik, Dirbêsî, Qamîşlo, Serê Kanîyê, Tirbespî

Efrîn, Bilbilê, Cindirês, Kobanî, Mabetan, Raco, Şeran, Şîyê

Navên welat, paytext û yekeyên pereyan

Welat Paytext Pere Kurt
Afrîkaya BaşûrîPretoryarandZAR
Albanya/ArnawidistanTîranlekALL
AlmanyaBerlînewroEUR
AndoraAndora-la-VelaewroEUR
AngolaLûandakwanzaAOA
ArjantînBuenos Aîrespesoyê arjantînîARS
AwistralyaKanberradolarê awustralyayîAUD
AwisturyaVîyanaewroEUR
AzerbeycanBakûmanatAZM
BahamaNasaûdolarê bahamayîBSD
BehreynMenamedînarê behreynîBHD
Belarûs/Rûsyaya SpîMînskrubleyê belarûsîBYB
BelçîkaBrukselewroEUR
BengladeşDakkatakaBDT
BermûdaHamîltondolarê bermûdayîBMD
BolîvyaSukrepesoyê bolîvyayêBOB
BosnîyaSarayevomarkaBAM
BrezîlyaBrezîlyarealBRL
BrûneyBender Serî Begawandolarê brûneyêBND
BulgaristanSofyalevBGL
BûrmaRangûnkyatMMK
ÇadNcamenafrankê afrîkayîXAF
ÇekyaPragkronayê çekîCZK
CezayîrCezayîrdînarê cezayîrîDZD
CîbûtîCîbûtîfrankê cîbûtîyîDJF
ÇînPekînyûanCNY
DanîmarkaKopenhagkronê danîmarkîDKK
Dewletên Yekbûyî yên AmerîkayêWaşingtondolarUSD
DomînîkanSanto Domîngopesoyê domînîkanîXCD
EfxanistanKabulefxanîAFA
EkwadorQuitodolarê amerîkayîUSD
EndonezyaJakartarûpîIDR
Erebistana SiûdîRîyadrîyalê siûdîSAR
ErîtreyaEsmerenakfaERN
ErmenistanRewandramAMD
EstonyaTalînewroEUR
EtyopyaAddîs AbababîrETB
FîlîpînManîlapesoyê fîlîpînîPHP
FilistînXezzedînarê urdunî û şekelJOD û ILS
FînlandaHelsînkîewroEUR
FransaParîsewroEUR
GambîyaBanjûldalasîGMD
GanaAkkracedîGHC
GîneKonakrîfrankê gîneyîGNF
Gîneya BissaoyîBissaofrankê afrîkayîXOF
Gîneya EkwatorîMalabofrankê Afrîkaya NavînXAF
Giravên FalklandêStanleypaundê giravên falklandîFKP
GrînlandaGodthab (Nuuk)kronê danîmarkîDKK
GuatemalaGuatemala CitykûetzalGTQ
GurcistanTiflîslarGEL
GuyanaCorctawndolarê guyanayîGYD
HaîtîPorto-PrensgûrdeHTG
HindistanDelhîrûpîyê hindistanîINR
HollandaAmsterdamewroEUR
HondûrasTegûsîgalpalempîraHNL
HongkongHongkongdolarê hongkongîHKD
ÎngilistanLondrapaund (sterlîn)GBP
ÎranTehranrîyalê îranîIRR
ÎraqBexdadînarê ÎraqîIQD
ÎrlandaDublînewroEUR
ÎslandaReykyavîkkronê îslandayîISK
ÎsraîlÛrşelîm/QudsşekelILS
ÎtalyaRomaewroEUR
JamaîkaKîngstondolarê jamaîkayîJMD
JaponyaTokyoyenJPY
KamboçyaPhnom Penhrîelê kamboçyayîKHR
KamerûnYaûndefrankê afrîkaya navînîXAF
KanadaOttawadolarê kanadayîCAD
Kap VerdePrayaeskûdoCVE
KenyaNaîrobîşîlîngê kenyayîKES
KolombîyaBogotapesoyê kolombîyayîCOP
Komara Afrîkaya NavînBangîfrankê afrîkaya navînîXAF
Kongo-BrazavîlleBrazavîllefrankê afrîkaya navînîXAF
Kongoya DemokratîkKînşasazaîreCDF
Koreya BakurîPîyongyangwonê koreya bakurîKPW
Koreya BaşûrîSeûlwonê koreya başûrîKRW
KosovaPrîştînaewroEUR
Kosta RîkaSan Josekolonê kosta rîkayîCRC
KubaHavanapesoyê kubayîCUP
KuweytKuweytdînarê kuweytîKWD
LaosVîyangşankîp       LAK
LetonyaRîgalat       LVL
LîberyaMonrovyadolarê lîberyayîLRD
LibnanBeyrûtlîreyê libnanîLBP
LîbyaTrablûsa Rojavayîdînarê lîbyayîLYD
LîtwanyaVîlnîyuslîtas     LTL
LuksembûrgLuksembûrgewro    EUR
MacaristanBûdapeştforîntê macarîHUF
MadagaskarAntananarîvofrankê madagaskarîMGA
MakedonyaUskupdînarê makedonyayîMKD
MalawîLîlongwekwaçaMWK
MaldîvaMalerûfîyaaMVR
MalezyaKuala LumpurringgitMYR
MalîBamakofrankê afrîkayîXOF
MaltaVallettaewroMTL
MeksîkaMeksîko Citypesoyê meksikayîMXN
MexribRabatdirhemê mexribîMAD
Mîrgehên Erebî yên YekbûyîEbû Debîdirhemê mîrgehîAED
MisirQahîrelîreyê misirîEGP
MoldovaKîşînevleyê moldovayîMDL
MonakoMonakoewroEUR
MontenegroPodgorîsaewroEUR
MorîtanyaNûakşotouguiyaMRO
MoxolistanÛlan BatortogrogMNT
MozambîkMapûtometicalMZM
NamîbyaWîndhûkdolarê namîbyayîNAD
NepalKatmandûrûpîyê nepalîNPR
NîjeryaAbujanairaNGN
NîkaraguaManaguagold cordobaNIO
NorweçOslokronê norweçîNOK
OzbekistanTaşkentsomê ozbekîUZS
PakistanÎslamabadrûpîyê pakistanîPKR
PanamaPanama CitybalboaPAB
ParagûayAsunsîyongûaranîPYG
Perava AcêYamûsûkrofrankê afrîkaya navînîXOF
PerûLîmanuevo solPEN
PolonyaWarşowazlotiPLN
Porto RîkoSan Jûandolarê amerîkayîUSD
PortugalLîzbonewroEUR
QazaxistanAstanatengeKZT
QeterDoharîyalê qeterîQAR
QibrisLefkoşeewroEUR
QirxizistanBîşkeksomê qirxizistanîKGS
RomanyaBukreşleuROL
RûsyaMoskovarubleyê rûsîRUR
RwandaKîgalîfrankê rwandayîRWF
SalvadorSan Salvadordolarê amerîkayîUSD
Samoaya AmerîkayîPango PangodolarUSD
Samoaya RojavayîApyatalaWST
San MarînoSan MarînoewroEUR
Sao Tome û PrînsîpeSao TomedobraSTD
SenegalDakarfrankê afrîkayîXOF
ŞîlîSantîyagopesoyê şîlîyîCLP
SîngapûrSîngapûrdolarê sîngapurîSGD
SirbistanBelgraddînarê sirbîYUM
SlovakyaBratîslavaewroEUR
SlovenyaLyublyanaewroEUR
SomalyaMogadîşûşîlîngê somalîSOS
SpanyaMadrîdewroEUR
Srî LankaSrî Jayawardenapura (Kotte)rûpîyê srî lankayîLKR
SûdanXertûmdînarê sûdanîSDD
SurînamParamarîbodolarê sûrînamîSRG
SûrîyeŞamlîreyê sûrîSYP
SwazîlandMbabanelîlangenîSZL
SwêdStokholmkronê swêdîSEK
SwîsreBernfrankê swîsrîCHF
Syerra LeoneFrîtawnleoneSLL
TacikistanDuşenbesomonSM
TanzanyaDodomaşîlîngê tanzanîTZS
TaylandBangkokbahtTHB
TaywanTaypêdolarê taywanîTWD
TirkîyeEnqerelîreyê tirkîTL
TirkmenistanEşqabadmanatê tirkmenîTMM
TogoLomefrankê afrîkayîXOF
TûnisTûnisdînarê tûnisîTND
TuvaluFunafutîdolarê awistralyayîAUD
ÛgandaKampalaşîlîngê ûgandayîUGX
ÛkraynaKîevgrîvnaUAH
UmanMesqetrîyalê umanîOMR
UrdunEmandînarê urdunîJOD
ÛrûgûayMontevîdeopesoyê ûrûgûayîUYU
VanuatuPort VîlavatuVUV
VatîkanVatîkanewroEUR
VenezuelaKarakasbolîvarVEB
VîetnamHanoîdongVND
XirwatistanZagrebkûnaHRK
YemenSenarîyalê yemenîYER
YûnanistanAtînaewroEUR
ZambîyaLûsakakwaçaZMK
Zelandaya NûWellingtindolarê zelandayîNZD
ZîmbabweHararedolarê zîmbabîZWD

Navên gel/netewe û zimanan

Navên gel/neteweyan û zimanên wan bi hûrdekê dest pê dikin û bi awayekî giştî weha dihên nivîsîn: gel/netewe + î

Hin nimûne:

Gel/Netewe Ziman
almanalmanî
arnawidarnawidî
asûrîasûrî
baskbaskî
belûçbelûçî
çekçekî
çerkezçerkezî
ereberebî
ermenermenî
farisfarisî
fransizfransizî
hindîhindî
îngilîzîngilîzî
japonjaponî
katalankatalanî
kurdkurdî
macarmacarî
ozbekozbekî
rûsrûsî
sirbsirbî
slovakslovakî
slovenslovenî
spanyolspanyolî
suryansuryanî
tirktirkî
yûnanyûnanî

Navên hêlan

Navên hêlên sereke ev in:

bakur, başûr, rojava, rojhilat

Navên hêlên nesereke:

bakurê rojavayî, bakurê rojhilatî, başûrê rojavayî, başûrê rojhilatî

Ev ya ku di dawîya navên hêlên nesereke da heye, nîşana tewanga navdêrên zayendnêr e, ne nîşana rengdêrbûnê ye. Ji ber ku navên hêlan ji alîyê zayendê ve nêr in, loma gava ku rêzimana kurmancîyê tewandinê ferz dike, divê li gor zayenda nêr bihên tewandin. Gireya tewanga zayendnêran jî ye. Heger mirov bibêje ku “Min berê xwe da rojhilatî”, dîyar e ku hêl e û ya dawî jî gireya tewangê ye. Lê heger mirov bibêje; “Ez rojhilatî me”, hingê dîyar e ku ya dawî nîşana rengdêrbûnê ye. Ji xwe, ferqa navbera wan di guvaşê da jî dîyar dibe. Lewra di hevoka “Min berê xwe da rojhilatî” de, “rojhilatî” navdêreka tewandî ye û guvaş li ser kîteya “la”yê ye: “rojhilatî”. Lê di hevoka “Ez rojhilatî me” da, “rojhilatî” rengdêr e û guvaş li ser kîteya dawî ye: “rojhilatî”.

Lê em di wê bawerîyê da ne ku awayê hêsantir û pratîktir ew e ku em jî wekî gelek zimanên din bikin û xwe bispêrin yektêgihîyê û weha binivîsin: bakurrojava, bakurrojhilat, başûrrojava, başûrrojhilat.

  • Navên hêlan heger ne navdêrên taybetîbin, bi hûrdekan dest pê dikin.
  • Zayenda hemû hêlan “nêr” e.

(hêlên sereke):

bakurê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanê

(hêlên nesereke):

bakurrojavayê Kurdistanê, bakurrojhilatê Kurdistanê, başûrrojavayê Kurdistanê, başûrrojhilatê Kurdistanê

Hêl wekî navên deveran

Zayenda hêlên ku wekî navên deveran dihên bikarînan, mê ye û tîpa wan ya destpêkê jî bi girdekê dihê nivîsîn.

Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn, Rojhilata Nêzîk

Ev hemû wekî navên deveran/herêman hatine hesibandin, loma “-a”ya îzafeya zayenda yekhejmara “mê”ya nasyar li dawîya wan hatiye danîn.

Heger bêjeyên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û hwd navên deveran, herêman, bajaran, welatan û hwd bi xwe bin, hingê divê ku tewanga wan jî li gor zayenda bihê nivîsîn.

Ez dê biçim Bakurê. Ez li Bakurê sê rojan mam.

Ez dê biçim Başûrê. Ez ji paytextê Başûrê hatim.

Ez dê biçim Rojavayê. Ez dê vegerim Rojavayê.

Ez dê biçim Rojhilatê. Ez li Rojhilatê sê rojan mam.

Navên rojan

Navên rojan ev in:

yekşem, duşem, sêşem, çarşem, pêncşem, înî, şemî

Navên rojan di kurmancîyê da bi hûrdekan dest pê dikin.

Gava ku mijar rojeka taybetî be, tîpa navê rojê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Çarşema Reş, Çarşema Sor

Navên demsalan

Navên her çar demsalên salê ev in:

bihar, havîn, payîz, zivistan

Navên demsalan bi hûrdekan dihên nivîsîn.

Gava ku mijar navê demsaleka taybetî be, tîpa wê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Bihara Erebî

Navên mehan

Navên mehan li gor demsalan ev in:

Mehên zivistanê: kanûna pêşîn, kanûna paşîn, sibat

Mehên biharê: adar, nîsan, gulan

Mehên havînê: hezîran, tîrmeh, tebax

Mehên payîzê: îlon, çirîya pêşîn, çirîya paşîn

Navên mehan li gor rêzê:

  1. kanûna paşîn
  2. sibat
  3. adar
  4. nîsan
  5. gulan
  6. hezîran
  7. tîrmeh
  8. tebax
  9. îlon
  10. çirîya pêşîn
  11. çirîya paşîn
  12. kanûna pêşîn

Navên mehan bi hûrdekan dihên nivîsîn.

Gava ku mijar navê meheka taybetî be, tîpa wê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Îlona Reş

Tîpa ducare û awarte

Tîpa ducare di morfemên kurmancîyê yên sade da tune ye. Divê ev jî bihê dîyarkirin; kêm bêje hene ku bi heman awayî dihên nivîsîn lê cuda dihên bilêvkirin û her weha maneyên wan jî cuda ne. Bilêvkirina wan ya cuda ji ber wê yekê ye ku tîpên nimînendeyên van dengan di alfabeya kurmancîyê da eynî ne. Mimkin e ku bêjeyên weha di nivîsînê da bibin sedemên şaştêgihîştinan. Di rewşên weha da divê ku mirov xwe bispêre kontekstê û loma jî pêwîst nake ku mirov tîpeka wan ducare binivîse.

ber (kilîm)berr
birîn (= qut kirin)birrîn
ker (= yê/ya ku nabihîze)kerr
pir (= gelek)pirr

Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî

Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanê erebî, di kurmancîyê da bi tîpekê dihên nivîsîn. Ji ber vê yekê ye ku kurmancîya van bêjeyên ji zimanê erebî weha dihê nivîsîn:

جَبّارcebbar cebar
جَدّceddced
جَنَّةcennetcenet
جَرّاحcerrahcerah
جدِّيciddîcidî
دَلّالdellaldelal
دِقَّةdîqqetdîqet
أَنفيَّةenfîyyeenfîye
أَوَّلewwelewel/ewil
فَنّfennfen
حَبّhebbheb
حَجّhecchec
هَدِيَّةhedîyyehedîye
حَلّhellhel
حَمّالhemmalhemal
حَمّامhemmamhemam
حَقّheqqheq
حَسّاسhessashesas
حِسّhisshis
حِصَّةhissehise
مَحَلَّةmehellemehele
مُدَّةmuddetmidet
مُعَلِّمmuellimmielim
مُحَمَّدMuhemmedMihemed
مُحَقَّقmuheqqeqmiheqeq
مُكَلَّفmukellefmikelef
مُكَمَّلmukemmelmikemel
مُكَرَّرmukerrermikerer
مُقَدَّسmuqeddesmiqedes
مُرَكَّبmurekkebmirekeb
مُشَرَّفmuşerrefmişeref
قَصّابqessabqesab
قَوّادqewwadqewad, gewad
رَبّRebbReb
رَدّreddred
رَقّاصreqqasreqas
صَلاحِيَّةselahiyyetselahîyet
صَرّافserrafseraf
سَيّارseyyarseyar
سَيّدseyyidseyîd
صِحَّةsihhetsihet
شَدَّةşeddeşede
شَفّافşeffafşefaf
شَلّالşellale  (bi erebî şellal e)şelale
شِدّةşiddetşidet
تَبَسُّمtebessumtebesim
تَحَكُّمtehekkumtehekim
تَحَمُّلtehemmultehemil
تَلَفُّظteleffuztelefiz
تَمَنٌيtemennîtemenî
تَمُّوزtemmûztemûz
تَنَفُّسteneffustenefis
تَنَزُّلtenezzultenezil
تَرَدُّدtereddudteredid
تَسَلّيtesellîteselî
تَصَرُّفteserrufteserif
تَصَوُّفtesewwuftesewif
تَصَوُّرtesewwurtesewir
تَشَبُّثteşebbusteşebis
تَشَكُّلteşekkulteşekil
تَشَكُّرteşekkurteşekir
تَوَلُّدtewelludtewelid
طَيّارَةteyyareteyare
طِبّtibbtib
وَاللهwelleh (bi erebî wellah e)weleh
غَدّارxeddarxedar
خَطّاطxettatxetat

Tîpên ducare yên bêjeyên ji zimanên ewropayî

Tîpên bêjeyên zimanên ewropayî yên ducare jî di kurmancîyê da bi tîpekê dihên nivîsîn.

Hin nimûne:

Awayê bîyanîAwayê kurmancî
assimilationasîmîlasyon
assistantasîstan
intellectuelentelektuel
classiqueklasîk
collectionkoleksîyon
collectifkolektîf
commandokomando
commissionkomîsyon
communicationkomunîkasyon
communismekomunîzm
millimètremîlîmetre
millionmîlyon
missionmîsyon

Di van rewşan da morfemên sade biparêze

a) Gava ku bi pêşgirekê bêjeyeka nû bihê çêkirin

Gava ku bêjeyeka nû bi pêşgirekê bihê çêkirin û ew pêşgir her bi tîpa destpêka morfema sade biqede, divê ku tîpa ducare bimîne.

bê + êl → bêêlmirovê bêêl
bê + êm → bêêmhespên bêêm
bê + êş → bêêşemelîyata bêêş
ne + erzan → neerzanqumaşekî neerzan

b) Li gel paşgira berawirdî

Gava ku paşgira berawirdî “-tir” bihê dawîya rengdêrekê ku tîpa wê ya dawî “t” ye, divê ku tîpa ducare bimîne.

 
kort + tirkorttirkortir
rast + tirrasttirrastir
sert + tirserttirsertir
xurt + tirxurttirxurtir

Divê ku [d]ya berî [t]yê bihê parastin.

 
bilind + tirbilindtirkortir
merd + tirmerdtirmertir
rind + tirrindtirrintir

Gava ku ji du bêjeyan bêjeyeka nesade bihê çêkirin

Dema ku ji du bêjeyan bêjeyeka hevedudanî dihê çêkirin û tîpa dawîya navdêrê û ya destpêka lêkerê eynî bin, divê her du tîp jî bihên nivîsîn.

 
dest + tengdesttengdesteng/desteng
kiras + sorkirassorkirasor
ser + rûtserrûtserût
yek + kîteyekkîteyekîte
ziman + nasîzimannasîzimanasî

Di navdêrên lêkerî da

Dema ku navdêr û lêkerek bi hevûdin ra navdêrekê pêk diînin û tîpa dawîya navdêrê û ya destpêka lêkerê eynî bin, divê her du jî bihên nivîsîn.

 
agir rijandinagirrijandinagirijandin
dar rakirindarrakirindarakirin
li ber rabûnliberrabûnliberabûn
şer rawestandinşerrawestandinşerawestandin

Nivîsîna bêjeyên ku bi “-stan”ê dihên çêkirin

Di kurmancîyê da paşgira “-stan”ê heye ku bi wê, bêjeyên nû dihên çêkirin. Her weha navên gelek welatan jî bi vê paşgirê dihên çêkirin. Ango gava ku “-stan” dihê dawîya navê gelekî yan jî neteweyekî, dibe navê welatekî. Ji bo hêsankirina bilêvkirina wê bêjeyê, dengdêra ku dikeve navbera wan ne [-î-] ye, lê [-i-] ye.

kurd + stan → Kurdstan → Kurdistan

Hin nimûne:

BûlgaristanBulgarîstan/Bûlgarîstan
EfxanistanEfxanîstan
ErebistanErebîstan
ErmenistanErmenîstan
GurcistanGurcîstan
HindistanHindîstan
KurdistanKurdîstan
PakistanPakîstan
TacikistanTacikîstan
TirkmenistanTirkmenîstan

Nivîsîna bêjeyên ku bi [i]yê dest pê dikin û bi [i]yê diqedin

Bêjeyên kurmancîyê bi awayekî giştî, ne bi [i]yê dest pê dikin ne jî bi [i]yê diqedin. Ango fonotaksa kurmancîyê destûrê nade ku [i] ne di dawîya bêjeyên kurmancîyê da ne jî di destpêka wan da hebe.

Hin daçekên wekî “bi”, “ji”, “li”, “di … (ra)”yê û cihnava “çi”yê li derveyî vê qayîdeyê ne.

Bêjeyên ji zimanên bîyanî hatine wergirtin ku bi [i]yê dest pê dikin, [i]ya wan ya destpêkê dibe [î].

ibret→îbret

Ibrahîm→Îbrahîm

iflas→îflas

Ihsan→Îhsan

imkan→îmkan

imtihan→îmtihan

imtiyaz→îmtiyaz

imza→îmza

inkar→înkar

insaf→însaf

insan→însan

Ismaîl→Îsmaîl

işaret→Îşaret

Lê divê bihê dîyarkirin ku kurmancîaxêv gelek caran navên mirovan yên wekî Ibrahîm, Ihsan û Ismaîlî weha jî bi lêv dikin û dinivîsin: Birahîm, Hisan û Simaîl.

Nivîsîna hin bêjeyên bîyanî yên yekkîteyî ku di kurmancîyê da dibin dukîteyî

Hin bêjeyên bîyanî yên yekkîteyî ku bi du nedengdêran diqedin û ji alîyê dengrêzîya kurmancîyê ve neqebûlbar in, di kurmancîyê da bi danîna [i]yekê dibin dukîteyî.

aqilaql
fikirfikr
qebirqebr
qebizqebz
qedirqedr
qehirqehr
qesirqesr
qetilqetl
resimresm
sebirsebr
şikilşikl
şikirşikr
xemilxeml

Li gel îzafeyê divê ku [i] bihê parastin.

aqilê minaqlê min
fikira minfikra min
qebira minqebra min
qedirê minqedrê min
qehira minqehra min
qesira minqesra min
qetila wîqetla wî
resimê minresmê min
sebira minsebra min
şikilê wîşiklê wî
xemila texemla te

Di bêjeya nesade da jî divê ku [i] bihê parastin.

fikirpak

qedirgiran

qedirzan

şikirdar

şikilpîs

Nivîsîna [î]ya berî [y]yê

Bêjeya ku bi [î]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [î]ya wê nebe [i] û wekî xwe bihê nivîsîn. Ev [î]ya li vê derê behskirî di kurdîya zazakî û kurdîya soranî da jî wekî xwe dihê nivîsîn.

(azadî) azadîya Kurdistanêazadiya Kurdistanê
(derzî) derzîya minderziya min
(gundî) gundîyên megundiyên me
(kuştî) kuştîyên mekuştiyên me
(xanî) xanîyê mexaniyê me

Nivîsîna [ê]ya berî [y]yê

Bêjeya ku bi [ê]yê diqede û [y] lê dihê zêdekirin, divê ku [ê]ya wê nehê guhertin û wekî xwe bihê nivîsîn.

(dê) dêya mindiya min/ dîya min
(pê) pêyên minpiyên min/ pîyên min
(rê) rêya dirêjriya dirêj/ rîya dirêj

Peyvên dunavdêrî

Peyvên dunavdêrî ew curepeyv in ku ji du navdêran pêk dihên û li dû hevûdin dihên gotin û nivîsîn. Lê divê ku her du navdêr ji hevûdin cuda bihên nivîsîn û [û]ya gihanek di navbera wan da bihê danîn.

ba û baran, dev û diran

Rêzbûna peyvên dunavdêrî her çend ji ber hin rewşên cuda dibe ku biguhere jî di nivîsîna peyvên dunavdêrî da qayîdeya giştî ev e:

Peyva ku hejmara kîteyên wê kêmtir e, bi giştî berê dihê gotin û nivîsîn û ya din jî piştî [û]yê dihê gotin û nivîsîn.

ar û agir, ar û namûs, dem û dewran, dek û dolab, ehd û peyman, eşq û evîn, gend û gemar, kar û şixul, şer û pevçûn, zar û ziman

çûn û hatin, dan û standin, dîk û mirîşk, dost û dijmin, ken û girî, kêm û zêde, xêr û guneh

ap û birazî, xal û xwarzî, berf û baran, def û zirne, deşt û zozan, çerm û hestî, hûr û rovî, rext û fîşek, rih û simbêl, şîr û şekir, şûr û mertal, ta û derzî

Nivîsîna navdêrên taybetî yên bîyanî yên kes, bajar û deveran

Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên latînî

a) Navdêrên taybetî yên kes, bajar û welatan ku bi alfabeyeka latînî hatine nivîsîn, ji bilî yên ku di kurmancîyê da bi awayên din bi cih bûne, bi awayên xwe yên orîjînal dihên nivîsîn.

Alain Delon, Beethoven, Bordeaux, Buenos Aires, Cannes, Eddie Murphy, François Mitterrand, Gabriel García Márquez, George Bush, Hillary Clinton, Jean-Jacques Rousseau, Jean-Paul Sartre, John Steinbeck, Joyce, Martti Ahtisaari, Pierre Curie, René Descartes, Sophia Loren, William Shakespeare, Winston Churchill

b) Heger di navdêreka taybetî da tîpên mîna <ä, å, æ, ć, č, ğ, ö, ø, š, ś, ü>yê û hwd hebin ku di alfabeya kurmancîyê da nînin, ji bedêla wan ew tîpên alfabeya kurmancîyê dihên nivîsîn ku ji alîyê şikilên xwe ve herî nêzîkî wan in, yan jî ji bo dengên nêzîkî wan dengan hatine danîn.

ä, åa
æe
ć, čç
ğg
ö, øo
š, śş
üu

Ji ber vê yekê, ev navên nimûneyî weha dihên nivîsîn:

GöteborgGoteborg
Øvre Richter FrichOvre Richter Frich
ÅlesundAlesund
ÆrøEro
BorlängeBorlange
ŠumadijaŞûmadiya
ČačakÇaçak

Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên nelatînî

Wekî dihê zanîn, hemû zimanên cîhanê bi alfabeya latînî nahên nivîsin. Ji ber vê yekê, parastina awayê orîjînal yê nivîsîna hemû navan ne mimkin e. Gava ku mirov berginda tîpên nelatînî bi alfabeyeka latînî binivîse, di warê bilêvkirinê da hin problem dikarin derkevin.

Navdêrên taybetî ji wan zimanên ku alfabeyên wan ne latînî ne, gelek caran di wan zimanan da ku bi tîpên latînî dihên nivîsîn jî bi awayên cuda dihên nivîsîn û bilêvkirin.

Weha xuya ye ku rêya herî pratîk û minasib ew e ku mirov xwe bispêre dengan û berginda wan dengan di alfabeya latînî da binivîse. Lê dîsan jî pêwîstî bi hin sîstemên transkrîpsîyonê yên navneteweyî heye ku di vî warî da dikarin rênîşandêr bin.

Ji bo nivîsîna kurmancîyê rêya herî baş ew e ku mirov bilêvkirinê ji xwe ra bike bingeh. Divê ku mirov di vî warî da li sîstemên transkrîpsîyonê yên navneteweyî binêre. Loma navên ku ji wan zimanan hatine wergirtin ku tîpên latînî bi kar naînîn, divê ku bi tîpên alfabeya kurmancîyê yên bergindên dengên wan navan bihên nivîsîn. Dengên ku bergindên wan di alfabeya kurmancîyê da nînin jî divê ku bi wan tîpên kurmancîyê bihên nivîsîn ku ji bedêla wan dihên bikarînan.

Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên kirîlî

Navên ku ji zimanên bi alfabeya kirîlî hatine wergirtin, li gor bilêvkirinê, bi tîpên kurmancîyê dihên nivîsîn.

Aleksandr Îsayevîç Soljenîtsin, Aleksandr Sergeyevîç Pûşkîn, Anton Pavlovîç Çexov, Borîs Nîkolayevîç Yeltsîn, Leonîd Îlyîç Brêjnêv, Mîxayîl Aleksandrovîç Şoloxov, Mîxayîl Sergeyevîç Gorbaçov, Yevgenî Aleksandrovîç Yevtuşenko, Yûrî Andropov, Vladîmîr Pûtîn

Amûderya, Çîyayên Baykalê, Çîyayên Ûralê, Don, Gola Aralê, Gagra, Gola Balqaşê, Gola Baykalê, Lena, Sankt Petersbûrg, Sîrderya, Volga, Volgograd, Vorone, Voronej, Yaroslavl, Yenîsey Divê ku dengê [x]ya orîjînal bi tesîra hin zimanên din bi awayê [h]yê nehê bilêvkirin û nivîsîn.

ÇexovÇehov
MîxayîlMîhaîl
ŞoloxovŞolohov

Tevî ku navên wekî Dostoyevskîy, Çaykovskîy, Dmîtrîy, Jîrînovskîy û hwd bi [y]yê diqedin jî ew di nivîsîna kurmancîyê da bê [y]yê dihên nivîsîn.

Dmîtrî Medvedev, Fyodor Mîxaylovîç Dostoyevskî, Pyotr Îlyîç Çaykovskî, Vladîmîr Volfovîç Jîrînovskî

Nivîsîna navdêrên taybetî yên bi tîpên yûnanî

Navdêrên taybetî yên ku ji alfabeya yûnanî hatine wergirtin li gor bilêvkirinê, bi tîpên kurmancîyê dihên nivîsîn.

Demokrîtos, Heraklîtos, Ksenofon, Papandreû, Platon

Atîna, Helîkon, Mesta, Nestos, Olîmpîya, Olîmpos, Parnes Akselos, Patra, Rodos, Samos, Strîmonas, Vardar

Nivîsîna navdêrên taybetî yên çînî, japonî û koreyî

Navdêrên taybetî yên çînî, japonî û koreyî divê ku li gor bilêvkirinê, bi tîpên kurmancîyê bihên nivîsîn.

Herçî navdêrên taybetî yên din in ku ji berê da di kurmancîyê da bi cih bûne, ew bi awayên xwe yên bicihbûyî dihên bilêvkirin û nivîsîn.

Konfiçyus, Mao Zedûng, Çen Nîng Yang, Yasunarî Kawabata, Kenzaburo Owe, Taîşho, Yoşîhîto, Hîrohîto

Pekîn, Tokyo, Hîroşîma, Nagazakî, Altay, Natsume Sosekî, Kagoşîma, Kobe, Amagazakî, Şanghay, Yokohama, Seûl, Pyongyang, Sunçon, Şîntay, Mîwa, Ontake, Fûjî, Amûr, Îlî, Taedong, Bîwa, Şîkotsû, Saroma, Maşû, Yamanaka

Nivîsîna navdêrên taybetî yên hindî

Navdêrên taybetî yên hindî li gor bilêvkirinê û bi tîpên kurmancîyê dihên nivîsin.

Asam, Bihar, Bombay, Delhî, Gandî, Haryana, Karnataka, Kerala, Tac Mehel

Nivîsîna navdêrên taybetî yên erebî

Hin tîpên erebî û bergindên wan yên di alfabeya kurmancîyê da

Hin tîpên erebî hene ku bergindên wan di alfabeya kurmancîyê da tune ne. Divê ku ew tîp di kurmancîyê da li gor cedwela jêrîn bihên nivîsîn:

ErebîKurmancîNimûne
ثs, tkewser, serwet, mîrat, tebat
ذzzat, rezîl
صssebir, Salih
ضz, dzerer, tezmînat, Rîyad, zabit
طtTeha, Letîf
ظzzalim, Kazim
حhSalih, Hesen, heq
ع meaş, Elî, Mesûd, Nafî, Seîd
غxxerîb, Xefûr

Gava ku nivîsîna dengên erebîyê yên navbirî ji bo hin xebatên zanistî pêwîst be, nîşandekên tîpguhêzîyê dihên bikarînan.

Navên erebî yên kesan ku kurmancîaxêv jî li ser wan li hevûdin dikin yan jî wan navan li xwe dikin, bi awayên xwe yên di kurmancîyê da bi cih bûne û li gor alfabeya kurmancîyê dihên nivîsîn.

Baqî, Bedir, Behrî, Bekir, Beşîr, Binyamîn, Birhan, Cabir, Cahid, Cebar, Cemîl, Cemîle, Cewad, Cewdet, Dawid, Ehmed, Elîf, Emer, Erşed, Ezîz, Ezîze, Fadil, Farûq, Fehîm, Fehîme, Fehmî, Fetah, Fethila, Fethî, Fethîye, Fewzî, Fewzîye, Fexredîn, Fexrî, Fexrîye, Feyaz, Feysel, Hebîb, Hebîbe, Hekîm, Helîm, Helîme, Hemîd, Hemdî, Hemdîye, Henefî, Henîfe, Hesen, Hesîb, Haşim, Hikmet, Hisên, Qedrî, Qedrîye, Letîf, Letîfe, Leyla, Litfî, Litfîye, Mahir, Mecîd, Mihemed, Mehmûd, Meqbûle, Mimtaz, Minewer, Minîr, Mirad, Mistefa, Necîb, Necmedîn, Nedîm, Nesredîn, Nesrila, Nezîr, Nisret, Receb, Rehîm, Rehîme, Rehman, Remezan, Resûl, Reşad, Reşîd, Ridwan, Sadedîn, Sadiq, Sakîne, Salih, Sanîye, Selah, Sebrî, Sebrîye, Selahedîn, Selam, Selîm, Semîr, Senîha, Serwet, Seyîd, Sidqî, Sidqîye, Sibhî, Silêman, Siltan, Simayîl, Siûd, Şaban, Şehabedîn, Şefîq, Şemdîn, Şeref, Şerefedîn, Şerîf, Şerîfe, Şewket, Şêxmûs, Şikrî, Şikrîye, Tajdîn, Taha, Tahir, Wejdî, Wehab, Wehîd, Weqas, Wesfî, Wesfîye, Welî, Wedat, Weysî, Xalid, Xelef, Xelîl, Xezal, Yaqûb, Zahid, Zahir, Zekî, Zekîye, Zeynî, Zibeyde, Zibeyr, Zilkîf

Gelek navên erebî bi vê bêjeyê dest pê dikin: “ebd”. Di nivîsîna navdêrên taybetî da, ya kurmancîtir ew e ku mirov ji bedêla bêjeya “Ebd”ê (عبد) di kurmancîyê da “Evd”ê binivîse. Lewra ya yekem, tîpa berginda dengê [ع]ê di alfabeya kurmancîyê tune ye û ya duyem jî dengê [b]yê di bilêvkirina kurmancîyê da li gelek herêman hatiye guhertin û bûye [v].

EbdîEvdî
EbdulbaqîEvdilbaqî
EbdulbarîEvdilbarî
EbdulcebarEvdilcebar
EbdulezîzEvdilezîz
EbdulfettahEvdilfeteh
EbdulhekîmEvdilhekîm
EbdulhelîmEvdilhelîm
EbdulhemîdEvdilhemîd
EbdulletîfEvdilkerîm
EbdulkerîmEvdiletîf
EbdulmecîdEvdilmecîd
EbdulqadirEvdilqadir
EbdulwehabEvdilwehab
EbdulwehîdEvdilwehîd
EbdulxaliqEvdilxaliq
EbdurrehîmEvdirehîm
EbdurrezzaqEvdirezaq
EbdusselamEvdiselam

Navên navdarên kurdan ku bi tesîra awayê erebî, bi awayên cuda dihên nivîsîn, divê ku bi awayê kurmancîaxêvan û li gor alfabeya kurmancîyê bihên nivîsîn.

Ehmed el-Xanî / Ehmedî Xanî / Ahmedê XanîEhmedê Xanî
Seîd el-Nûrsî / Seîdî NûrsîSeîdê Nûrsî
Selah ed-Dîn el-Eyyûbî / Selaheddînî EyyûbîSelahedînê Eyûbî

Di nivîsîna navên wan bajar û welatan da ku bi zimanê erebî ne, divê ku mirov bi giştî xwe bispêre bilêvkirina kurmancîyê.

Behreyn, Cezayîr, Erebistana Siûdî, Filistîn, Îraq, Kuweyt, Libnan, Mexrib, Misir, Qahîre, Qeter, Sûrîye, Tûnis, Yemen, Bexda, Beyrût, Eman, Heleb, Ribat, Rîyad, Sena, Şam, Xertûm

Nivîsîna navdêrên taybetî yên farisî

Navdêrên taybetî yên farisî bi giştî li gor alfabeya kurmancîyê dihên nivîsîn.

Firdewsî, Hafizê Şîrazî, Refsencanî, Riza Pehlevî, Sîstanî, Xamêneyî, Xelxalî, Xeyam, Xumeynî

Çemê Karûnê, Demawend, Deryaya Xezerê, Elburz, Erdebîl, Îsfehan, Meşhed, Sehend, Tehran, Tewrêz, Xorasan

Hin navdêrên taybetî hem di farisî hem jî di kurmancîyê da hene ku ew jî li gor bilêvkirina kurmancîyê dihên nivîsîn.

Cîhan, Ferman, Gulnaz, Mehtab, Merd, Mîrza, Nahîd, Namî, Narîn, Nesrîn, Newzad, Peyman, Salar, Şahîn, Şehnaz, Yasemîn, Yekta, Zîwer

Nivîsîna hin bêjeyên bîyanî û îranî

Bêjeyên bîyanî yên ku ji zimanên ewropayî hatine wergirtin û di xalên jêrîn da nimûneyên wan dihên pêşkêşkirin, bi giştî bi awayê fransizîyê lê li ser bingehê bilêvkirinê dihên nivîsîn. Divê weha nehê famkirin ku hemû bêjeyên pêşkêşkirî ji fransizîyê ne. Lewra hin bêje hene ku ji yûnanîyê ne, hin bêje hene ku yekser ji latînîyê ne yan jî ji zimanên ewropayî yên din in. Ji bo nimûneyê, di kurmancîyê da “millennium” dihê bikarînan ku fransizîya wê “millénaire” e. Herçendî ev bêje bêjeyeka zimanê latînî ye jî kurmancîaxêvên ku ew di rêya îngilîzîyê ra yan jî di rêya tirkîyê ra wergirtîye, dîsan wê wekî îngilîzan bi lêv nakin û nabêjin [mıˈlɛnıəm] lê li gor qayîdeya bilêvkirina bêjeyên din yên kurmancîkirî, wê bi awayê “mîlenyûm”ê bi lêv dikin û dinivîsin. Ango di kurmancîkirina bêjeyên bîyanî da, pir normal e ku gelek caran bilêvkirinek peyda bibe ku ji ya zimanê xwe yê resen piçekî cudatir be.

Di nivîsîna li ser bingehê bilêvkirinê da, divê ku mirov li gel hin awayên bilêvkirinan ku di kurmancîyê da ji kevin da bûne adet, van xalan jî ji bîr neke:

a) Di nivîsê da tîp ducare nabe.

a**ss**imilation→a**s**îmîlasyon

barrage→ba**r**aj

ba**gg**age→ba**g**aj

pa**ss**age→pa*s*aj

ma**ss**age→ma**s**aj

me**ss**age→me**s**aj

cla**ss**icisme→kla**s**îsîzm

co**mm**unication→ko**m**unîkasyon

b) Tîpa <-e>ya dawîya bêjeyên fransizî nahê bilêvkirin û nahê nivîsîn.

baggage→bagaj

libéralism**e**→lîberalîzm

massage→masaj

messag**e**→mesaj

optimism**e**→optîmîzm

passage→pasaj

socialism**e**→sosyalîzm

c) ya wan bi awayê [f]yê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

diaphragme→dîyafragm

alphabet→alfabe

apostrophe→apostrof

paragraphe→paragraf

Aphrodite→Afrodît

ç) Kîteya <-que>ya dawîya bêjeyan bi awayê yê dihê nivîsîn.

acrobatique→akrobatîk

antique→antîk

bionique→bîyonîk

botanique→botanîk

dialektique→dîyalektîk

mécanique→mekanîk

musique→muzîk

-ium→-yûm

Bêjeyên bîyanî yên ku di dawîya wan da ev her sê tîp, ango “ium” hebin, ew di kurmancîyê da bi awayê “-yûm”ê dihên bilêvkirin û nivîsîn.

aluminium→alumînyûm

aquarium→akvaryûm

calcium→kalsîyûm

médium→medyûm

millennium→mîlenyûm

moratorium→moratoryûm

sanatorium→sanatoryûm

-ia-→-îya-

Bêjeyên bîyanî yên ku di dawîya kîteya wan ya yekem da “i” û di destpêka kîteya wan ya duyem da jî “a”- hebin, ev “-i-” û “-a-” di kurmancîyê da bi hevûdin ra bi awayê “-îya-“yê dihên bilêvkirin û nivîsîn.

dialogue→dîyalog

diabète→dîyabet

diagramme→dîyagram

dialecte→dîyalekt

dialektique→dîyalektîk

diaphragme→dîyafragm

diaspora→dîyaspora

piano→pîyano

-io-→-îyo-

Bêjeyên bîyanî yên ku di dawîya kîteya wan ya yekem da “i” û di destpêka kîteya wan ya duyem da jî “o”- hebin, ev “-i-“ û “-o-” di kurmancîyê da bi hevûdin ra bi awayê “-îyo-”yê dihên bilêvkirin û nivîsîn.

b**io**logie→bî**y**olojî

b**io**nique→bî**y**onîk

d**io**de→dî**y**od

-io-→-yo-

Bêjeyên bîyanî yên ku di kîteyên wan yên piştî kîteya yekem da “-i-” û “o” hebin, ev “-io” di kurmancîyê da bi hevûdin ra bi awayê “-yo-”yê dihên bilêvkirin û nivîsîn.

car**io**la→kar**y**ola

id**io**lect→îd**y**olekt

id**io**me→îd**y**om

pér**io**de→per**y**od

rad**io**→rad**y**o

vis**io**n→vîz**y**on

-oi-→-iwa-

Bêjeyên fransizî yên ku -oi- di wan da hebin, di kurmancîyê da wekî bilêvkirina xwe ya resen, ango bi awayê “-iwa-”yê dihên nivîsîn.

conservatoire→konservatiwar

laboratoire→laboratiwar

répertoire→repertiwar

toilette→tiwalet

Dîftonga [-ou-]yê→-û-

Bêjeyên bîyanî yên ku dîftonga [-ou-]yê di wan da hebe, di kurmancîyê da wekî bilêvkirina xwe ya resen, ango bi awayê [-û-]yê dihên bilêvkirin û nivîsîn.

ampoule→ampûl

bourse→bûrs

camouflage→kamûflaj

coupon→kûpon

doublage→dûblaj

journaliste→jûrnalîst

“-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî da

a) “-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî da ku tîpa berî wê tîpeka dengdêrnimîn (vokalnimîn) be

Heger bêjeyeka bîyanî bi “-tion-”ê biqede û tîpa wê ya berî “-tion-”ê tîpeka dengdêrnimîn be, ev “-tion-” bi awayê ”-syon-”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

adaptation→adaptasyon

agitation→ajîtasyon

assimilation→asîmîlasyon

canalization→kanalîzasyon

capitulation→kapîtulasyon

coalition→koalîsyon

communication→komunîkasyon

complication→komplîkasyon

composition→kompozîsyon

condition→kondîsyon

consommation→konsomasyon

coordination→koordînasyon

decoration→dekorasyon

delegation→delegasyon

devaluation→devaluasyon

federation→federasyon

illustration→îlustrasyon

imitation→îmîtasyon

inflammation→enflamasyon

inflation→enflasyon

information→enformasyon

integration→entegrasyon

liberation→lîberasyon

lotion→losyon

meditation→medîtasyon

motivation→motîvasyon

mutation→mutasyon

negation→negasyon

operation→operasyon

organization→organîzasyon

orientation→oryantasyon

position→pozîsyon

provocation→provokasyon

radiation→radyasyon

rationalization→rasyonalîzasyon

rehabilitation→rehabîlîtasyon

reservation→rezervasyon

restauration→restorasyon

rotation→rotasyon

sensation→sansasyon

stabilization→stabîlîzasyon

standardization→standardîzasyon

station→stasyon

sterilization→sterîlîzasyon

b) “-tion-”a di dawîya bêjeyên bîyanî da ku tîpa berî wê tîpeka nimînendeya nedengdêrekê (nedengdêrnimîn/konsonantnimîn) be

Heger bêjeyeka bîyanî bi “-tion-”ê biqede û tîpa wê ya berî “-tion-”ê tîpeka nedengdêrnimîn be, ev “-tion-” bi awayê ”-sîyon-”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

action→aksîyon

collection→koleksîyon

confection→konfeksîyon

construction→konstruksîyon

deduction→deduksîyon

diction→dîksîyon

direction→dîreksîyon

function→fonksîyon

induction→enduksîyon

infection→enfeksîyon

injection→enjeksîyon

subvention→subvansîyon

production→produksîyon

reaction→reaksîyon

reception→resepsîyon

redaction→redaksîyon

section→seksîyon

subvention→subvansîyon

transcription→transkrîpsîyon

Bêjeyên ku bi “in-”ê dest pê dikin

Heger bêjeyeka ji zimanên ewropayî bi “in-”ê dest pê bike û piştî vê “in-”ê tîpeka nedengdêrnimîn bihê, bi şertê ku ew tîp ne <-n-> be, di kurmancîyê da ev “in-” dîsan bi awayê fransizî, li ser bingehê bilêvkirinê û bi awayê “en-”ê dihê nivîsîn.

incest→ensest index→endeks indirecte→endîrekt induction→enduksîyon industrie→endustrî infarctus→enfarktus infection→enfeksîyon inflammation→enflamasyon information→enformasyon injection→enjeksîyon institut→enstîtu institution→enstîtusyon instruction→         enstruksîyon instrument→         enstruman        integration→entegrasyon intégrité→entegrîte intensif→entensîf intéressante→enteresan international→enternasyonal

Gava ku piştî “in-”ê tîpeka dengdêrnimîn hebe yan jî <-n->yeka din hebe, ev “in-” yan “inn-” wekî “în”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

inisiyative→înîsîyatîf innovation→înovasyon

Gava ku piştî “in-”ê tîpeka dengdêrnimîn hebe yan jî <-n->yeka din hebe, ev “in-” yan “inn-” wekî “în”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

inisiyative→înîsîyatîf

innovation→înovasyon

Bêjeyên ku bi “im-”ê dest pê dikin

Heger bêjeyeka ji zimanên ewropayî bi “im-”ê dest pê bike û piştî vê “im-”ê tîpeka nedengdêrnimîn bihê, bi şertê ku ew tîp ne <-m-> be, di kurmancîyê da ev “im-” dîsan bi awayê fransizî, li ser bingehê bilêvkirinê û bi awayê “em-”ê dihê nivîsîn.

imperial→emperyal

imperialism→emperyalîzm

imposer→**em**poze

impressionnisme→**em**presyonîzm

Gava ku piştî “im-”ê tîpeka dengdêrnimîn hebe yan jî <-m->yeka din hebe, ev “im-” wekî “îm”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

im**it**ation→**îm**îtasyon

im**m**unité→**îm**unîte

Bêjeyên ku di dawîya wan da “-isme” heye

Bêjeya ku di dawîya wê da “-isme” hebe (bilêvkirina wê ya fransizîyê “-îzm” e), di kurmancîyê da bi giştî, bi awayê “-îzm-”ê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

capitalisme→kapîtalîzm classicisme→klasîsîzm dogmatisme→dogmatîzm impérialisme→emperyalîzm libéralisme→lîberalîzm optimisme→optîmîzm socialisme→sosyalîzm

Tîpa <-s->yê di navbera du dengdêran de

Gava ku <-s-> di navbera du tîpên dengdêrnimîn da be, bi giştî bi awayê [z]yê dihê bilêvkirin û nivîsîn.

imposer→empoze organisation→organîzasyon position→pozîsyon télévision→televîzyon vision→vîzyon visuel→vîzuel

Tîpa <-g->yê di kîteya dawî de

Hemû <-g->yên bêjeyên jêrîn yên kîteya dawî, di kurmancîyê da, bi awayê fransizî û li ser bingehê bilêvkirinê, bi <-j>yê dihên nivîsîn.

average→averaj baggage→bagaj bandage→bandaj barrage→baraj camouflage→kamûflaj  chantage→şantaj  collège→kolej curetage→kurtaj  doublage→dûblaj  emballage→ambalaj garage→garaj image→îmaj logie→lojî massage→masaj message→mesaj nickelage→nîkelaj passage→pasaj patinage→patînaj plage→plaj prestige→prestîj sabotage→sabotaj sondage→sondaj stratégie→stratejî tirage→tîraj virage→vîraj

Tîpa yê ya ku wekî xwe dihê nivîsîn

Tîpayê ya van bêjeyên jêrîn, wekî xwe dimîne; ango bi awayê yê dihê nivîsîn û divê ku bi awayê yê nehê nivîsîn.

cografyacoxrafya
dîyalogdîyalox
etnografyaetnoxrafya
fotograffotoxraf
paragrafparaxraf
propagandapropaxanda
topografyatopoxrafya

Dîftonga [au-]yê→o-

Dîftonga [au-]ya bêjeyên bîyanî, bi awayê yê dihê nivîsîn.

auto→oto autocrate→otokrat autograf→otograf automate→otomat automobile→otomobîl automotive→otomotîv autonomie→otonomî autopsie→otopsî autorité→otorîte chauffe-bain→şofben

Zayenda bêjeyên bîyanî

Zayenda bêjeyên bîyanî -yên ku di kurmancîyê da bi kar dihên-, bi awayekî giştî mê ye.

adaptasyona penaberan, ajîtasyona bêmane, asîmîlasyona dijwar, averaja Barselonayê, baraja Dihokê, boykota karkeran, koleksîyona pûlan, komputera min

Heger di kurmancîyê da hevmaneya bêjeyeka bîyanî -ya ku di kurmancîyê da dihê bikarînan- hebe, bi piranî ew bêjeya bîyanî zayenda bêjeya hevmaneya xwe ya di kurmancîyê da werdigire.

Ji bo nimûneyê, ji ber ku bêjeya kurmancîyê “kar” nêr e, gava ku bêjeya tirkîyê ya berginda wê “îş” û bêjeya erebîyê “emel” yan “şixul” di kurmancîyê da dihên bikarînan, zayenda bêjeya kurmancîyê werdigirin û loma zayenda hemû bêjeyên hevmaneya vê bêjeya kurmancîyê (kar) wekî ya wê nêr e.

Çend bêjeyên kurdî yên din ku zayenda hevmaneyên wan yên ku ji zimanên bîyanî hatine wergirtin, wekî ya wan nêr e:

KurdîJi zimanên bîyanî
bakurşîmal (ji zimanê erebî)
cihmekan (ji zimanê erebî)
derîqapî (ji zimanê tirkî)
hesteçaqmaq (ji zimanê tirkî)
hişaqil (ji zimanê erebî)
keşkçortan (ji zimanê ermenî)
termcesed (ji zimanê erebî)
wênesûret (ji zimanê erebî), fotograf (ji zimanê fransizî)

Nimûneyên ji bêjeyên zayendmê:

KurdîJi zimanên bîyanî
bersivcewab (ji zimanê erebî)
gorqebir (ji zimanê erebî)

Lê bêjeyên bîyanî yên ku hevmaneyên wan di kurmancîyê da tune ne, wekî li jorê jî hat gotin, bi awayekî giştî mê ne.

Nivîsîna ya latînî

Tîpa ku di alfabeya latînîyê da di rêza 24an da ye û bi awayê [ks]yê dihê bilêvkirin, divê ku di kurmancîyê da li gor bilêvkirina xwe, bi awayê [ks]yê bihê nivîsîn.

Heger ev tîp di nivîsîna kurmancîyê da bi awayê [x]yê bihê nivîsîn, kurmancîaxêv dê wê bi awayê tîpa alfabeya kurmancîyê ya 29an, ango bi awayê [x]yê (خ) bixwînin.

Hin nimûne ji bo awayê nivîsîna [x]ya latînî di kurmancîyê de:

Awayê eslîBilêvkirin û nivîsîna kurmancîyê
boxboks
complexekompleks
duplexdupleks
excentriqueeksantrîk
exporteksport
extrêmeekstrem
expresseekspres
extraekstra
extrémisteekstremîst
indexendeks
faxfaks
fixefîks
fixturefîkstur
galaxiegalaksî
luxluks
marxismmarksîzm
mîxmîks
paradoxparadoks
préfixeprefîks
réflexerefleks
sexseks
syntaxesentaks
circumfixsîrkumfîks
suffixesufîks
taxitaksî
telexteleks
texttekst
triplextrîpleks

[k]ya bêjeyên bîyanî neke [q]

Hin nimûne hene ku di esilê wan da [k] heye, lê hin kes wan bi awayê [q]yê bi lêv dikin û dinivîsin. Divê ku di nivîsîna kurdîya kurmancî da [k]ya bêjeyên bîyanî wekî xwe bihê nivîsîn û bi awayê [q]yê nehê nivîsîn.

✔ [k]❌ [q]
AmerîkaAmerîqa
bakterîbaqterî
bankbanq
banknotbanqnot
blokebloqe
demokrasîdemoqrasî
demokratdemoqrat
emlakemlaq
entrîkaentrîqa
fonksîyonfonqsîyon
fraksîyonfraqsîyon
îdrakîdraq
KalîfornîyaQalîfornîya
kalîteqalîte
kalorîqalorî
kalorîferqalorîfer
kalsîyûmqalsîyûm
kameraqamera
kamyonqamyon, qemyon
KanadaQanada
kantînqantîn
kapasîteqapasîte
kapîtalîzmqapîtalîzm
kaprîsqaprîs, qeprîs
karakterqereqter
karbonqarbon
karbonatqarbonat
kareqare
kargoqargo
karîkaturqarîqatur
karîyerqarîyer
karîzmaqarîzma
karneqerne
karnavalqarnaval, qarneval, qarnewal
karoserqaroser
karyolaqaryola, qaryole, qeryole
katalogqatalog, qetelog
kategorîqategorî
katodqatod
katolîkqatolîk
katrîlyonqatrîlyon
kanalîzasyonqenalîzasyon
kanepeqanepe, qenepe
kaptanqaptan
kartqart
kartonqarton
klasîkqlasîk
klasorqlasor
klavyeqlavye
kokaînqoqaîn, qokaîn
kokteylqoqteyl
kolaqola
kolektîfqolektîf
koleraqolera
kolesterolqolesterol, qolestrol
kolonyaqolonya
komaqoma
kombîqombî
kombînezonqombînezon
komedîqomedî
komîteqomîte
kompleksqompleks
komploqomplo
kompostoqomposto
komputerqomputur
kondîsyonqondîsyon
konforqonfor
kongreqongre
konsantreqonsantre
kontaktqontaqt
konyakqonyaq, qonyak
konsensusqonsensus
konseptqonsept
kopyeqopye
kravatqrawat, qirawat
kredîqrêdî, qirêdî, qiredî
krîterqrîter, qirîter
krîtîkqrîtîk, qirîtîk
krîzqrîz, qirîz
kromqrom, qirom
kronqron, qiron, quron
kuaforquafor
kursqurs
mîkamîqa
mîkrobmîqrob
mîkrofonmîqrofon
mîkroskopmîqrosqop
modîfîkasyonmodîfîqasyon
mozayîkmozaîq, mozayîq
parkparq
skandalsqandal
trafîktrafîq

[q]ya bêjeyên bîyanî neke [k]

înqilabînkilab, înkilap
qafîyekafîye
qeflekafîle
zewqzewk

[b]ya esilî neke [p]

Divê ku [b]ya esilî ya van bêjeyan di bilêvkirin û nivîsînê da wekî xwe bimîne û nebe [p].

erbaberbap
hesabhesap
îltihabîltihap
katibkatip
mektûbmektûp
mexlûbmexlûp
mihasibmihasip
mihrabmihrap
minasibminasip
mirekebmirekep
misbetmispet
necîbnecîp
nisbînispî
qesabqesap
salebsalep
şerabşerap
talibtalîp
tebîbtebîp
tekzîbtekzîp
terkîbterkîp
tertîbtertîp
teswîbteswîp
tibtip
uslûbuslûp
wacibwacip
xalibxalîp
xesbxesp
xetîbxetîp
xîtabxîtap

[p]ya eslî neke [b]

Divê ku [p]ya eslî ya van bêjeyan wekî xwe bihê nivîsîn û nebe [b].

dupleksdubleks
grûpgrûb
prensîpprensîb
trîplekstrîbleks

[d]ya esilî neke [t]

Divê ku [d]ya esilî ya van bêjeyan wekî xwe bihê nivîsîn û nebe [t].

celadcelat
cildcilt, cîlt
cirîdcirît
cîhadcîhat
ebadebat
ebedebet
ecdadecdat
EhmedEhmet
fesadfesat
hidûdhidût
îqtisadîqtisat
MecîdMecît
meqsedmeqset
mescidmescît
micahidmicahit, mucahît
miebedmiebet
mieyidmieyit
mirîdmirît, murît
reşîdreşît
tecrîdtecrît
tehdîdtehdît
tenqîdtenkît
teredidteredut, teredit
tewelidtewelut
tewhîdtewhît
teyîdteyît
tezadtezat
wicûdwicût, wucût
zahidzahit

[d]ya bêjeyên kurdî û îranî ya esilî jî neke [t]

Divê ku bêjeyên kurdî û îranî yên bi [d]yê diqedin, wekî xwe bihên nivîsîn. Lewra di fonotaksa hin zimanan da destûr tune ye ku [d] di dawîya bêjeyan da hebe, lê di fonotaksa kurdîya kurmancî da destûr heye û loma divê ew [d]ya dawîya bêjeyan bi tesîra fonotaksa hin zimanên bîyanî nebe [t].

bazbendbazbent, pazubent, pazûbend
bendbent
derddert
FerhadFerhat
kemendkement
merdmert
şagirdşagirt

Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin

Bi tesîra hin zimanên din û nemaze jî bi tesîra tirkîyê, di bilêvkirin û nivîsîna hin bêjeyên bîyanî da, gelek kes [î]yekê datînin pêşîya wan û wan bi wî awayî bi lêv dikin û dinivîsin.

stasyon→îstasyon

Di hin zimanan da, bêje bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê nakin, lê bêjeyên kurmancîyê hene ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin. Di fonotaksa kurmancîyê da, destûr heye ku gotin bi van dengên navbirî dest pê bikin.

sp-→spartin, spas, spehî, spêde, spî

Loma bêjeyên bîyanî yên mîna “spîral”, “sponsor”, “spontan”, “spor”, “sportmen”, “sprey” û hwd, di kurmancîyê da bi hêsanî dihên bilêvkirin û nivîsîn.

st-→standin, stewl, stewr, stêr, strî, stû, stûn, stûr sk-→skandal, skaner, skeç, Skender, skor

Di kurmancîyê da, mirov di warê bilêvkirina bêjeyên weha da tu zehmetîyê nakişîne ku [î-]yekê li pêşîya wan bi cih bike. Ji ber vê yekê, tu pêwîstî bi lêzêdekirina dengê [î]yê tune ye û ya rast ew e ku nimûneyên dayî bêyî lêzedekirina [î]yê bihên bilêvkirin û nivîsîn.

SkandînavyaÎskandînavya
skarpînîskarpîn
skeletîskelet
skemleîskemle
skoçÎskoç, îskoç
skontoîskonto
SpanyaÎspanya
spîrtoîspîrto
spîyonîspîyon
stasyonîstasyon
statîstîkîstatîstîk
stekaîstaka, îsteka
StenbolÎstenbol
stopîstop

Nivîsîna bêjeyên ji zimanê erebî yên bi (ضَمَّة/ḍamma) “deme”yê (ـُ)

Gelek bêje di kurmancîyê da ji zimanê erebî hatine wergirtin ku di wî zimanî da bi “deme”yê ne. Di nivîsîna bêjeyên weha da, mirov li erebîya wan dinêre; heger li binîya “deme”yê و (waw) tune be, divê ku bi bihên nivîsîn.

erebî
bilûxbulûxبُلوغ
binyebunyeبُنية
BirhanBurhanبُرهان
bixarbuxar, bûharبُخار
cimlecumleجُملة
cirmcurmجُرم
fizûlîfuzûlîفُضولي
hibûbathubûbatحُبوبات
hicûmhucûmهُجوم
hirmethurmetحُرمة
kifirkufirكُفر
kilfetkulfetكُلفة
lixetluxet, lûxetلُغة
miafmuaf, mûafمُعاف
miamelemuameleمُعاملة
miayenemuayene, mûayeneمُعاينة
mibadelemubadeleمُبادلة
mibahmubahمُباح
mibarekmubarekمُبارَك
mibaşirmubaşirمُباشر
micadelemucadeleمُجادلة
micahidmucahidمُجاهد
miceredmucered, mucerredمُجرّد
midawimmudawim, mudawîmمُداوم
midaxelemudaxeleمُداخلة
miderismuderis, muderrisمُدرّس
midetmudetمُدّة
midîrmudîrمُدير
mielimmuellimمُعلّم
mifetişmufettişمُفتّش
miflismuflisمُفلس
mifredatmufredatمُفردات
miftîmuftîمُفتي
mihafezemuhafezeمُحافظة
mihafizmuhafizمُحافظ
mihasebemuhasebeمُحاسبة
mihendismuhendisمُهندس
miheqeqmuheqeqمُحقّق
mihimmuhim, muhîm, muhimmمُهمّ
mihimatmuhimmat, muhîmmatمُهمّات
mihletmuhletمُهلة
mihtacmuhtacمُحتاج
mikafatmukafatمُكافأة
mikelefmukelefمُكلّف
mikemelmukemmelمُكمَّل
mikerermukerrerمُكرَّر
MikrîmeMukrîmeمُكرِمة
milaqatmulaqatمُلاقاة
milazimmulazimمُلازم
milkmulkمُلك
miltecîmultecîمُلتجئ
mimesilmumesil, mumesîlمُمثّل
minafiqmunafiqمُنافق
minaqeşemunaqeşeمُناقشة
minasebetmunasebetمُناسبة
minasibmunasib, munasipمُناسب
minazeremunazereمُناظرة
minewermunewwerمُنوّر
minkirmunkirمُنكر
miqayesemuqayeseمُقايسة
miqedesmuqeddesمُقدّس
miraceetmuraceetمُراجعة
miradmurat, murad, mûratمُراد
mirefehmureffehمُرفّه
mirekebmurekeb, murekkebمُركّب
mirîdmurîd, murîtمُريد
mirselmurselمُرسل
mirûrmurûrمُرور
misabeqemusabeqeمُسابقة
misademusade, misedeمُساعدة
misaidmusaid, musaîtمُساعد
misameremusamereمُسامرة
misbetmusbetمُثبت
misecelmuseccelمُسجّل
misteheqmusteheqمُستحق
misteqbelmusteqbel, mustaqbelمستقبل
misteqîlmusteqîll, musteqîlمُستقلّ
misteşarmusteşarمُستشار
miswedemuswedde, muswedeمُسودّة
mişawirmuşawir, muşawîrمُشاور
mişexesmuşexes, muşexxesمُشخّص
mişterekmuşterekمُشترك
mişterîmuşterîمُشتري
mitabiqmutabiqمُطابق
mitewazîmutewazîمُتواضع
mitleqmutleq, mûtleq, mutlaqمُطلق
miwekîlmuwekîlمُوكّل
miweqetmuweqqetمُؤقّت
miwezefmuwezefمُوظّف
mixalefetmuxalefetمُخالَفة
mixalifmuxalifمُخالِف
mixbîrmuxbîrمُخبر
mizakeremuzakereمُذاكرة
mizefermuzefferمُظفَّر
mizeyenmuzeyenمُزيّن
qimaşqumaşقُماش
qisûrqusûrقُصور
SibhanSubhanسُبحان
SilêmanSuleyman, Sûleyman, Sileymanسُليمان
silhsulhصُلح
siltansultanسُلطان
sinetsunnetسُنًّة
şibheşubheشُبهة
şikirşukurشُكر
ŞikranŞukranشُكران
tebesimtebessumتبسُّم
tehemiltehamul, tehemmulتَحَمُّل
tekamiltekamulتَكامُل
wicûdwucûdوُجود
xirûrxurûrغُرور
xitbexutbeخُطبة
zilimzulumظُلم
zirîyetziryet, zuryet, zurîyet, zurrîyetذُريّة

Girdek û hûrdek

Girdek

Girdek di rewşên jêrîn da dihên bikarînan:

Di destpêka komekê da

Her komek bi girdekê dest pê dike.

Min bêrîya welatê xwe kiriye.

Gava ku ez pir aciz dibim, ez li wêneyan dinêrim.

Kurtkirinên ku bi girdekan dihên nivîsîn

Gava ku komek bi wan kurtkirinan dest pê bike ku di rewşa asayî da bi hûrdekan dihên nivîsîn, tîpa kurtkirinan ya destpêkê jî bi girdekê dihê nivîsîn.* (bnr. beşê “Kurtkirin”ê jî)

Modem roj bi rojê erzantir dibin.

Hîv vîruseka pir xeternak e.

  • Kurtkirinên pîvananyên wekî mm, km, kB, kHz, dByê ku yan tîpa wan ya destpêkê yan hemû tîpên wan yan jî hin tîpên wan bi hûrdekan dihên nivîsîn, gava ku di serê komekekê da bin, hûrdekîya wan dihê parastin. (Nimûne: dBbi dû dByê da hat zêdekirin û cîran li me vehewîyan. kHza wê li ser wê nehatiye nivîsîn.)

Piştî cotxalê

Tîpa bêjeya piştî cotxalê di van rewşan da bi girdekê dihê nivîsîn:

a)

Heger beşê ku piştî cotxalê dihê, veguhastineka yekser be.

Binefşê bi sê dengan bang kir û got: “Lo lo rebeno, sibe ye, em dê dereng bimînin.”

Şîreta Celadetî ev e: “Kurdino, xwe binasin!”

b)

Heger beşê ku piştî cotxalê dihê, bi bangnîşanê biqede.

Slogana wan ne xerab bû:Bimire koletî!

c)

Heger beşê piştî cotxalê dihê, ravekirineka weha be ku ji komekeka temam yan jî ji çend komekan pêk bihê.

Bi pêkînana pêşnîyaza Serdarî ra hin îmkanên baş peyda dibin: Dê û bav ji dana heqê çûnûhatina xwendekaran xelas dibin. Çûnûhatina xwendekaran bi awayekî ewletir pêk dihê. Xwendekar dê êdî di dema xwe da li dibistanê amade bin û di dema xwe da vegerin malê.

Gava ku ravekirin komekekê pêk neîne, piştî cotxalê tîpa destpêkê bi hûrdekan dihê nivîsîn. Nimûne:

  • Sê rengên lampeyên trafîkê hene:kesk, sor û zer.
  • Bi tenê derdekî wan heye: penaberî.

ç)

Heger ya ku piştî cotxalê dihê, pirsek be.

Gulçînê pirsî:Gelo em dê kengê biçin?

a) Navên kesan

Herçî navên kesan in, tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihên nivîsîn.

Azad, Çeto, Hêlîn, Gulistan

b) Paşnavên kesan

Tîpa paşnavên kesan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Melayê Cizîrî, Memê Alan, Zîna Zeydan

Nasnav û leqeb

Nasnav û leqeb jî ji navdêrên taybetî dihên hesibandin. Loma tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Azadê Çavlihewa, Behramê Kej, Bozo, Dildarê Cegerpola, Ehmedê Kefendiz, Elîyê Serşûnik, Skenderê Zulqerneyn, Soro

Peyva ku ne parçeyekî nav an jî leqeban be, bi hûrdekan dihê nivîsîn:

melayê mizgeftê, midirê nehîyeyê, mixtarê gundî, qeymeqamê Dêrikê, şêxê terîqetê, walîyê Mêrdînê

Qehremanên çîrokan bi wan navên xwe dihên nasîn û navên wan navdêrên taybetî ne, loma tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Keçika Kibrîtfiroş, Keçika Kumsor, Mîr Mihemed

a) Navên xwedayan

Tîpa destpêka navên xwedayan bi girdekê dihê nivîsîn.

Li gor bawerîya misilmanan, Xweda di Quranê da dibêje; “Ev pirtûkeka weha ye ku şik jê nabe”. Yezdan dibêje ku wî însan ji axê afirandine. Zeûs xwedîyê Çîyayê Olîmposê ye.

b) Navên ferîşteyan

Navên ferîşteyan navdêrên taybetî ne û loma tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn. Cebraîl, Îsrafîl, Mîkaîl, Ruhstîn (Ezraîl) Li gor bawerîya misilmanan, yê ku wehî ji Pêxemberî ra îna Cebraîl bû.

c) Navên pirtûkên pîroz

Tîpa navên pirtûkên pîroz ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Avesta, Cilwe, Încîl, Mishefa Reş, Quran, Tewrat, Zebûr

d) Navên cihên dînî

Navên mizgeft, kenîşte, dêr û hwd gava ku navên taybetî bin, tîpa wan ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Dêra Zehferanê Kenîşteya Qudsê Mizgefta Şêx Seîdê Pîranê Mizgefta Sûsayê

Navên welat û dewletan bi girdekan dihên nivîsîn.

Almanya, Ermenistan, Îran, Îraq, Kurdistan, Rûsya, Swêd

Navên bajar, bajarok û gundan bi girdekan dihên nivîsîn.

Bazîd, Cizîr, Çelbîran, Dêrik, Dîyarbekir, Erban, Hewlêr, Qamişlo, Mehabad, Mêrdîn, Mûş, Pasûr, Pîran, Semsûr, Şernex, Wan, Xarpêt, Xerabkort

Tîpa navên tax, kolan û meydanan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Kolana Azadîyê, Meydana Çarçirayê, Taxa Reşoyî

Tîpa navên parzemînan ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn.

Afrîka, Amerîka, Antarktîka, Asya, Ewropa, Okyanûsya

Gava ku navê beşên parzemînan ji bêjeyekê zêdetir be, tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Amerîkaya Bakurî, Amerîkaya Başûrî, Amerîkaya Latînî, Rojhilata Dûr, Rojhilata Navîn, Rojhilata Nêzîk

a) Navên okyanûsan

Tîpa navên okyanûsan bi girdekê dihê nivîsîn. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Okyanûsa Hindê, Okyanûsa Mezin, Okyanûsa Atlasê

b) Navên deryayan

Navên deryayan jî navên taybetî ne, loma her bêjeya van navan bi girdekê dest pê dike.

Deryaya Baltîkê, Deryaya Egeyê, Deryaya Manşê,  Deryaya Marmarayê, Deryaya Reş, Deryaya S

c) Kendav

Navên kendavan jî bi girdekê dest pê dikin. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Kendava Adenê, Kendava Bengalê, Kendava Besrayê, Kendava Meksîkayê

Tîpa navên çeman ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Ava Spî, Ava Şîn, Çemê Dîjleyê, Çemê Efrînê, Çemê Erezê, Çemê Feratê, Çemê Mûnzûrê, Çemê Miradê, Çemê Reş,Çemê Reşanê, Çemê Xabûrê  Çemê Zerganê,

Navên deştan navdêrên taybetî ne, loma her bêjeyeka wan navan bi girdekan dest pê dike.

Berîya Mêrdînê, Deşta Gewran, Deşta Heranê, Deşta Mûşê

Navên çîyayan bi girdekan dest pê dikin. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn.

Çîyayê Agirîyê, Çîyayê Bagokê, Çîyayê Herekolê, Çîyayê Nemrûdê

Navên li jorê dîyarkirî -heger navdêrên taybetî bin- bi girdeka dest pê dikin. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Birca Belek, Keleya Hewlêrê, Keleya Mêrdînê, Koşka Serokkomarîya Kurdistanê, Parka Evdalê Zeynikê, Parka Kurdistanê, Parka Neteweyî, Pireya Dehderî, Pireya Dinêserê, Seraya Îsheq Paşayî, Stadyûma Mem û Zînê

Navên stêr û gerestêran gava ku di stêrnasîyê da wekî navdêrên taybetî dihên bikarînan, tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.* Lewra ew di gerdûnê da yekane ne:

Dinya, Heyv, Jupîter, Kadiz, Mars, Merkur, Neptun, Oryon, Qurix, Roj, Venus, Saturn, Ûranûs, Ji gerestêran ya herî nêzîkî Rojê, Merkur e. Di sîstema Rojê da gerestêra herî mezin Jupîter e. Dinya li dora Rojê dizivire û Heyv jî li dora Dinyayê dizivire. Mirov dikare di şevên sayî da Kadizê bibîne. Stêrka herî geş Qurix e.
  • Lê gava ku roj, dinya û heyv ne wekî navên gerestêran lê wekî têgihên giştî bihên bikarînan, bi hûrdekan dihên nivîsîn. Nimûne: Îşev heyv tune ye, loma em nikarin li sînorî bixin. Ez dê vê perdeyê bidim alîyî da ku şewqa rojê bide hundirê odeyê. Serê sibehê dinya ne xweş e, ez naçim bazarê.

Tîpên navên bankan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn. Ne tîpa bêjeya yekem ya destpêkê bi tenê, lê tîpa her bêjeyekê ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.

Banka Kurdistanê ya Çandinîyê Banka Kurdistanê ya Navendî

Tîpên navên kovar, rojname û nivîsan/gotaran yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

a) Kovar:

Kovara Hawarê, Kovara Jînê

b) Rojname:

 Rojnameya Aftonbladetê, Rojnameya El Mundoyê, Rojnameya Kurdistanê

c) Pirtûk:

Çarînên Xeyamî, Dersên Kurdî

ç) Nivîs/gotar:

Nêrîneka Paşverû”

Tîpên navên peyman, şer û serdemên dîrokî yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

a) Peymana Sevrê, Peymana Lozanê b) Şerê Cîhanê yê Yekem, Şerê Cîhanê yê Duyem, Şerê Kendavê c) Serdema Hesinî, Serdema Kevirî

Nivîsîna navên wezaret, komîsyon, komîte, şaredarî, zanîngeh, şirket, baro, komele, dezgeh û rêxistinên din

  • Navên serokîyên parlamentoyan, serokkomarî, serokwezîrî, hikûmet, wezaret, komîsyon, komîte ûdezgehan -ku di beşê xwe da yekane ne- ji navdêrên taybetîdihên hesibandin û tîpa wan ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn.
  • Navên partîyên siyasî bi girdekê dest pê dikin.
  • Navên şaredarî, zanîngeh, enstîtu, şirket, baro, komele û rêxistinên din jî navdêrên taybetî Loma tîpa wan ya destpêkê wekî hemû navdêrên taybetî bi girdekê dihê nivîsîn.
  • Heger navek ji navên her sê xalên jorê ji çend bêjeyan pêk hatibe, tîpa her bêjeya wî navî ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.* Lê heger bêjeyên navên navbirî ne wekî navên xweser bin, bi hûrdekan dihên nivîsîn.
Avûkatekî mirovî hebe, dikare li dadgehê mirovî li gor qanûnan biparêze. Di parlamentoyekê da destnîşankirina komîsyonên ji bo karên taybetî gelek girîng e. Divê ku em enstîtuyeka kurdî damezirînin. Heger hikûmeteka me ya çalak hebûya, rewşa me dê ne weha bûya. Hilbijartina serokkomarekî nû şert e. Li bajarê me baro tune ye. Mafê her kesî heye ku ji xwe ra komeleyekê ava bike. Tu birêvebirineka dewletê jî alîkarîya me nake.
  • Beşên ku di navên navbirî da bi hûrdekan bihên nivîsîn ev in: daçek, îzafeya ku cuda dihê nivîsîn, gihanek (û).

Tîpên navên serokîyên dewletan yên herî bilind yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Serokîya Parlamentoyê, Serokkomarî, Serokwezîrî

Tîpên navên serokên dewletan yên herî bilind yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Serokkomara Kurdistanê, Serokkomarê Kurdistanê, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Serokê Parlamentoya Kurdistanê, Serokwezîra Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê

Tîpên navên wezaretan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Wezareta Aborîyê, Wezareta Av û Daristanan, Wezareta Çandê, Wezareta Çandinîyê, Wezareta Dadê, Wezareta Darayîyê, Wezareta Enerjî û Samanên Xwezayî, Wezareta Gumrik û Bazirganîyê, Wezareta Jîngehê, Wezareta Karûbarên Derveyî, Wezareta Karûbarên Hundirî, Wezareta Karûbarên Malbatî û Civakî, Wezareta Parastinê, Wezareta Ragihandinê, Wezareta Tendirustîyê, Wezareta Tûrîzmê, Wezareta Perwerdeyê, Wezareta Werzişê, Wezareta Xebat û Ewleyîya Civakî, Wezareta Yekîtîya Ewropayê, Wezareta Zanist û Teknolojîyê

Tîpên navên birêvebirinên giştî yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Birêvebirina Çandê ya Giştî, Birêvebirina Dadê ya Giştî, Birêvebirina Darayîyê ya Giştî, Birêvebirina Gumrik û Bazirganîyê ya Giştî, Birêvebirina Jîngehê ya Giştî, Birêvebirina Perwerdeyê ya Giştî, Birêvebirina Polîsên Kurdistanê ya Giştî, Birêvebirina Ragihandinê ya Giştî, Birêvebirina Tûrîzmê ya Giştî

Tîpên navên komîsyonên parlamentoyan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Nimûne (ji bo parlamentoyeka dîyar):

Komîsyona Aborîyê, Komîsyona Bacê, Komîsyona Bazara Karî, Komîsyona Dadê, Komîsyona Jîngehê, Komîsyona Qanûna Bingehîn, Komîsyona Perwerdeyê

Tîpên navên dadgehan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Dadgeha Bilind, Dadgeha Îdarî ya Bilind, Dadgeha Îdarî ya Îstînafê, Dadgeha Îdarî ya Wîlayetê

Tîpên navên partîyên siyasî yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Partîya Aştî û Demokrasîyê, Partîya Azadîya Kurdistanê, Partîya Demokrat a Kurdistanê, Partîya Jîngehê, Partîya Karkerên Kurdistanê, Partîya Lîberalên Kurdistanê Partîya Maf û Azadîyan, Partîya Rizgarîya Kurdistanê, Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê

Tîpên navên şaredarîyan û organên wan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Şaredarîya Bedlîsê, Şaredarîya Dêrsimê, Şaredarîya Dihokê, Şaredarîya Mehabadê, Şaredarîya Mêrdînê, Şaredarîya Qamîşloyê, Şaredarîya Wanê, Şaredarîya Xarpêtê, Meclisa Şaredarîya Êlihê, Birêvebirina Şaredarîya Semsûrê

Gava ku fakulte û zanîngeh navên xweser bin, tîpên wan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Zanîngeha Bedirxanîyan ya Şernexê, Zanîngeha Edîb Karahanî ya Mêrdînê, Zanîngeha Ehmedê Xanîyî ya Colemêrgê, Zanîngeha Qazî Mihemedî ya Mehabadê, Zanîngeha Seyîd Rizayî ya Dêrsimê, Fakulteya Zimannasîyê, Fakulteya Edebîyatê, Fakulteya Aborî û Bazirganîyê

Tîpên navên şirketan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Şirketa Heftbirayan ya Çîmentoyê, Şirketa Lêgerîna Petrolê, Şirketa Weşandin û Belavkirina Pirtûkan

Tîpên navên baroyan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Baroya Bedlîsê, Baroya Colemêrgê, Baroya Dîyarbekirê, Baroya Hewlêrê

Tîpên navên komeleyan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Komeleya Çanda Kurdî ya Mûşê, Komeleya Jîngehparêzan, Komeleya Nivîskarên Kurd ya Mêrdînê, Komeleya Pizîşkan ya Mehabadê, Komeleya Rojnamevanan ya Dihokê, Komeleya Xwendekarên Zanîngehê ya Xarpêtê

Tîpên navên rêxistinan yên destpêkê bi girdekan dihên nivîsîn.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî

Gava ku yekane bin, tîpa her bêjeyeka qanûn, destûr û biryarnameyan ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn.

a) Qanûn:

Qanûna Bingehîn, Qanûna Dibistanan, Qanûna Leşkerîyê, Qanûna Teqawidîyê

b) Destûr:

Destûra Partîya Jîngehê

c) Biryarname:

Biryarnameya ji bo Avakirina Birêvebirina Jîngehê ya Giştî

Hûrdek

Hemû navdêrên cureyî

Bi şertê ku ne di destpêka komekê da bin, hemû navdêrên cureyî bi hûrdekan dihên nivîsîn.

bêvil, çav, dar, diran, pez, otomobîl, telefon, xanî

Bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin

Navên kesan navdêrên taybetî ne, loma bi girdekê dest pê dikin. Lê bêjeyên ku ji navên kesan hatine çêkirin, bi hûrdekê dest pê dikin.

amper, darwînîzm, lenînîst, lenînîzm, maoîst, maoîzm, marksîst, marksîzm, rontgen

Bêjeyên ku ji navên deveran yên xweser hatine çêkirin

Bêjeyên ku ji navê deveran hatine çêkirin û mensûbîyetê nîşan didin bi hûrdekan dihên nivîsîn.

amûdî, bazîdî, bedlîsî, berferatî, dêrikî, dihokî, dinêserî, efrînî, hewlêrî, mehebadî, mêrdînî, mûşî, parîsî, pîranî, qerejdaxî, stenbolî, swêdî, şernexî, torî

Navên gel û neteweyan ji navdêrên cureyî dihên hesibandin û loma tîpa wan ya destpêkê bi hûrdekan dihê nivîsîn.

asûrî, ereb, faris, kurd, swêdî, tirk

Tîpa ziman, zarava û devokan ya destpêkê

Heger ew neçe dibistanê, fransizîya wî xurt nabe.

Li gel bikarînana hemû zimanên welatên endam yên mîna çekî, slovakî, fînî, swêdî û hwd jî di pratîkê da statuya fransizî, îngilîzî û almanîyê di YEyê da bilindtir xuya dike.

Zaravayê ku li her çar parçeyên Kurdistanê jî dihê axaftin kurmancî ye. Ferqa serhedî û berferatîyê heye.

Tîpa destpêkê ya navên dîn û mezheban û mensûbên wan bi hûrdekan dihê nivîsîn.

bûdîst, bûdîzm, cihû, cihûtî, elewî, elewîtî, êzidî, êzidîtî, henbelî, henbelîtî, henefî, henefîtî, katolîk, katolîkî, misilman, misilmanî, ortodoks, ortodoksî, protestan, protestanî, şafî, şafîtî, wehabî, wehabîtî, xirîstîyan, xirîstîyanî

Tîpa navên eşîr û mensûbên wan ya destpêkê bi hûrdekan dihê nivîsîn.

bazikî, berwarî, birokî, botî, celalî, doskî, erbanî, goyî, herkî jîrkî, kawî, kîkî, milî, mizûrî, omerî, şêxbizinî, torinî, xelecî, zirkî, zêbarî

Gava ku mebest ne organeka taybetî be û gelek organên welatî yên weha hebin, navên wan bi hûrdekan dihên nivîsîn.

birêvebirina elektrîkê, komîsyona çandê, komîsyona jîngehê, meclisa beledîyeyan, meclisa wîlayetê

Bêjeyên nava bendikan gava ku ne navdêrên taybetî bin

Di hundirê komekekê da gava ku bendik hebin, bi şertê ku bêjeyên nava wan bendikan ne navdêrên taybetî bin, tîpa wan ya destpêkê bi hûrdekê dihê nivîsîn.

Min par Zorava -gundekî piçûk- dît.

Komeka ku bi reqeman dest pê dike

Heger komekek bi reqeman dest pê bike, tîpa bêjeya piştî reqeman ya destpêkê bi hûrdekê dihê nivîsîn.

1695 ji bo wan bû sala xêr û bereketê.

(bnr. beşê “Navên hêlan”)

Daçek, gihanek û îzafe

Dema ku daçek, gihanek an jî îzafeya ku cuda dihê nivîsîn, di navên taybetî  da dihên bikarînan, tîpa wan ya destpêkê piçûk dihê nivîsîn.

Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Federasyona Komeleyên Kurdistanê liSwêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê

Kurtkirin

Di nivîsîna kurmancîyê da, yek ji wan mijaran jî mijara kurtkirinan e ku divê em di wê da bigihîjin standardekê. Di vî warî da awayên nivîsînê yên cuda hene. Pêwîstî bi lîsteyeka kurtkirinên kurmancîyê ya standard heye. Guman tê da tune ye ku lîsteyeka weha dê rêyê li ber nivîsîna kurmancîyê xweştir bike.

Ji navê wê jî dîyar e ku kurtkirin nimînendeya tiştê ji xwe dirêjtir e; awayekî bêjeyekê yan jî frazekê yê kurt e. Tiştên ku dihên kurtkirin, helbet ji bo xwendevanan ji kurtkirinên xwe fambartir in. Ji ber vê yekê, divê ku mirov di nivîsînê da li bikarînana kurtkirinan baş miqate be.

Helbet kurtkirin rêyeka pratîk e û ji ber pêwîstîya pratîkê derdikeve. Car heye ku navek yan derbirînek ku di nivîsê da gelek caran xuya dibe û mirov naxwaze bi wê dirêjahîyê, wî navî yan wê derbirînê ducare bike û zorê bide sebira xwendevanan, hin caran jî ji ber ku tixûbek ji bo dirêjahîya nivîsê hatiye danîn û divê ku nivîsa mirovî pêgirîya wî tixûbî bike, kurtkirin dibe rêyeka baş û pratîk.

Di warê kurtkirinê da qayîdeya yekem ev e: Gava ku ne pêwîst be, divê ku mirov kurtkirinan neke. Lê heger pêwîst be, divê mirov li pirsên weha miqate be: “Divê ku xal bihê danîn yan na? Heger bihê danîn, divê li ku bihê danîn? Divê ku kurtkirin bi hûrdekan yan jî bi girdekan bihên nivîsîn? Bêjeyên ku bi birînê kurt dibin, divê li ku bihên birîn? û hwd”.

Kurtkirinên bi tîpên destpêkê

Ji navên wan jî dîyar e ku ev kurtkirinên ha, ji tîpa her bêjeyekê ya destpêkê, yan jî ji tîpa her movikeka hevedudanîyê ya destpêkê pêk dihên.

Kurtkirinên bi tîpa destpêkê, ji alîyê bilêvkirinê ve dabeşî du grûpan dibin:

  1. Kurtkirinên ku tîp bi tîp dihên bilêvkirin
  2. Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku wekî bêjeyekê dihên bilêvkirin.

Kurtkirinên ku tîp bi tîp dihên bilêvkirin

a) Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku bi girdekan dihên nivîsîn

Ji bo kurtkirinên weha, ji her bêjeyekê tîpa destpêkê dihê wergirtin. Kurtkirinên tîp bi tîp, bi girdekan û bêyî xalê dihên nivîsîn.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê: FKK

Komeleya Jinên Kurdistanê: KJK

Komeleya Karkerên Kurdistanê: KKK

Yekîtîya Ewropayê: YE

b) Kurtkirinên tîp bi tîp yên bi hûrdekan dihên nivîsîn

Hin kurtkirinên tîp bi tîp hene ku bi hûrdekan dihên nivîsîn.

hwd (her wekî din), wc (water closet), tv (television)

c) Xwendina kurtkirinên tîp bi tîp

Kurtkirinên tîp bi tîp li gor bilêvkirina alfabeya kurmancîyê dihên bilêvkirin.

KurtkirinBilêvkirin
FKKFeKeKe
YEYeE
KKKKeKeKe
KJKKeJeKe

ç) Tewanga kurtkirinên tîp bi tîp

Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku li gor bilêvkirina tîpan dihên xwendin, di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewandinê ferz dike, divê ku li gor zayenda mê bihên tewandin. Ji ber ku di kurtkirinan da bilêvkirin esas e, kurtkirinên ku bi nedengdêran diqedin jî li gel [-e]yekê dihên bilêvkirin. Di vê rewşê da, di bilêvkirinê da her tîpeka kurtkirinan bi dengdêrê qedîyayî dihê hesibandin, loma di van kurtkirinan da ya ku ji me ra lazim e, gireya tewangê ya tevî tîpa pevgirêdanê ye, ango -yê ye.

FKK, Bi tewangê: Min ji FKKyê ra nameyek şand.

KurtkirinBilêvkirinTewang û kurtkirin
FKKFeKeKeKongreya FKKyê
KJKKeJeKeSeroka KJKyê
KKKKeKeKeBanga KKKyê
YEYeECivîna YEyê

d) Îzafeya li gel kurtkirinên tîp bi tîp

Îzafeya li gel kurtkirinên tîp bi tîp, li gor zayenda mê dihê danîn. Loma di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê îzafeyê ferz dike, divê ku <-a>ya gireya îzafeyê ya ji bo zayenda mê bihê hilbijartin. Ji bo kurtkirinên weha <-a>ya gireya îzafeyê li gel –“y-”ya paşgira pevgirêdanê dihê nivîsîn (Nimûne: FKK→FKKya par baştir bû). Ji ber ku di vê da bilêvkirin esas e, kurtkirinên ku bi nedengdêran diqedin jî li gel [-e]yekê dihên bilêvkirin.

KurtkirinBilêvkirinÎzafe û kurtkirin
FKKFeKeKeFKKya Dîyarbekirê
KJKKeJeKeKJKya Mûşê
KKKKeKeKeKKKya Mehabadê
YEYeEYEya ku di krîzê da ye

e) Mensûbên kurtkirinan

Dema ku mensûbîyeta kurtkirinên tîp bi tîp dihê çêkirin, divê li kurtkirinê “î”ya nîşana mensûbîyetê bihê zêdekirin. Lê ji ber ku di bilêvkirinê da dengê kurtkirinan yê dawî dengdêr e, “y-”ya paşgira pevgirêdanê dikeve navbera tîpa kurtkirinê ya dawî û “î”ya nîşana mensûbîyetê.

KurtkirinBilêvkirinmensûbê/a wê
FKKFeKeKeFKKyî
KJKKeJeKeKJKyî
KKKKeKeKeKKKyî
YEYeEYEyî

ê) Hin kurtkirinên tîp bi tîp yên navneteweyî

Hin kurtkirinên navneteweyî yên bi tîpên destpêkê hene ku ne pêwîst e ku em wan wergerînin û bi awayê xwe kurt bikin. Ya baş ew e ku em jî wan wekî awayên wan yên orîjînal binivîsin û bi lêv bikin. Helbet ev nimûneyên kurtkirinên ku li jêrê dihên pêşkêşkirin, bi hûrdekan jî dihên nivîsîn (pdf, usb, jpeg, ip, www, http, cd, dvd).

CD (Compact Disc)

DVD (Digital Versatile Disc )

HTTP (Hypertext Transfer Protocol)

IP (Internet Protocol)

JPEG (Joint Photographic Experts Group)

PDF (Portable Document Format)

USB (Universal Serial Bus)

WWW (World Wide Web)

Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin

Kurtkirinên weha tîp bi tîp nahên bilêvkirin lê wekî bêjeyên normal dihên bilêvkirin.

a) Navdêrên cureyî

Ev celebê kurtkirinan bi hûrdekan dihên nivîsîn.

laser (light amplification by stimulated emission of radiation) radar (radio detecting and ranging) ram (random access memory) rom (read-only memory)

b) Navdêrên taybetî

Hin kurtkirinên ku navdêrên taybetî dinimînin jî wekî bêjeyan dihên bilêvkirin. Ji ber ku ew navdêrên taybetî dinimînin, divê ku tîpa wan ya destpêkê jî bi girdekê bihê nivîsîn.

Cak (Civata Akademîsyenên Kurdistanê) Unesco (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization) Nato (North Atlantic treaty organization) Sida (Swedish International Development Cooperation Agency)

Cureyekî din: Kurtkirinên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin

Cureyekî kurtkirinên wekî bêjeyan dihên bilêvkirin jî heye ku ji tîpên destpêkê bi tenê pêk nahê, ji her bêjeyekê beşekî destpêkê werdigire û bi vî awayî pêk dihê.

Kurtkirinên ku di vê kategorîyê da ne, heger nimînendeyên navdêrên taybetî bin, tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn û heger ew ne nimînendeyên tu navdêrên taybetî bin, tîpa wan ya destpêkê bi hûrdekê dihê nivîsîn.

modem (modulator-demodulator) transponder (transmitter-responder)

Birîn (kurtkirinên birî)

Birîn awayekî kurtkirinê yê weha ye ku mirov bêjeyekê yan jî frazekê dibire û di cihê birî da xalekê datîne. Ango kurtkirinên birî bi xalekêdihên birîn û xal nîşana birînê ye.

Qayîdeya sereke ya di vî awayê kurtkirinê da ew e ku birîn -ji bilî navên kesan- berî dengdêrekê pêk dihê. alt. (alternatîf),anat. (anatomî),astrol. (astrolojî),astron. (astronomî),av. (avûkat), bot. (botanîk),fîl. (fîlolog),tel. (telefon),prof. (profesor)  

Kurtkirina navên kesan

a) Kurtkirina navên kesan yên dubêjeyî

Navên kesan bi birînêdihên kurtkirin. Ji ber vê yekê ye ku xal li ber wandihê danîn.

Xanî, F. Teyran, M. Cizîrî

b) Kurtkirina navên kesan yên pirbêjeyî

Gava ku navên berî paşnavan du nav bin yan jî zêdetir bin, piştî her tîpa navekî ya destpêkê xalekdihê danîn.

A. Bedirxan, G. H. W. Bush, K. A. Bedirxan

Têgihên rêzimanî yên kurdî bi rêya birînê dihên kurtkirin

Têgihên rêzimanî jî bi kurtkirinên birî dihên kurtkirin.

bik. (biker), gih. (gihanek), hejmarn. (hejmarnav), heved. (hevedudanî), hok. (hoker), îz. (îzafe), lêk. (lêker), navd. (navdêr), rengd. (rengdêr), pirhejm. (pirhejmar), tew. (tewang), têp. (têper), tênep. (têneper), tiş. (tişte), vek. (vekît), yekhejm. (yekhejmar)

Têgihên rêzimanî yên mîna “mê” û “nêr” jî bi kurtkirinên birî dihên kurtkirin. Xal li ber tîpa wan ya destpêkê dihê danîn û ew bi vî awayî kurt dibin:

m. (mê), n. (nêr).

Di analîza hevokan da, hin têgih bi tîpên destpêkê û bi girdekan dihên kurtkirin.

B (biker), L (lêker), T (tişte)

Têgihên rêzimanî yên latînî

Têgihên rêzimanî yên ku bi esilê xwe latînî ne ku di gelek zimanan da jî dihên bikarînan, ji bo kurtkirinên birî nimûneyên baş in. Lewra wekî ku ji nimûneyên jêrîn jî dîyar dibe, têgihên navbirî bi rêya birînê dihên kurtkirin.

abl. (ablatîf), abstr. (abstrakt), adj. (adjektîf),adv. (adverb),dat. (datîf),dekl. (deklînasyon),dep. (deponens),determ. (determînatîf),demonstr. (demonstratîf),pron. (pronom),gen. (genîtîf),nom. (nomînatîf),refl. (refleksîf)

alm. (almanî), as. (asûrî), az. (azerî), bel. (belûçî), bûlg. (bûlgarî), çeç. (çeçenî), danm. (danmarkî), er. (erebî), est. (estonî), far. (farisî), fîl. (fîlîpînî), fîn. (fînî), fr. (fransizî), îng. (îngilîzî), ît. (îtalî), jap. (japonî), kat. (katalanî), krd. (kurdî), lat. (latînî), let. (letonî), lîtv. (lîtvanî), mac. (macarî), mox. (moxolî), norw. (norweçî), ozb. (ozbekî), port. (portugalî), qaz. (qazaxî), qirx. (qirxizî), sanskr. (sanskrîtî), slovk. (slovakî), slovn. (slovenî), sp. (spanyolî), sw. (swêdî), sur. (suryanî), tac. (tacikî), tat. (tatarî), tr. (tirkî), tirkm. (tirkmenî), ukr. (ukraynayî), yûn. (yûnanî vîetn. (vîetnamî),), xirw. (xirwatî), tayw. (taywanî)

Kurtkirinên civandî

Kurtkirinên ku ji tîpa destpêkê û ya dawî pêk dihên

Hin kurtkirin ji tîpa bêjeyan ya destpêkê û ya dawî pêk dihên. Loma ji wan ra kurtkirinên civandî dihê gotin. Di kurtkirinên civandî da xal nahê bikarînan.

dr (doktor)

Çi kurtkirinên birî bin, çi jî yên civandî bin, ew ne bi awayên xwe yên kurtkirî, lê bi awayên xwe yên dirêj dihên bilêvkirin.

bêjekurtkirinbilêvkirin
doktordrdoktor

Kurtkirinên navên pîvanan

Divê ku kurtkirinên navên pîvanan li gor standardên navneteweyî bihên nivîsîn. Awayên wan yên dirêj jî divê ku li gor bilêvkirina kurmancîyê bihên nivîsîn.

Ev kurtkirinên ha, ji tîpên bêjeyan yên destpêkê (heger bêje nesade be, ji tîpa her beşekî ya destpêkê) pêk dihên û piranîya wan bi hûrdekan dihên nivîsîn.

dm, cm, cl

Di kurtkirinên pîvanan da xal nahê bikarînan.

Hin kurtkirinên navên pîvanan bi girdekan dihên nivîsîn.

A (amper), B (bayt), V (volt)

Di kurtkirina navên hin pîvanan da jî hûrdek û girdek bi hevûdin ra dihên nivîsîn.

Gb, kB, dB

Hin nimûneyên kurtkirinên pîvanan -yên çi bi hûrdekan, çi bi girdekan û çi jî bi hûrdek û girdekan bi hevûdin ra dihên nivîsîn- li jêrê dihên pêşkêşkirin.

Aamper
cgsantîgram
clsantîlître
cmsantîmetre
cm2santîmetreçarçik
cm3santîmetrekub
dBdesîbel
dgdesîgram
dldesîlître
dmdesîmetre
dm2desîmetreçarçik
dm3desîmetrekub
Ffarad
GBgîgabayt
Gbgîgabît
grgram
hlhektolître
hmhektometre
kBkîlobayt
kbkîlobît
kgkîlogram
kmkîlometre
km2kîlometreçarçik
kVkîlovolt
llître
mmetre
m2metreçarçik
m3metrekub
MBmegabayt
Mbmegabît
mgmîlîgram
mmmîlîmetre
mm2mîlîmetreçarçik
mm3mîlîmetrekub
MVmegavolt
Nnewton
tton
TBterabayt
Tbterabît
Vvolt

Navên hin kurtkirinan jî ne li gor qayîdeyên jorîn dihên kurtkirin.

damdekametre
GHzgîgahertz
Hzhertz
kHzkîlohertz
mbarmîlîbar
MHzmegahertz
Papaskal

Di kurtkirinan da hertim bala xwe bide van xalan

a)

Piştî kurtkirinên bêjeyên “rûpel” û “cild”ê xal dihê danîn. Piştî xalê jî divê ku navberek hebe û hejmar piştî navberê bi reqeman bihê nivîsîn.

47, c. 2

b)

Ferqa navbera kurtkirinên birî û kurtkirinên tîpên destpêkê ew e ku kurtkirinên tîpên destpêkê bi awayê xwe yê kurtkirî dihên bilêvkirin, lê kurtkirinên birî bi awayê xwe yê nebirî, ango bi awayê xwe yê dirêj dihên bilêvkirin.

c)

Heta ku îmkan hebe, ya baştir ew e ku mirov bi kurtkirinan dest bi komekê neke.

ç)

Kurtkirinên ku di xebatên akademîk, pirtûkên meslekî, katalog û tabloyan û hwd da dihên bikarînan, ne ew kurtkirinên adetî ne ku di jîyana rojane da dihên bikarînan. Loma pir normal e ku ev kurtkirinên ha ji alîyê gelek beşên civakê ve nehên zanîn. Ji ber ku ev cureyên kurtkirinên ha, kurtkirinên taybetî ne û bi qad û meslekên taybetî ve eleqedar in, divê ku di xebat û pirtûkên weha da lîsteyeka kurtkirinan hebe da ku xwendevan bikarin wan fam bikin.

d)

Gava ku kurtkirinek di nivîsê da cara yekem hat bikarînan, ya baş ew e ku mirov wê kurtkirinê bi awayê wê yê dirêj jî binivîse. Ev, di nivîsîna kurtkirinên kêmnas û nenas da bêhtir pêwîst e. Lê kurtkirinên ku ji alîyê piranîyê ve dihên zanîn, ne pêwîst e ku bi awayê xwe yê dirêj jî bihên nivîsîn.

e)

Di kurtkirinan da kîtekirinê neke (bnr. beşê “Kîtekirin”ê).

f)

Di nivîsîna tarîxê da, beşê salê kurt neke (bnr. beşê “Nivîsîna tarîxê”).

g)

Kurtkirinên navneteweyî yên mîna FIFA, UEFA, ILO, WHO, CD, DVD, RAM, ROM û hwd di kurmancîyê da jî çêdibe ku bihên bikarînan.

h)

Di nivîsên edebî da, ji bilî kurtkirinên adetî yên têrnas, heta ku mimkin be, divê ku kurtkirin nehên bikarînan.

Tewang

Di nivîsîna kurmancîyê da, di warê nivîsîna tewanga navdêran da tevlihevî heye. Rewşa heyî li pêşîya standarda vî warî asteng e. Loma pêwîst e ku ev mijar li gor rêzimana kurmancîyê bihê zelalkirin û li ser vî bingehî tercîheka rast ya ji bo standardê bihê destnîşankirin.

Di nivîsîna kurmancîyê da, divê ku hemû navdêr li gor qayîdeyên rêzimana kurmancîyê bihên tewandin. Ev yek ji bo hemû navdêran derbas dibe.

Di hevok û frazên kurmancîyê da, cihên bikarînana tewanga navdêran ev in:

Tişteya lêkera têper ya di dema niha da:

Ez hespîdibînim.

Ez mehînêdibînim.

Ez zarokan dibînim.

Bikera lêkera têper ya di dema borî da:

Hespî ez dîtim.

Mehînêez dîtim.

Zarokan ez dîtim.

Dîyarkera di konstruksîyona îzafeyê da:

wêneyê hespî, wêneyê mehînê, wêneyê zarokan

Piştî cihnavên nîşandêr:

vî hespî

vê mehînê

van zarokan

Li gel daçekan:

Ji bo agahdarîyên berfirehtir bnr. “Nivîsîna daçekan”

li malê

ji bajarî

li ser xanîyî

li bin maseyê

li gor kitêbê

di bêrîkê da

ji zarokan ra

Navdêrên kurmancîyê -çi navdêrên taybetî û çi jî navdêrên cureyî bin- li gor mêjer û zayendên xwe dihên tewandin. Ji bo tewandina navdêran, li ser bingehê mêjer û zayendê, ev sê cure gireyên tewangê dihên bikarînan:

  • a) Ji bo tewanga navdêrên nêr (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên yekhejmar:
  • b) Ji bo tewanga navdêrên mê (hem yên nasyar hem jî yên nenasyar) yên yekhejmar:
  • c) Ji bo tewanga navdêrên her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên pirhejmar: -an

Helbet, gava ku navdêrek bi dengdêrekê biqede, <-y->yek dikeve navbera dengdêra dawî û gireya tewangê. Ev yek ji bo hemû kategorîyan her bi wî awayî ye.

Tewanga navdêrên nêr yên yekhejmar

Wekî li jorê jî hat dîyarkirin, gireya tewangê ya ji bo navdêrên nêr (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên yekhejmar ye.

a) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin, gireya “î”yê werdigirin.

Ez bajarî dibînim. Ez di çemî ra derbas bûm. Ez hespî dibînim. Ez Osmanî dibînim. Ez welatî dibînim.

Di nivîsîna navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar da ku bi dengdêran diqedin, “y”ya pevgirêdanê dikeve navbera tîpa wan ya dawî û gireya “î”yê.

Ez derî vedikim. Ez Şêrko dibînim. Ez xanî ava dikim.

Ji ber ku rêzimana kurmancîyê tewandinê ferz dike, di nivîsîna kurmancîyê da tewang esas e. Loma nivîsîna kurmancîyê ya ku pêgirîya vê yekê neke û di van rewşan da navdêrên nêr netewîne, ji alîyê rêzimanî ve nivîsîneka şaş e. Wekî van komekan:

❌ Ez Şêrko dibînim. ❌ Ez xanî ava dikim.

Hin kurmancîaxêv jî ji bo tewanga navdêrên nêr, [a] yan jî [e]ya ku di navdêrên nêr da heye, dikin [ê].

Ez bajêr dibînim. Ez di çêm ra derbas bûm. Ez mêst dixwim. Ez nên dixwim. Ez Osmên dibînim.

Lê di hemû navdêrên kurmancîyê yên nêr da [a] yan jî [e] tune ye. Ji bo nimûneyê, gelo em dê van nimûneyên navdêrên nêr çawa bitewînin?

bivir, cot, dil, dîk, dîn, don, gir, gun, hiş, kîsik, kon, ling, mil, nêrî, nikil, piştî, pûş, qiloç, rizq, rûn, sîncoq, strî, şîr, tirî, tixûb, to, ûr

Loma a/e→ê nabe qayîdeyeka giştî.

Mirov nikare qayîdeya ku dibêje “[a] yan jî [e] wekî [ê] dihê tewandin”, di hemî navdêran da bi kar biîne, loma ev nabe qayîdeyeka giştî.

Ji xwe, yên ku navdêrên nêr bi vî awayî ditewînin, bi awayekî giştî wan navdêran bi tenê ditewînin ku [a] yan [e] di wan da heye; ango navdêrên nêr yên din natewînin.

Her weha awayekî din jî heye ku li gor vê navdêrên nêr bi “[-i]yê dihên tewandin.

Ez goşti dixwim.

Lê ev awa jî di nivîsê da ne awayekî têrbelav e.

Tercîha me ya di vî warî da wekî li jorê jî hatiye dîyarkirin [-î] ye.

b) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar

Di kurmancîyê da navdêrên nêr yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin navdêrên nêr yên nenasyar. Gireya tewangê, ji bo navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar -wekî ya navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar- her “-î” ye. Ev gire bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

Ez derîyekî vedikim. Ez diranekî radikim. Ez hespekî dibînim. Ez kurekî dişînim.

Tewanga navdêrên mê yên yekhejmar

Gireya tewangê, ji bo navdêrên mê (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên yekhejmar “-ê” ye.

a) Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

Ew ji civînêderket. Ew ji Mûşêye. Ez mehînê dibînim. Ez pîvazê dixwim.

Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin

Ew ji bêrîdihê. Ew ka difiroşe. Ez pencere vedikim.

b) Navdêrên mê yên yekhejmar û nenasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar, -wekî navdêrên nêr yên yekhejmar- bi <-(y)ek>ê dibin navdêrên mê yên nenasyar. Gireya tewangê ya ji bo navdêrên mê yên yekhejmar û nenasyar -wekî ya navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar- her “-ê” ye. Ev gire bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

Ew li ser rêyekê ye. Ez mehînekê dibînim. Ez sêvekê dixwim.

Tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar

Ji bo navdêrên pirhejmar yên her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) gireya tewangê “-an” e.

a) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

Ez bajaran dibînim. Ez dibistanan dibînim. Ez hespan dibînim.

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin

Ez nameyan dişînim. Ez derîyan vedikim. Ez pencereyan digirim.

b) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar

Nenasyarkirina navdêrên her du zayendan yên pirhejmar, bi gireya <-(y)in>ê pêk dihê.

hin hesp→hespin. hin perde→perdeyin.

Li ba hin kesan, di vê meseleyê da tîpa pevgirêdanê ji bedêla <-y->yê <-n-> ye. Nimûne: hin pencere→pencerenin. Lê baştir e ku tîpa pevgirêdanê yek be da ku di vî warî da jî standardek peyda bibe.

Lê wekî ku ji bo hemû kategorîyên din hat dîyarkirin, di vê kategorîyê da jî tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya tewangê tune ye. Lewra gireya tewangê ji bo navdêrên her du zayendan yên nenasyar û pirhejmar, eynî wekî ya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar e; ango “-an” e.

Ez hin bizinan dibînim.→Ez bizininan dibînim. Ez hin derîyan dibînim.→Ez derîyinan dibînim. Ez hin hespan dibînim.→Ez hespinan dibînim.

Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikireka din jî heye. Nimûneyên vê fikira ku Celadet Bedirxan jî piştgirîya wê dike, weha ne:

Ez hin bizinan dibînim.→Ez bizinina dibînim. Ez hin derîyan dibînim.→Ez derîyina dibînim. Ez hin hespan dibînim.→Ez hespina dibînim.

Li gor vê fikirê, ev “a” di esilê xwe da “-an” bûye lê paşê “n”ya dawîn ketiye, ev “n” îşareta pirhejmarîyê ye lê ji ber ku di eynî bêjeyê da “n”yek heye, êdî pêwîstî pê namîne.

Lê tercîha vê Rêberê ew e ku  di nivîsîna kurmancîyê da, “-n”ya “-an”a gireya tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar bihê nivîsîn. Nenivîsîna “n”yê ku nîşana pirhejmarîyê ye, dibe ku bibe sedema tevlihevîyê. Loma ji bo tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar, divê ku “-an” bihê nivîsîn.

Gava ku du navdêrên ji yek mêjerê lê ji zayendên cuda li dû hevûdin bihên, di nivîsînê da navdêra dawî bi tenê -li gor zayenda xwe- dihê tewandin.

Ez mih û beranî dibînim. Ez nêrî û bizinê dibînim.

Gava ku du navdêrên ji yek mêjerê û ji yek zayendê li dû hevûdin bihên, di nivîsînê da navdêra dawî bi tenê dihê tewandin.

Ez hesp û beranî dibînim. Ez mehîn û bizinê dibînim. Ez nêrî û beranî dibînim.

Di nivîsînê da, gava ku du navdêrên ji mêjerên cuda li dû hevûdin bihên, divê ku her navdêr li gor zayenda xwe û mêjera xwe bihê tewandin.

Ez hespî û mehînan dibim malê. Ez hespî û nêrîyan dibînim. Ez mehînê û beranan difiroşim. Ez mehînê û bizinan dibînim.

Di nivîsînê da, gava ku du navdêrên pirhejmar yên ji zayendên cuda li dû hevûdin bihên, divê ku navdêra yekem wekî xwe bimîne û ya duyem li gor pirhejmarîyê bihê tewandin.

Ez bizin û nêrîyan dibînim. Ez mih û beranan dibînin. Ez gur û dêleguran dibînim. Ez dîk û mirîşkan dibînim.

Bêjeyên ku bi “-an”ê diqedin

Di nivîsîna kurmancîyê da, ji bo hin bêjeyên ku bi “-an”ê diqedin, dihê îdîakirin ku “-an” nîşana tewanga wan e. Li gor vê îdîayê, ev bêjeyên ha di forma xwe ya tewandî da ne, loma divê ku careka din nehên tewandin.

Lê tu leksemeka kurmancîyê tune ye ku serbixwe di halê tewandî da be. Hin bêje hene ku piştî prosesa leksîkalîzebûnê bûne leksemên nû û xwedîyên referantên nû; her weha li gor kategorîya van referantan jî zayendên nû werdigirin.

Ji bo tesbîtkirina mêjer û zayenda navdêran û tewanga li ser van bingehan, divê ku mirov ne li esilê wan lê li referantên wan binêre. Ango, divê ku mirov li wan derbirînên zimanî û bergindên wan binêre. Mirov dikare di vî warî da bi çend nimûneyan vê pirsê zelaltir bike:

Nimûne 1: Botan

Bêjeya “Botan” di esilê xwe da pirhejmar e.

Gelo gava ku Botan navê kurekî be jî ma mirov dikare bibêje ku ew navdêreka pirhejmar e? Na. Ji ber ku ew êdî yekhejmar e û navê kurekî ye. Loma divê ku li gor yekhejmarbûnê û zayenda navên kuran, ango li gor zayenda nêr bihê tewandin. Loma divê ku em weha binivîsin:

Ez Botanî dibînim Min ji Botanî ra got.

Gava ku Botan bibe navê deverekê, divê ku mêjer û zayenda wê li gor referanta nû bihên tesbîtkirin. Ji ber ku navên deveran zayendmê ne, di rewşeka weha da, zayenda vê bêjeyê jî dibe mê. Loma divê ku em weha binivîsin:

Ez dê biçim Botanê. Ez ji Botanêhez dikim.

Nimûne 2: duryan

Bêjeya “duryan”ê, di esilê xwe da, ji “du + rê + -yan”ê (gireya pirhejmarbûnê) pêk hatiye û piştî proseseka leksîkalîzebûnê, êdî bi vî awayê xwe, wekî leksemeka nû di ferhenga kurmancîyê da cih girtiye.

Parçeyên vê bêjeyê jî nîşan didin ku ew ji awayê pirhejmar hatiye çêkirin. Helbet, ev esilê wê ye. Lê duryan berê çawa be, bi esilê xwe çi be jî ew niha bûye leksemeka cuda û wekî navê cihekî zayenda xwe wergirtiye. Di vê rewşê da, ew wekî leksemeka nû yekhejmar e û zayenda wê jî mê ye. Lewra piştî ku duryan ji bo navekê yekhejmar hat bikarînan pê ve, êdî berê çi bû, ji bo bikarîneran ne girîng e. Êdî ya girîng referanta vê bêjeyê ye; ango ev derbirîna zimanî û berginda wê ye. Di vê rewşa nû da, ji bo tesbîtkirina mêjer û zayenda “duryan”ê, referanta wê bingeh e.

Loma ew yekhejmar e û zayenda wê ye. Ji ber vê yekê em weha dibêjin û dinivîsin:

✔ Ez li duryanê li benda te me. ✔ Ez li serê duryanê li benda te me.

em weha nabêjin û nanivîsin:

❌ Ez li duryan li benda te me ❌ Ez li serê duryan li benda te me.

Heger “-yan” di vê rewşê da tewang bihê hesibandin, çima em nikarin bibêjin “li duryan” lê em dibêjin “li duryanê”? Ev nîşana wê ye ku em “-yan”ê wekî gireya tewangê nahesibînin, lê wekî parçeyekî ji vê bêjeya nû dihesibînin.

Nimûne 3: gulan

Gulan di esilê xwe da, bêjeyeka pirhejmar e: gul + an. Lê gava ku wekî navê mehekê yan wekî navê keçekê bihê bikarînan, êdî hikimê pirhejmarbûna wê ya berê betal e. Lewra ew êdî navê mehekê ye, yan jî navê keçekê ye û di her du rewşan da jî yekhejmar e, zayenda wê jî mê ye. Loma em weha dibêjin û dinivîsin:

Ez dê di meha gulanê da biçim Kurdistanê. Gulanê nameyek nivîsî û şand. Min ji Gulanê ra got.

Nimûne 4: Mîran

Bêjeya “Mîran”ê di esilê xwe da, ji “mîr + -an”ê (gireya pirhejmarbûnê) pêk hatiye jî dîsan divê ku mirov bala xwe bide referanta vê navdêrê ya nû.

Gelo gava ku Mîran navê kurekî be, ma mirov dikare bibêje ku ew navdêreka pirhejmar e? Na. Ji ber ku ew êdî yekhejmar e û navê kurekî ye. Loma divê ku li gor yekhejmarbûnê û zayenda navên kuran, ango li gor zayenda nêr bihê tewandin. Ji ber vê yekê, divê ku em weha binivîsin:

Ez Mîranî dibînim.

Nimûne 5: Şêxan

Şêxan jî di esilê xwe da pirhejmar e; ji “şêx + -an”ê (gireya pirhejmarbûnê) pêk hatiye. Lê gava ku Şêxan navê deverekê be, yekhejmar e û divê ku li gor zayenda navê deverekê, ango li gor zayenda mê bihê tewandin. Loma divê ku em weha bibêjin û binivîsin:

Ez di Şêxanê ra derbas bûm. Ez ji Şêxanê me. Mala min li Şêxanê ye.

Bêjeyên ku xwedîyên referantên cuda ne

Hin bêje hene ku di rewşên cuda da ji bo referantên cuda dihên bikarînan. Di rewşên weha da, wekî berê jî hat gotin, divê ku mirov ne li esilê wan, lê li referantên wan binêre.

Nimûne 1: cîhan û jîyan

Ev her du navdêr di esilê xwe da mê ne û li gor zayenda mê ditewin. Loma em weha dibêjin û dinivîsin:

Ez dê li vê cîhanê têra xwe bigerim. Hêvîyên min yên ji vê jîyanê zêde ne. Lê em dizanin ku hem Cîhan û Jîyan wekî navên keçan jî û yên kuran jî dihên bikarînan.

Gava ku ji bo navên keçan bihên bikarînan, li gor zayenda mê ditewin. Loma em weha dibêjin û dinivîsin:

Ez Cîhanê dibînim. Ez Jîyanê dibînim.

Lê gava ku ev her du nav navên kuran bin, divê ku li gor zayenda navên kuran bihên tewandin. Loma divê ku ev her du nav weha bihên nivîsîn:

Ez Cîhanî dibînim. Ez Jîyanî dibînim.

Nimûne 2: Dîjle û Mirad

Ev her du navdêr navên du çemên Kurdistanê ne. Divê bihê gotin ku “çem” bêjeyeka nêr e lê navên hemû çeman ne. Loma em weha dinivîsin:

Çemê Dîjleyê Çemê Miradê

Lê ev her du nav navên mêran in jî. Gava ku “Dîjle” û “Mirad” navên mêran bin, referanta wan ya din betal dibe û zayenda wan li gor referanta wan ya nû dihê nivîsîn. Loma em weha dinivîsin:

Min ji Dîjleyî ra nameyek nivîsî. Miradî xwarin xwar. Her weha bêjeya “mirad”ê di maneya daxwazê da jî nêr e. Ew negihîşt miradê xwe.

Nimûne 3: Gundik

Herçî ev bêjeya navbirî ye, bêjeya wê ya esil gund e û ew bi “-ik”a paşgira piçûkkirinê bûye gundik, ango formeka dîmînutîf wergirtiye. Zayenda awayê piçûkkirî jî wekî bêjeya esil nêr e.

Lê gava ku Gundik bibe navê gundekî, êdî hikimê zayenda nêr betal e û divê ku ew li ser bingehê referanta xwe ya nû û li gor zayenda wê bitewe. Ew êdî navê gundekî ye û di kurmancîyê da navên hemû gundan mê ne. Zayenda vê navdêrê, di vê rewşê da mê ye û divê ku tewanga wê jî li gor qayîdeya tewanga navdêrên mê be. Loma çawa ku em dibêjin û dinivîsin “Ez diçim Mûşê”, divê ku em bibêjin û binivîsin“ Ez diçim Gundikê”.

Nimûne 4: Selahedîn

Dihê zanîn ku Selahedîn navê mêran e. Hingê divê ku li gor zayenda nêr bitewe. Loma divê ku em weha bibêjin û binivîsin:

Ez Selahedînî dibînim.

Selahedîn li Başûrê Kurdistanê navê bajarekî ye jî û em dizanin ku navên bajaran mê ne. Loma gava ku mebest navê wî bajarî be, divê ku ew jî wekî navê her bajarî li gor zayenda mê bitewe. Ev bêje berê navê mêran bû û zayenda wê ya berê nêr bû lê êdî di rewşa nû da betal e. Lewra ew êdî navê bajarekî ye, loma zayenda mê wergirtiye. Çawa ku mirov dibêje û dinivîse “Ez dê biçim Hewlêrê”, divê ku mirov bibêje û binivîse “Ez dê biçim Selahedînê”. Lewra di rewşeka weha da, ya ku divê pêgirîya wê bihê kirin, referanta vê navdêrê ye.

Nimûne 5: Zagros

Zagros navê çîyayekî ye. Em dizanin ku “çîya” bêjeyeka nêr e lê navên hemû çîyayan mê ne. Loma em weha dinivîsin:

Çîyayê(n) Zagrosê

Lê gava ku “Zagros” bibe navê mêrekî, divê ku li gor zayenda navê mêran bihê tewandin û nivîsîn. Loma em weha dinivîsin:

Min ji Zagrosî ra nameyek nivîsî. Zagrosî bersiva min da.

Heger navdêrên zayendnêr bibin navên rojname û kovaran

Navdêrên ku di esilê xwe da zayendnêr in, gava ku wekî navên rojname û kovaran dihên bikarînan, zayenda wan li ser bingehê referantên wan yên nû dihê tesbîtkirin.

Nimûne: welat

Wekî bêje, ”welat” di esilê xwe da bêjeyeka zayendnêr e. Gava ku wekî navê mêran jî bihê bikarînan, ji xwe, zayenda wê nêr e.

Lê gava ku welat bibe navê rojname yan jî wekî navê kovarekê, zayend li gor referanta wê ya nû dihê guhertin. Ji ber ku navên rojname û kovaran mê ne, divê ku welat jî wekî navên hemû rojname û kovaran li gor zayenda xwe ya nû bihê tewandin. Lewra ev kovar ne kovareka welatî ye, navê wê ”Welat” e. Loma divê ku em weha binivîsin:

Ew nivîskarê Welatê ye. Kovara Welatê derket. Nivîsa min di Welatê da hatiye weşandin.

Heger bêjeyên ji cureyên din bibin navên rojname û kovaran

Gava ku bêjeyên ji cureyên din jî wekî navên rojname û kovaran bihên bikarînan, zayenda wan dibe mê û divê ku ew li gor referantên xwe yên nû bihên tewandin.

Nimûne 1: nû

Ev bêje bi xwe rengdêr e. Lê gava ku wekî navê rojname yan jî kovarekê bihê bikarînan, zayenda wê dibe mê û li gor wê dihê tewandin. Ango divê ku em weha binivîsin:

Ew nivîskarê Nûye. Ez Nû dixwînim. Hejmara Nû ya nû derket.

Em bibêjin ku ev rojname (yan jî kovar) bi xwe ne nû ye –dibe ku ew rojnameyeka (yan jî kovareka) sedsalî be- lê navê wê “Nû” ye. Loma nabe ku em weha binivîsin:

Hejmara Nû derket. Ez Nû dixwînim. Ew nivîskarê Nû ye.

Nimûne 2: serbixwe

Ev bêje bi xwe jî rengdêr e. Lê gava ku ew wekî navê kovarekê yan jî wekî navê rojnameyekê bihê bikarînan, li gor referanta xwe ya nû zayenda mê werdigire. Loma divê ku em weha binivîsin:

Ew nivîskarê Serbixwe ye. Hejmara Serbixwe ya nû derket. Ne rast e ku em weha binivîsin: ❌ Ew nivîskarê Serbixwe ye. ❌ Hejmara Serbixwe ya nû derket.

Îzafe

 Pêwîstîya nivîsîna gireyên îzafeyê bi zelalkirinê heye. Lewra di kurmancîyê da, di warê nivîsîna wan da awayên cuda bi kar dihên û dibin sedema tevlihevîyê.

Ji bo zelalkirina vî beşî, girîng e ku gireyên navbirî kategorî bi kategorî bihên ravekirin.

Gireyên ku nîşanên îzafeyê ne, bi navdêran ve dihên nivîsîn. Bê çawa gireyên tewangê li gor nasyarbûn û nenasyarbûna navdêran nahên guhertin, gireyên nîşana îzafeyê jî li gor nasyarî û nenasyarîya navdêran nahên guhertin. Lewra yên ku wan diguherînin, mêjer û zayenda navdêran in.

Gireyên îzafeyê li gor mêjer û zayendê, di kurmancîyê da di sê kategorîyên cuda da xuya dibin:

Helbet, gava ku navdêrek bi dengdêrekê biqede, <-y->yek dikeve navbera dengdêra dawî û gireya îzafeyê. Ev yek ji bo hemû kategorîyan her bi wî awayî ye.

Li gel navdêrên nêr (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên yekhejmar: Li gel navdêrên mê (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên yekhejmar: -a Li gel navdêrên her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên pirhejmar: -ên

Îzafe û navdêrên nêr yên yekhejmar

Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên nêr yên yekhejmar (hem yên nasyar hem yên nenasyar) “-ê” ye.

a) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

hespê boz, hespê malê, hespê min Navdêrên nêr yên yekhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin ga malê, ga me, ga pîr

b) Navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar

Navdêrên nêr yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.

Di vî beşî da divê nemaze behsa sê awayên cuda bihê kirin:

  1. -ek-ê
  2. -ek-î
  3. -ek-∅

Li gor awayê yekem (-ek-ê), di esilê xwe da tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê, ji bo navdêrên nêr yên yekhejmar her wekî ya navdêrên nêr yên nasyar “-ê” ye. Ev “-ê” bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

derîyekê mezin, derîyekê xanîyî, diranekê min, hespekê malê

Heger mirov nimûneyên li jorê bi awayekî din binivîse, mirov dê bi eşkereyî bibîne ku gireya îzafeyê <-ê> ye.

yek derîyê mezin, yek derîyê xanîyî, yek diranê min, yek hespê malê

Herçî awayê duyem e (-ek-î), di îzafeya navdêrên nêr yên yekhejmar û nenasyar da tewang û îzafeyê tev li hevûdin dike û loma <î>ya gireya tewangê ji bedêla <ê>ya morfema îzafeya navdêrên nêr bi kar diîne.

derîyekî mezin, derîyekî xanîyî, diranekîmin, hespekî malê

Awayê sêyem (-ek-∅) ew awa ye ku tu morfemên îzafeyê bi kar naîne.

❌ derîyek mezin, diranek min, hespek malê

Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem qebûl nake ji ber ku ev awa sîstema îzafeyê bi yekcarî têk dide.

Herçî her du awayên din in (-ek-ê, -ek-î), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê ji ber sedema têrbelavbûna awayê duyem (-ek-î), Komxebat bi piranî vî awayî tercîh dike.

Îzafe û navdêrên mê yên yekhejmar

Gireya îzafeyê ya navdêrên mê yên yekhejmar (hem yên nasyar hem yên nenasyar) “-a” ye.

a) Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

mehîna malê, pêlava min, qelema sor Navdêrên mê yên yekhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin enîya min, goreya reş, pencereya odeyê

b) Navdêrên mê yên yekhejmar û nenasyar

Navdêrên mê yên yekhejmar, bi <-(y)ek>ê dibin nenasyar.

Di vî beşî da jî divê nemaze behsa sê awayên cuda bihê kirin:

  1. -ek-a
  2. -ek-e
  3. -ek-∅

Li gor awayê yekem (-ek-a), di esilê xwe da tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê, ji bo navdêrên mê yên yekhejmar her wekî ya navdêrên mê yên nasyar “-a” ye. Ev “-a” bi dû <(y)ek>ê da dihê û pê ve dihê nivîsîn.

mehîneka malê, goreyeka min, qelemeka sor, pencereyeka malê

Heger mirov nimûneyên li jorê bi awayekî din binivîse, mirov dê bi eşkereyî bibîne ku gireya îzafeyê <-a> ye.

yek mehîna malê, yek goreya min, yek qelema sor, yek pencereya malê

Herçî awayê duyem e (-ek-e), di îzafeya navdêrên mê yên yekhejmar yên nenasyar da ji bedêla <a>ya morfema îzafeya navdêrên mê bi kar dihê.

goreyeke min, mehîneke malê, pencereyeke malê, qelemeke sor

Awayê sêyem (-ek-∅) ew awa ye ku tu morfemên îzafeyê bi kar naîne.

❌ goreyek min, mehînek malê, pencereyek malê, qelemek sor

Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem qebûl nake ji ber ku ev awa sîstema îzafeyê bi yekcarî têk dide.

Herçî her du awayên din in (-ek-a, -ek-e), Komxebata Kurmancîyê her du awayan jî ji bo nivîsînê rast dibîne. Lê Komxebata Kurmancîyê ji ber sedema li jorê dîyarkirî, bi piranî awayê yekem (-ek-a) tercîh dike.

Îzafe û navdêrên her du zayendan yên pirhejmar

Gireya îzafeyê ya her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên pirhejmar “-ên” e.

a) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin, gireya “-ên”ê werdigirin.

bajarên mezin, hespên min, mehînên min, qelemên xweşik

Herçî navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar in ku bi dengdêran diqedin, “-y-”ya pevgirêdanê dikeve navbera wan û gireya “-ên”ê.

berûyên Dêrikê, çîyayên bilind, nameyên min, pencereyên mezin, xanîyênbilind

b) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar

Nenasyarîya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar, bi gireya <-(y)in>ê pêk dihê.

hin hesp→hespin

Lê wekî ji bo hemû kategorîyên din hat dîyarkirin, di vê kategorîyê da jî tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê ji bo navdêrên her du zayendan yên nenasyar û pirhejmar, eynî wekî ya navdêrên her du zayendan yên nasyar û pirhejmar e; ango “-(y)ên” e.

hin çavên şîn→çavinên şîn hin hespên wan→hespinên wan hin mehînên boz→mehîninên boz hin perdeyên malê→perdeyinên malê

Di vê mijarê da, fikireka din heye ku li gor wê, divê ev nimûne weha bihên nivîsîn:

hin çavênşîn→çavine şîn hin hespên wan→hespine wan hin mehînên boz→mehînine boz hin pencereyên malê→pencereyine malê

Ji xwe, yek ji wan nimûneyên di nivîsa Celadet Bedirxanî da jî “hespine Soro” ye û ew vê yekê weha şirove dike:

“Herçî ‘e’-ya ‘hespine Soro’ ye ev ‘e’ di esilê xwe de “en” bû û ‘n’ jê ketiye û li şûna ‘hespinen Soro’ îro dibêjin ‘hespine Soro’. Ji xwe ‘n’ işareta gelejmariyê; û ji ber ko di ‘ine’ de ‘n’ ek heye ji xwe jê re hewce namîne.”

Bedir-Xan, C. A; “Bingehîn Gramêra Kurdmancî -8-”,  Hawar, hejmar: 34

Lê herçî tercîha vê Rêberê ye, awayê pêşîn e, ango awayê ku di nivîsîna kurmancîyê da, “-n”ya nîşana pirhejmarîyê li derveyî nahêle û îzafeya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar bi awayê “-(y)ên”ê dinivîse.

Parastina awayê leksemî di navdêran da

Prensîpa sereke

Gava ku gireyên tewang û îzafeyê bi navdêran ve dibin, prensîpa sereke ya ji bo nivîsîna wan ew e ku divê ku awayê bêjeyê yê leksemî bihê parastin. Divê ku bi tesîra zimanê axaftinê tîp ji wan nehên avêtin, bêje nekevin awayên weha ku di warê naskirin û têgihîştina maneya wan da guman li ba xwendevanan peyda bibe.

Ji bo vê jî divê ku navdêr li gor wan qayîdeyên rastnivîsînê bihên nivîsîn ku xwe dispêrin rêzimana kurmancîyê. Bi vî awayî pêşî li wan sergêjîyan dihê girtin ku ji ber devokên cuda peyda dibin û rê li ber nivîsîneka standard xweş dibe. Divê nehê jibîrkirin ku di navbera zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê da ferq heye. Zimanê nivîsînê bêjeyan bi awayekî zelal dide xuyakirin û bi parastina awayên bêjeyan yên leksemî, têgihîştina naverokê hêsan dike; di warê leksîkografîyê da rêyê li ber sergêjîyan digire.

Çend nimûne ji zimanê axaftinê

❌ awarta qanûnê, awê gotinê, baxçê me, bela te, birê wê, bufa li kolanê, bura wî, deryê me, emelê wî, endîşa wî, gora Xezalê, îdara dibistanê, komîta komelê, kongra salane, masa me, nexweşxana Mêrdînê, perda malê, zavê malê

Pir eşkere ye ku ev nimûneyên ku li jorê ji zimanê axaftinê hatine pêşkêşkirin, di warê naskirina bêjeyan û têgihîştina naveroka wan da, dibin sedema tevlihevî û sergêjîyan.

Gava ku mirov di nivîsekê da çav li “emelê wî” bikeve, gelo mirov dê çawa bizane bê ev “zikçûna wî” ye, yan “kirina” wî ye, yan “karkerê wî” ye?

Nimûneya “birê wê” jî her weha ye. Gelo mirov dê çawa bizane bê ev “birê wê” ango “beşê/qismê wê” ye, yan jî “birayê wê” ye?

Helbet, sergêjî û tevlihevîya navbirî gelek in. Loma ya baştir û sergêjîbir ew e ku mirov pêgirîya qayîdeya parastina awayê navdêran yê leksemî bike û nimûneyên zimanê axaftinê yên li jorê pêşkêşkirî, bi vî awayî binivîse:

awarteya qanûnê, awayê gotinê, baxçeyê me, belaya te, derîyê me, birayê wê, bufeya li kolanê, buroya wî, emeleyê wî, endîşeya wî, goreya Xezalê, îdareya dibistanê, komîteya komeleyê, kongreya salane, maseya me, nexweşxaneya Mêrdînê, perdeya malê, zavayê malê

Gava ku navdêr di dema borî da bikera lêkera têper be, divê ku di rewşa tewandî da bihê nivîsîn. Hingê navdêra ku tişte ye -bi şertê ku tiştekî din tewangê li ser wê ferz neke- divê ku nehê tewandin.

Ji bo agahdarîyên bêhtir, bnr “Divê ku nivîsîna kurmancîyê pêgirîya nîvergatîfîyê bike”.

Şêrko Xezal dît. Şêrko Xezal dîtiye. XezalêŞêrko dît. Xezalê Şêrko dîtiye.

Nivîsîna cihnavan

Nivîsîna cihnavên kesî

Cihnavên kesî, du grûp in û weha dihên nivîsîn:

Grûp: 1
Grûpa xwerû
Grûp: 2
Grûpa tewandî
ezmin
tute
ewwî/wê
emme
hûnwe
ewwan

Ji bo agahdarîyên bêhtir, bnr “Divê ku nivîsîna kurmancîyê pêgirîya nîvergatîfîyê bike”.

Nivîsîna cihnavên pirsîyarî

Grûpa xwerûGrûpa tewandî
kîjankîjanî (di cihê navdêrên nêr da)
kîjankîjanê (di cihê navdêrên mê da)
kîjankîjanan (di cihê navdêrên pirhejmar da)

Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa xwerû dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa xwerû dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn:

Kî dibêje? Ez dibêjim. Kîjan baş e. Ew xortê bejindirêj baş e. Kîjan ji wan dê beşdar bibin?  Ew mamostayên kevin dê beşdar bibin.

Pirsên ku bi cihnavên pirsîyarî yên grûpa tewandî dest pê dikin, bersivên wan ji cihnavên kesî yên grûpa tewandî dihên wergirtin û weha dihên nivîsîn:

Kê got?               Min got. Kîjanî ji wan ji te ra got?    Wî xortî ji min ra got. Kîjanê ji wan ji te ra got?   Wê xwendekarê ji min ra got. Kîjanan ew dîtiye?            Wan kesan ew dîtiye.

Nivîsîna rengdêran

Nivîsîna rengdêrên nesade

Rengdêrên nesade yên ku bi “bi-”, “bê-” û “ne-”yê çêdibin :

Rengdêrên nesade yên ku bi “bi-”, ”bê-” û “ne-“yê çêdibin, divê ku wekî bêjeyekê bihên dîtin û bi hevûdin ve bihên nivîsîn. Lewra qayîdeya sereke ew e ku bêjeyek gava ku rengdêr be, bi hevûdin ve dihê nivîsîn.

Gava ku hin ji van bêjeyên nesade bi hokerî bihên bikarînan, parçeyên wan -wekî di van nimûneyan da jî xuya dibe- ji hevûdin cuda dihên nivîsîn. Nimûne: Min çaya xwe bi şekirvexwar. Em dê bê şik wî jî bibînin. Ez bê guman ji te hez dikim..

bîra binî çaya bişekir derdê derman gelîyên dar gelîyên bidar gundê av mirovê zirav peyva guman xwarina xwê xwarina bixwê xwarina birûn xwarina rûn mirovê nebaş ava nezelal mêrxasê nemir mêrê neçê

Peyvên durengdêrî

Qayîdeya giştî ya ji bo nivîsîna peyvên dunavdêrî, ji bo peyvên durengdêrî jî derbas dibe*. Loma rengdêra ku hejmara kîteyên wê kêmtir berê dihê gotin û nivîsîn û ya din jî piştî <û>yê dihê gotin û nivîsîn.

* bnr. Peyvên dunavdêrî

a)

Rengdêrên ku kîteyên wan kêmtir in, berî wan kîteyan dihên nivîsîn ku kîteyên wan pirtir in.

baş û xerab dûr û dirêj jîr û zana qenc û xerab reş û belek sar û germ têr û tijî tî û birçî

Nivîsîna lêkeran

Di nivîsîna kurmancîyê da qayîdeya giştî ew e ku lêker ji parçeyên axaftinê yên din cuda dihên nivîsîn.

Nivîsîna lêkerên sade

Kopula li gel parçeyên axaftinê yên din (ku bi dengdêran diqedin û nedengdêran diqedin) weha dihê nivîsîn:

Ez kurd im Tu kurd î Ew kurd e Em kurd in Hûn kurd in Ew kurd in Ez swêdî me Tu swêdî Ew swêdî ye Em swêdî ne Hûn swêdî ne Ew swêdî ne

Lêkerên sade ji parçeyên axaftinê yên din cuda dihên nivîsîn.

Baran dibare. (barîn) Çêlek li mêrgê diçêre. (çêrîn) Diranê min diêşe. (êşîn) Ew benîştê xwe dicû. (cûtin) Ew bizinê didoşe. (dotin) Ew ji malê direve. (revîn) Ew karê xwe dike. (kirin) Ew qelemekê dikire. (kirîn) Ew wî dibîne. (dîtin) Ew xwarinê dixwe. (xwarin) Ez bi wî dikenim. (kenîn) Ez derîyî digirim. (girtin) Wî nameyek şand. (şandin)

Nivîsîna lêkerên nesade

Lêkerên nesade jî wekî hemû lêkerên din, ji parçeyên axaftinê yên nelêkerî cuda dihên nivîsîn. Lê ji navên wan jî dîyar e ku lêkerên nesade bi xwe ji çend bêjeyan pêk dihên. Hin beşên lêkerên nesade hene ku bi parçeyên xwe yên lêkerî ra bûne yek lê hin jî cuda ne.

Loma lêkerên nesade ji alîyê nivîsînê ve dabeşî du grûpan dibin:

  • Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn
  • Lêkerên nesade yên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn

Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn

Hin lêkerên nesade hene ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn.

pêşgir + lêkera sade

Ev cureyên lêkeran ji pêşgiran (da-, hil-, ra-, rû-, ve-, vê-, wer-) û lêkerên sade pêk dihên. Bi serê xwe tu maneya van pêşgiran tune ye. Loma di rastnivîsîna vî cureyî da, qayîdeya sereke ew e ku divê pêşgir bi tu awayî ji lêkerên sade nehên veqetandin û hertim bi wan ve bihên nivîsîn.

dagirtin, dagerîn, daxistin, hilînan, hilgirtin, hilkirin, hilkişîn, rabûn, raçandin, ragirtin, raketin, rakirin, raxistin, niştin, vebûn, vedan, vegerandin, vegerîn, vegevizandin, vegevizîn, vegirtin, vemirandin, vemirîn, vekirin, veqetandin, veqetîn, vexistin, vexwarin, ketin, xistin, wergerandin, wergerîn, wergirtin

Parçeyên lêkerên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn

Lêkerên hevedudanî hene ku ji parçeyên wekî navdêr+lêker, rengdêr+lêkeran an jî  ji daçek+cihnav+lêkeran pêk dihên. Parçeyên van cureyên lêkerên hevedudanî ji hevûdin cuda dihên nivîsîn.

av dan, avjenî kirin, bang dan, bar kirin, ber dan(berhem dan), bi cih înan, bi dar da kirin, bi hev ketin, bi hev ve kirin, bi rê kirin, bi ser ve bûn, bi ser xwe ve hatin, dehf dan, deng vedan, ders dan, dest jê berdan, dest pê kirin, dev jê berdan, guh dan, guhdarî kirin, heyf hilînan, hîn bûn, hîn kirin, jê birin, jê çûn, jê ketin, jê kirin, jê man, ji ber çûn, ji ber kirin, ji hev ve kirin, ji xwe kirin, kar kirin, kurt kirin, lal bûn, lê çûn, lê dan, lê hatin, lê înan, lê kirin, lê pirsîn, lê xistin, lê werdan, li hev înan, li hev kirin, li hev pirsîn, li xwe kirin, nimêj kirin, rêz kirin, pê hesîn, pê ketin, ser dan, ser jê kirin, serî lê dan, şahîk kirin, şû kirin, tê dan, tê gihîştin, tê werdan, têk çûn, tol hildan, tûj kirin, vala kirin, xeber dan, xelas bûn, xelas kirin, xerab kirin, zarok înan, zeft kirin, zerhimî bûn, zîl dan

Lê kategorîyeka din ya bêjeyên din + lêkera sade heye ku di esilê xwe da hejmareka lêkeran ya zêde nakeve ber. Hêmanên ku lêkerên weha pêk diînin, di proseseka leksîkalîzebûnê ra derbas bûne û li gel lêkerên sade êdî bûne yekparçe. Divê ew wekî bêjeyên nû bihên dîtin. Loma divê ku ev hêmanên lêkerî hemû bi hevûdin ve bihên nivîsîn.

berdan, çêbûn, çêkirin, derbûn, derketin, derxistin

Nivîsîna “dê”ya dema dahatî

Di nivîsîna kurmancîyê da, ji bilî hin awayên pêkvenivîsî (nimûne: tê bibînî, tuê bibînî, tu bibînî, tu bibînî) ev awa hene:

dê, ê, wê, yê tu bibînî, tu ê bibînî, tu bibînî, tu bibînî, tê bibînî

Ji van awayan du awa hene ku herî zêde dihên bikarînan: “” û “ê”.

Ji van her du awayan tercîha Komxebata me ya di vî warî da “” ye.

Divê ku ev”dê” cuda bihê nivîsîn.

Ez biçim. Ez bixwim. Tu biçî.   Tu bixwî.

Rastnivîsîna “bi-”yê di dema dahatî da

Erka bikarînana “bi-”yê ya li gel lêkerên di dema dahatî da, di esilê xwe da nîşanek e ji bo dîyarkirina erênîbûna lêkera di dema dahatî da.

a) Bi lêkerên sade ra

Gava ku lêker sade bin, gireya “bi-”yê dihê pêşîya lêkeran û bi wan ve dihê nivîsîn.

Ez dê bibînim. Ez dê biçim. Ez dê bidim. Ez dê biêşim. Ez dê bigerim. Ez dê bigirim. Ez dê bigirîm. Ez dê bihêlim. Ez dê bikenim. Ez dê bikevim. Ez dê bikim. Ez dê bikujim. Ez dê bilîzim. Ez dê bimeşim. Ez dê bişêlînim. Ez dê bişînim. Ez dê bişom. Ez dê bixwim.

Fraza lêkerî ji çend bêjeyan pêk hatibe jî gireya “bi-”yê dîsan xwe li lêkera sade digire û bi wê ve dihê nivîsîn.

Ev nimûneyên jêrîn vê yekê nîşan didin: Ez dê ser jê bikim. (ser jê kirin) Ez dê li ber bikevim.  (li ber ketin) Ez dê li ber xwe bidim. (li ber xwe dan) Ez dê pêşkêş bikim. (pêşkêş kirin)

Di nivîsîna dema dahatî da, divê ku gireya “bi-”yê bihê nivîsîn. Di zimanê nivîskî da, nenivîsîna wê ne rast e.

Ez dê biçim.Ez dê çim.
Ez dê bigirim.Ez dê girim.
Ez dê bikim.Ez dê kim.
Ez dê bikujim.Ez dê kujim
Ez dê bimeşim.Ez dê meşim.
Ez dê bixwim.Ez dê xwim.

b) Bi lêkerên nesade ra

Li gor rêzimana kurmancîyê, di nivîsîna lêkera nesade da, di esilê xwe da divê ku gireya “bi-”yê bihê nivîsîn. Ji ber ku wekî li jorê jî hat nivîsîn, ew nîşan dîyarkirina erênîbûna dema navbirî ye.

Di hin devokên kurmancîyê da, lêkereka nesade tevî hemû parçeyên xwe bi tevayî wekî lêkerekê dihê hesibandin, loma jî gireya “bi-”yê dihê pêşîya vê tevayîyê.

Ez dê birûnim

Lê Komxebata Kurrmancîyê ji ber wê sedemê ku ev nîşan di vê rewşê da, hem di nivîsînê da hem jî di axaftinê da li gel lêkerên nesade zêde nahê bikarînan, tercîha bi vî awayî dîyar dike:

Herçî lêkerên nesade ne, -ji bilî lêkerên mîna “çêbûn” û “çêkirin”ê- bêyî “bi-”yê dihên nivîsîn.

Ez dê dagirim.Ez dê dabigirim.
Ez dê rawestim.Ez dê rabiwestim.
Ez dê hilkişim.Ez dê hilbikişim.
Ez dê vexwim.Ez dê vebixwim.
Ez dê vegerim.Ez dê vebigerim.
Ez dê dagirim.Ez dê dabigirim.

Nivîsîna “di-”ya di dema niha da

a) Bi lêkerên sade ra

Gava ku lêker sade bin, pêşgira “di-”yê yekser dihê pêşîya lêkeran û bi wan ve dihê nivîsîn.

Ez diafirînim. Ez diajom. Ez diavêjim. Ez dibînim. Ez diçim. Ez didim. Ez digerim. Ez digirim. Ez digirîm. Ez dihêlim. Ez dikenim. Ez dikevim. Ez dikim. Ez dikujim. Ez dilîzim. Ez dimeşim. Ez distînim. Ez dişêlînim. Ez dişînim. Ez dişom. Ez diwestim. Ez dixwim.

Di nivîsîna lêkerên sade da bikarneînana pêşgira “di-”ya dema niha ne rast e.

Ez dikarim.Ez karim.
Ez dizanim.Ez zanim.

Heger lêker ji çend bêjeyan pêk hatibe jî pêşgira “di-”yê dîsan dihê pêşîya lêkera sade û bi wê ve dihê nivîsîn. Wekî ku li nimûneyên jêrîn xuya ye, bi lêkerên “kirin”, “dan” û “ketin”ê ve hatiye nivîsîn:

Ez li ber dikevim. Ez li ber xwe didim. Ez pêşkêş dikim. Ez ser jê dikim.

b) Bi lêkerên nesade ra

Di nivîsîna lêkerên nesade da jî divê ku pêşgira “di-”yê bi wan ve bihê nivîsîn. Ji bo rastnivîsînê divê ku mirov xwe bispêrê rêzimana kurmancîyê.

Di hin devokên kurmancîyê da, lêkera nesade tevî hemû parçeyên xwe bi tevayî wekî lêkerekê dihê hesibandin, loma jî pêşgira “di-”yê dihê pêşîya vê tevayîyê.

❌ Ez dirûnim. ❌ Ez divegerim. ❌ Ez divexwim. ❌ Ez dirazêm

Awayê herî belav ew e ku pêşgira “-di-”yê bi beşê lêkera sade ve dihê gotin û nivîsîn. Ji bo nimûneyê, heger lêkerek ji pêşgira “da-”yê û “girtin”ê -ku lêkereka sade ye- pêk hatibe, pêşgira “di-”yê dikeve navbera pêşgira navbirî û lêkera sade. Ango: pêşgir + di + lêkera sade.

Ew çêdibe. Ez çêdikim. Ez dadigirim. Ez dadikim. Ez hildikim. Ez vedigerim. Ez vedixwim.

Wekî ku li jorê hat dîyarkirin, di warê danîna pêşgira “di-”yê da du mentiq hene. Mirov nikare bibêje ku yek ji wan rast e û ya din xelet e. Ya girîng ne ew e ku ew li pêşîya lêkera nesade bihê danîn, yan jî di navbera pêşgirê/parçeyê pêşîyê û lêkera sade da bihê danîn, lê ya herî girîng ew e ku ew bihê danîn.

Li gel vê jî ya baştir ew e ku awayek ji van her du awayan ji bo nivîsîna kurmancîyê ya standard bihê tercîhkirin.

Ji bo standardê ya baştir ew e ku pêşgira “-di-”yê bi lêkera sade ve bihê nivîsîn. Ev awa di dema me da zêdetir dihê bikarînan û her weha bêhtir belav e. Ji ber vê yekê, ji bo nivîsîneka standard tercîha vê qayîdeyê rêyeka baştir û minasibtir e.

Ango divê weha bihê nivîsîn:

Ez çêdikim. Ez dadigirim. Ez derdikevim. Ez hildigirim. Ez radihêlim. Ez radikevim. Ez radikim. Ez rûdinim. Ez vedigerim. Ez vedikevim.  Ez vedikim. Ez vedizelînim.

Dema ku pêşgira “-di-”yê di dema borîya berdewam da dihê bikarînan jî dîsan heman qayîde derbas dibin:

Min çêdikir. Min dadigirt. Ez derdiketim. Min hildigirt. Min vediziland.

Nivîsîna morfema neyînîyê

Ji bo rastnivîsîna morfema neyînîyê, baştir e ku berê behsa sê guherteyên wê bihê kirin ku hem ji alîyê maneyê ve hem jî ji alîyê fonksîyonê ve yek in; ango ne morfemên cuda ne, alomorf in:

  • a) ne-
  • b) na-
  • c) ni-

Ji bo nivîsîna raweya lêkeran ya neyînîyê, di vî warî da qayîdeya bingehîn ew e ku divê her sê guherte jî bi lêkeran ve bihên nivîsîn.

Guherteya “ni-”yê

Guherteya “ni-”yê bi tenê ji bo du lêkeran dihê bikarînan: karîn, zanîn.

ErênîNeyînî
Ez dikarimEz nikarim
Min dikarîbûMin nikarîbû
Ez dizanimEz nizanim
Min zanîbûMin nizanîbû

Di dema borî ya berdewam da, “ni-” nahê nivîsîn lê “ne”- dihê nivîsîn.

ErênîNeyînî
Min dikarîMin nedikarî
Min dizanîMin nedizanî

Guherteya “na-”yê

Guherteya “na-”yê, bi tenê di dema niha da dihê nivîsîn.

ErênîNeyînî
Ez dibînimEz nabînim
Ez diçimEz naçim
Ez dikujimEz nakujim
Ez dipeyivimEz napeyivim
Ez dixwazimEz naxwazim
Ez dixwimEz naxwim

Guherteya “ne-”yê

Guherteya “ne-”yê, di hemû demên din da dihê nivîsîn.

Ez neçûm. / Ez dê neçim. Ez dê nexwazim. / Min nexwast. Ez dê nexwim. / Min nexwar. Ez dê nebînim. / Min nedît. Ez dê nepeyivim. / Ez nepeyivîm .

Nivîsîna morfema neyînîyê bi lêkerên nesade ra

Ji nimûneyên jêrîn jî dîyar dibe ku heger lêker lêkereka nesade be jî “na-” dîsan bi beşê lêkera sade ve dihê nivîsîn. Ango: pêşgir+ na+ lêkera sade

Tiştên ku ji bo “-na”yê dihên gotin, ji bo “-ne”yê jî derbas dibin. Nimûne: Ez ranezam. Min çênekir. Ez ranebûm. Min veneşart.

RaderErênîNeyînî
çêkirinEz çêdikimEz çênakim
daxistinEz dadiximEz danaxim
derketinEz derdikevimEz dernakevim
hilkirinEz hildikimEz hilnakim
rabûnEz radibimEz ranabim
rawestinEz radiwestimEz ranawestim
razanEz radizêmEz ranazêm
vegerînEz vedigerimEz venagerim
veşartinEz vedişêrimEz venaşêrim

Awayekî din jî di nava kurmancîaxêvan da heye ku ferqê naxe navbera lêkera sade û ya nesade, loma jî morfema neyînîyê datîne pêşîya beşê lêkera nesade yê yekem. Li gor vî awayî, nimûneyên jorîn weha dihên nivîsîn:

❌ Ez naçêkim. Ez nadakim. Ez naderkevim. Ez nahilkim. Ez narabim. Ez narawestim. Ez navegerim. Ez naveşêrim. Ez narazêm.

Ji van her du awayan, yê ku zêdetir dihê bikarînan, awayê yekem e. Loma, ji bo nivîsîna standard ya lêkerên nesade, ev qayîde minasibtir e:

“pêşgir + na + lêkera sade”.

Ango, divê li gor nimûneya “Ez çênakim” û hwd bihê nivîsîn.

Gava ku rola “ne”yê neyînîkirina temamkera lêkerê be

Gava ku rola “ne”yê neyînîkirina temamkera lêkerê be, cuda dihê nivîsîn.

Ev jin ne yara te ye. Ew ne hevalê min e. Ew ne merd e. Fransa ne germ e. Mirovê ku serê te diêşîne, ne ez im. Nexweşîya wî ne kanser e.

Gava ku rola “ne”yê çêkirina rengdêran be

Gava ku bi “ne”yê rengdêrek çêbibe, divê ku bi wê bêjeyê ve bihê nivîsîn ku bi hevûdin ra rengdêrekê pêk diînin.

Ev jin neyara te ye. Em dê hevalê xwe yê nemir bi bîr biînin. Mirovê neheq nabêje “Ez neheq im”. Tu xêr ji mirovê neqenc nahê.

Têbînî: Min vedikir. Min venedikir (Hin kes jî weha dibêjin: min nevedikir) ”ne-” dihê pêşîya progresîvê.

Divê ku nivîsîna kurdîya kurmancî pêgirîya nîvergatîfîyê bike

p>Di kurmancîyê da, di hin rewşan da ergatîfî heye lê ew ne zimanekî ergatîf yê kamil e. Di kurmancîyê da nîşana ergatîfîyê, bi tenê di demên borî yên hevokên lêkerên têper da xuya dibe. Kurmancî, ji bo lêkerên têper, di dema niha û dema dahatî da nîşana sîstemeka din, nîşana akuzatîfîyê dîyar dike. Ji ber vê yekê ye ku kurmancî wekî zimanekî nîvergatîf dihê binavkirin. Nîvergatîfî ji bo kurmancîyê taybetmendîyeka bingehîn e û “mohra kurmancîyê”* ye. Loma divê ku di nivîsîna kurmancîyê da pêgirîya vê taybetmendîya bingehîn bihê kirin û ev mohr bi awayekî zelal dîyar bibe.

* Hirorî, Newzad; “Ergatîvî mohra kurmanciyê ye

  • a) Ergatîfî di lêkerên têper da û bi tenê di hemû demên borî da xuya dibe.
  • b) Di ergatîfîyê da, di navbera biker û lêkerê da hevahengî tune ye.
  • c) Nîşana beşê hevokê yê netewandî her dem li lêkeran xuya ye. Ango lêkerên kurmancîyê bi tenê pêgirîya beşên hevokan yên netewandî dikin.
  • ç) Di hevokên têper yên dema borî da, tişte hertim absolutîf in, ango netewandî ne. Loma mêjera tişteyan ji nîşanên li lêkerên têper dihê famkirin.
  • d) Nîvergatîfî taybetmendîyeka kurmancîyê ya bingehîn e. Bêyî pêgirîya vê taybetmendîyê, kurmancîyeka standard ne mimkun e. Ji ber vê yekê, divê ku ev taybetmendîya rêzimana kurmancîyê ya bingehîn bibe taybetmendîya nivîsîna kurmancîyê ya bingehîn jî.

Gava ku biker û tişte navdêr bin:

Xwendekarî mamosta gerand.Xwendekar mamosta gerand.
Xwendekaran mamosta gerand.Xwendekaran mamostayan gerandin.
Ehmedî Eyşe dît.Ehmedî Eyşeyê dît.
Eyşeyê heval dîtin.Eyşeyê hevalan dîtin.

Gava ku biker û tişte cihnav bin:

Me tu şandîMe te şand
Me ew şandMe wî/wê şand
Me hûn înanMe we îna
Me ew înanMe wan îna
Min ew dîtMin wî/wê dît
Min ew dîtinMin wan dît
Min hûn dîtinMin we dît
Min tu birîMin te bir
Min tu dîtîMin te dît
Te em hêlanTe me hêla
Te ew birTe wî/wê bir
Te ew dîtinTe wan dît
Te ez birimTe min bir
Te ez dîtimTe min dît
Te ez şandimTe min şand
We em şandinWe me şand
We em birinWe me bir
We ew înanWe wan îna
We ew kuştWe wî/wê kuşt
We ew şandinWe wan şand
We ez hêlamWe min hêla
Wî/Wê ew birWî/Wê wî/wê bir
Wî/Wê em înanWî/Wê me îna
Wî/W ew birinWî/wê wan bir
Wî/Wê ez înamWî/Wê min îna
Wî/Wê ez şewitandimWî/Wê min şewitand
Wî/Wê hûn birinWî/wê we bir
Wî/Wê tu birîWî/Wê  te bir
Wî/ Wê  tu kuştîWî/ Wê  te kuşt

Nivîsîna awayê lêkera tebatî (pasîf)

Di kurmancîyê da lêkerên têneper (întransîtîv) nabin tebatî.

Loma awayên nivîsîna hevokên nimûneyên jêrîn şaş in.

❌ Av hat kelîn. ❌ Bûk hat xemilîn. ❌ Li me dihê gerîn. ❌ Li vê mijarê pir hat fikirîn. ❌ Li ser pirsa çareserîyê hat rawestin. ❌ Li ser vê pirsgirêkê hat sekinîn. ❌ Pirtûk ji îngilîzîyê hatiye wergerîn.

Ji bo tebatîkirinê, divê lêker têper bin.

✔ Av hat kelandin. ✔ Bûk hat xemilandin. ✔ Pirtûk ji îngilîzîyê hatiye wergerandin.

Lewra lêkerên ku bi awayê tebatî bihên bikarînan, bi tenê lêkerên têper (transîtîv) in.

Ev lêkerên têper û lêkera “hatin”ê –ku lêkereka têneper e- bi hevûdin ra lêkera tebatî pêk diînin.

Nivîsîna lêkera têper di avakirina awayê tebatî da

Beşê lêkera têper yê ku bi “hatin”ê ra wekî parçeyekî awayê tebatî dihê bikarînan, heger ji çend bêjeyan pêk hatibe, ev çend bêjeyên wê bi hevûdin ve dihên nivîsîn. Wekî “hatin pêşkêşkirin”ê ku esilê wê ji “hatin” û “pêşkêş kirin”ê çêbûye. Ji ber ku di avakirina awayê lêkera tebatî da ya nekêşayî (fînît), ne lêkera têper e. Lêkera têper di avakirina awayê tebatî da lêkereka nekêşayî (înfînît) ye.

Kêşana lêkera tebatîkirinê

Di avahîya lêkera tebatî da, wekî ku li jorê jî hat dîyarkirin, lêkera kêşayî lêkera “hatin”ê ye. Lewra ya ku li gor demê tê kêşan, nîşana kesan lê dîyar dibe û morfema neyînîkirinê dikare bihê pêşîya wê, ew bi xwe ye. Lê lêkera têper ya ku ji bo pêkînana awayê tebatî, li gel lêkera “hatin”ê dihê bikarînan, ne li gor deman ne jî li gor kesan dihê kêşan.

Komxebata Kurmancîyê formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema niha û dema dahatî bi vî awayî tesbît kirine:

  1. Formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema niha ev in:
    • Ji bo kesên yekhejmar: “dihêm, dihêyî, dihê”
    • Ji bo kesên pirhejmar: “dihên”
  2. Formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema dahatî ev in:
    • Ji bo kesên yekhejmar: “bihêm, bihêyî, bihê”
    • Ji bo kesên pirhejmar: “bihên”

Wekî dihê zanîn, ji bo her du demên navbirî formên din jî dihên bikarînan ku li jêrê dihên pêşkêşkirin. Komxebata Kurmancîyê van forman jî wekî bîformên lêkera “hatinê” yên her du demên navbirî qebûl dike.

  1. Bîformên lêkera “hatin”ê ji bo dema niha ev in:
    • Ji bo kesên yekhejmar: “têm, têyî, tê”
    • Ji bo kesên pirhejmar: “tên”
  2. Bîformên lêkera “hatin”ê ji bo dema dahatî ev in:
    • Ji bo kesên yekhejmar: “bêm, bêyî, bê”
    • Ji bo kesên pirhejmar: “bên”

Lêkera têper di konstruksîyona tebatî da

Lêkera têper di konstruksîyona tebatî da, ji alîyê bilêvkirinê ve nêzîkî navdêra lêkerî ye. Nimûneyeka wê, lêkera “pêşkêş kirin”ê ye. Di vê lêkera têper da, guvaşa sereke li ser kîteya “pêşkêş”ê ya duyem e; ango li ser “-kêş”ê ye. Lê di konstruksîyona tebatî da, ango di “hat pêşkêşkirin”ê da cihê guvaşê dihê guhertin û diçe ser kîteya bêjeya “kirin”ê ya dawî; ango diçe ser “-rin”ê. Ev jî ji alîyê bilêvkirinê ve wê nêzîkî bilêvkirina navdêra lêkerî dike.

Heger mirov li lêkerên van nimûneyên jêrîn binêre, hingê mirov dê hevşibîna wan û navdêrên lêkerî baştir bibîne.

  1. Me kitêbên xwe 'xwendin.

    Di vê hevokê da, guvaşa ku bi lêkerê ve eleqedar e, li ser kîteya yekem e; ango guvaş li ser “-xwen”ê ye.

  2. Xwen'din ji bo me jî baş e.

    Di vê hevokê da, guvaşa di navdêra lêkerî da -guvaşa di “xwendin”ê da- li ser kîteya duyem e; ango li ser “-din”ê ye.

  3. Ev kitêb hatin xwen'din.
  4. Di vê hevoka tebatî da, guvaş di kîteya“xwendin”ê ya dawî da ye; ango li ser “-din”ê ye. Ev jî nîşana wê ye ku bilêvkirina wê û ya “xwendin”a nimûneya duyem (navdêra lêkerî) yek in.

Dîyar e beşê ku piştî lêkera “hatin”ê dihê bikarînan, di şikilê navdêra lêkerî da ye û ji ber wê yekê, heger ji çend bêjeyan pêk hatibe, baştir e ku ew çend bêje bi hevûdin ve bihên nivîsîn da ku ew jî wekî navdêra lêkerî, bi awayê serrast bihê bilêvkirin.*

hat avakirin, hat serjêkirin, hat jibîrkirin, hat serrastkirin, hat bidûrxistin, hat bilêvkirin

* Herçî Hawar e, di vî warî da nîşanên her du awayan lê xuya ne:

  • a) Nimûneyên ku bi hevûdin ve hatine nivîsîn:“ji nuh ve hatine hevedudanîn” (hejmar:1, r. 2), “Lê di yek bûnê de ew tiştên an kesên ko hatine lihevanîn”, (hejmar:3, r. 5) “Ji sebebên bingehî pêve ko yek bi yek hatine ravekirin”, (hejmar:8, r. 7) “Ev nivîsarên ha pêşdetir hatine civandin û di bin navê (Tevayîya nivisar û bîrên Marêşal Moltkê) di sala 1892 an de li Berlinê ji nû ve hatine çapkirin.” (hejmar:23, r.1), “Belê xanî bi her tiştên xwe welê hatine lêkirin ko di wextê şer û pevçûnan de bi kêrî wan biên, ji wan re bibin şergeh û asêgeh.” (hejmar:24, r. 1), “(23000) zelam û (47000) jin û zaro bi destê tirkan hatin şerjêkirin.” (hejmar:24, r. 6), “Liwa Rihayê ko tê da Berazan tenê kurd hatine nîşandan ji van qezan û eşîran bi hevketî ye.” (hejmar:29, r. 7), “Dipirsim ez hero sed car çira bax im ne hat avdan?” (hejmar:31, r. 9), “bihata şerjêkirin” (hejmar:32, r. 5), “hatine şerjêkirin”, (hejmar:33, r. 1)
  • b) Nimûneyên ku ji hevûdin cuda hatine nivîsîn “hatine nîşan kirin” (hejmar:2, r. 6), “dihatin bi nav kirin” (hejmar:3, r. 5), “yên ko nehatin tehcir kirin” (hejmar:6, r. 1), “hatine mana kirin” (hejmar:27, r. 12), “hatine nîşan dan” (hejmar:30, r. 11), “lê ne hatine bi nav kirin” (hejmar:32, r. 11), “Çi kirin, ne kirin; çi gotin, ne gotin; bivê nevê ev ne hatine belav kirin.” (hejmar:44, r. 11), “hatine helal kirin” (hejmar:55, r. 1)

Parçeyê awayê tebatî yê nefinît û navdêra lêkerî

Divê bihê dîyarkirin ku xetera tevlihevkirina lêkerên têper yên parçeyên awayê tebatî û navdêrên lêkerî tune ye. Lewra lêkerên têper yên ku di avakirina tebatî da dihên bikarînan, li gor tu zayendan natewin. Lê zayenda hemû navdêrên lêkerî ye û gava ku bi lêkereka têneper ra bihên bikarînan, divê ku li gor bûnê bitewin (bnr. “Nivîsîna navdêrên lêkerî”).

1) Ew hat dîtin.

Ev hevok hevokeka tebatî ye. Lewra yê ku hat dîtin ew e. Ew ji alîyê hinan ve hat dîtin.

2) Ew hat dîtinê.

Ev hevok ne hevokeka lêkera tebatî ye. Ew hat ku bibîne. Bêjeya “dîtin”ê di vê hevokê da navdêreka lêkerî ye, loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

3) Ew hat merkirin.

Ev hevok hevokeka lêkera tebatî ye. Maneya wê ev e; devera ku hat merkirin ew e. Ew ji alîyê hinan ve hat merkirin.

4) Ew hat merkirinê.

Ev hevok ne hevokeka lêkera tebatî ye. Ew hat ku merkirinê bike. Bêjeya “merkirin”ê ya ku di vê hevokê da heye, ne lêker e lê navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

5) Ew hat serjêkirin.

Awayê vê hevokê awayê tebatî ye. Maneya wê ev e; yê serîyê wî jê bû ew e.

6) Ew hat serjêkirinê.

Ev hevok ne avakirineka lêkera tebatî ye. Maneya wê ev e; Ew hat ku serîyî jê bike. Bêjeya “serjêkirin”ê ya ku di vê hevokê da heye, navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

7) Ew hat xwarin.

Awayê vê hevokê awayê tebatî ye. Maneya wê ev e; yê/ya ku hat xwarin ew e, ew bi xwe hat xwarin. Ew ji alîyên hinan ve hat xwarin.

8) Ew hat xwarinê.

Ev hevok ne hevokeka tebatî ye. Maneya wê ev e; Ew hat ku bixwe, yan jî ew ji bo xwarinê hat. Bêjeya “xwarin”ê ya ku di vê hevokê da heye, ne lêker e, lê navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.

Nivîsîna parengên dema borî

Parengên dema niha, di kurmancîyê da ji bilî çend nimûneyan (firinde, gerînende, balinde, dirinde, xişende, gewende) nemane. Loma mijara vî beşî, parengên dema borî ne. Ev pareng, ji “rehên lêkeran yên dema borî + [y]î”yê çêdibin. Nivîsîna wan, divê ku di du kategorîyên cuda da bihê nîşandan:

1) Nivîsîna parengên ji lêkerên sade

2) Nivîsîna parengên ji lêkerên nesade

Nivîsîna parengên ji lêkerên sade

Gava ku parengên dema borî wekî dîyargînên navdêran dihên bikarînan, divê ku nehên tewandin.

ava kelandî goştê kutayî malên firotî mêrê mirî leşkerê kuştî pereyê mayî

Nivîsîna parengên ji lêkerên nesade

a) Yên netewandî

Divê ku hemû beşên hevedudanî yên parengên lêkerên nesade û netewandî, bi hevûdin ve bihên nivîsîn.

çarşîya sergirtî dewarên serjêkirî gundê wêranbûyî kulîlkên avdayî pereyên jibermayî tiştên jibîrkirî xanîyê jihevdeketî

b) Yên tewandî

Heger beşekî lêkerên nesade tewandî be, divê ku hemû beşên parengan yên hevedudanî ji hevûdin cuda bihên nivîsîn.

di bîrê da mayî (Tiştê di bîrê da mayî, di nameyê da hat nivîsîn.) ji bîrê çûyî (Tiştê ji bîrê çûyî, ne pir girîng e.) ji darê ketî (Yê ji darê ketî, kurê cîranê me ye.) ji derya derketî (Ew ecêba ji deryayê derketî, em hemû tirsandin.) ji hevalan veqetîyayî (Mirovê ji hevalan veqetîyayî, dibe parîyê guran.) top li malê ketî (Yê top li malê ketî, nasê min e.)

Nivîsîna navdêrên lêkerî

Ji navên wan jî dîyar e ku ev cureyên navdêran ji lêkeran dihên çêkirin.

Nivîsîna navdêrên ku ji lêkerên sade dihên çêkirin

Navdêrên ji lêkerên sade, ji alîyê forma xwe ve wekî raweya lêkerên sade ya raderê dihên nivîsîn.

LêkerNavdêrên lêkerî
çûnçûn (çûna wî)
dîtindîtin (dîtina me)
firînfirîn (firîna çivîkan)
hatinhatin (hatina mêvanan)
ketinketin (ketina te)
kuştinkuştin (kuştina wî)

Nivîsîna navdêrên ku ji lêkerên nesade dihên çêkirin

Navdêrên lêkerî yên nesade ji çend bêjeyan pêk hatibin jî bi hevûdin ve dihên nivîsîn.

a) Lêkerên ji du bêjeyan pêkhatî

LêkerNavdêrên lêkerî
guhdarî kiringuhdarîkirin (guhdarîkirina te)
lê gerînlêgerîn (lêgerîna we)
xeber danxeberdan (xeberdana me)

b) Lêkerên ji sê bêjeyan pêkhatî

LêkerNavdêrên lêkerî
bi ser ketinbiserketin (biserketina me)
pê ve kirinpêvekirin (pêvekirina wê)
ser jê kirinserjêkirin (serjêkirina mirîşkê)
serî lê danserîlêdan (serîlêdana mêvanan)

c) Lêkerên ji sê bêjeyan zêdetir

LêkerNavdêrên lêkerî
bi ser xwe ve hatinbiserxwevehatin (biserxwevehatina wê)
li ber xwe danliberxwedan (liberxwedana we)

Zayenda navdêrên lêkerî

Hemû navdêrên lêkerî ji alîyê zayenda xwe ve ne û divê ku ew li gor bûnê bihên tewandin û nivîsîn.

Tewanga navdêrên lêkerî

a) Navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nasyar -wekî her navdêreka mê- bi “-ê”yê dihên tewandin.

dema biserxwevehatinê dema liberxwedanê dema xeberdanê encama lêgerînê pîrozkirina biserketinê sedema kuştinê

b) Navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nenasyar jî -wekî her navdêreka mê- bi “-ê”yê dihên tewandin.

dema biserxwevehatinekê dema liberxwedanekê dema xeberdanekê encama lêgerînekê pîrozkirina biserketinekê sedema kuştinekê

c) Navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nasyar -wekî her navdêreka pirhejmar- bi “-an”ê dihên tewandin.

encama lêgerînan îmkana liberxwedanan pîrozkirina biserketinan sedema kuştinan şansa biserxwevehatinan xweşbûna xeberdanan

ç) Navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar jî -wekî her navdêreka pirhejmar- bi “-an”ê dihên tewandin.

encama hin lêgerînan→encama lêgerîninan îmkana hin liberxwedanan→îmkana liberxwedaninan pîrozkirina hin biserketinan→pîrozkirina biserketininan şansa hin biserxwevehatinan→şansa biserxwevehatininan sedema hin kuştinan→sedema kuştininan xweşbûna hin xeberdanan→xweşbûna xeberdaninan

Di vê mijarê da fikireka din jî heye. Li gor wê, navdêra lêkerî ya pirhejmar û nenasyar, bi “-a”yê dihê tewandin û di esilê xwe da ev “-an”e lê ji ber ku berî wê wekî nîşana pirhejmarîyê “n”yek heye, du caran “n” hewce nake; “n” jê dikeve, sivik dibe û “-a”dimîne. Ango divê ku wisa bibe:

encama hin lêgerînan→encama lêgerînina îmkana hin liberxwedanan→îmkana liberxwedanina pîrozkirina hin biserketinan→pîrozkirina biserketinina sedema hin kuştinan→sedema kuştinina şansa hin biserxwevehatinan→şansa biserxwevehatinina xweşbûna hin xeberdanan→xweşbûna xeberdanina

Lê tercîha Komxebata Kurmancîyê ya di vî warî da –wekî ku li jorê jî hatiye dîyarkirin- ew e ku “-n”ya nîşana pirhejmarîyê her bimîne û gireya tewanga navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar bi “-an”ê bihê nivîsîn.

Îzafe û navdêrên lêkerî

a)

Ji ber ku navdêrên lêkerî ji alîyê zayenda xwe ve “mê” ne, gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nasyar jî -wekî her navdêreka mê ya yekhejmar û nasyar - “-a” ye.

biserketina kurdan biserxwevehatina nexweşan kuştina lêgerîna hikûmetê liberxwedana kurdan xeberdana te

b)

Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nasyar “-ên” e.

biserketinên kurdan biserxwevehatinên nexweşan kuştinên wan lêgerînên civaknasan liberxwedanên kurdan xeberdanên zimannasan

c)

Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nenasyar wekî gireya îzafeya navdêrên mê ye. Nimûneyên jêrîn li gor tercîha Komxebata Kurmancîyêhatine danîn. Lê ji bo îzafeya navdêrên mê yên yekhejmar yên nenasyar bnr. 22.2 b).

biserketineka hêja biserxwevehatineka bilez kuştineka xerab lêgerîneka baş liberxwedaneka mezin xeberdaneka xweş

ç)

Gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar “-ên” e.

hin biserketinên kurdan→biserketininên kurdan hin biserxwevehatinên nexweşan→biserxwevehatininênnexweşan hin kuştinên wan→kuştininên wan hin lêgerînên civaknasan→lêgerîninên civaknasan hin liberxwedanên kurdan→liberxwedaninên kurdan hin xeberdanên zimannasan→xeberdaninên zimannasan

Di vê mijarê da jî fikireka din xuya dibe. Li gor wê, gireya îzafeyê ya ji bo navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar “-e” ye û di esilê xwe da ev “-ên”e lê ji ber ku berî wê wekî nîşana pirhejmarîyê “n”yek heye, du caran “n” hewce nake; “n” jê dikeve, sivik dibe û “-e”dimîne. Ango li gor vê fikirê, divê ku wisa bibe:

hin biserketinên kurdan→biserketinine kurdan hin kuştinên wan→kuştinine wan hin lêgerînên civaknasan→lêgerînine civaknasan hin liberxwedanên kurdan→liberxwedanine kurdan hin xeberdanên zimannasan→xeberdanine zimannasan

Lê tercîha Komxebata Kurmancîyê ya di vî warî da jî –wekî ku li jorê hatiye dîyarkirin- ew e ku “-n”ya nîşana pirhejmarîyê her bimîne û divê ku gireya tewanga navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyarî, wekî ya navdêrên pirhejmar û nasyar bin, ango divê ku bi “-ên”ê bihê nivîsîn.

Nivîsîna daçekan

a) Daçek serbixwe dihên nivîsîn

Di nivîsîna daçekan da qayîdeya yekem ew e ku hemû cureyên daçekên kurmancîyê -ji çend beşan pêk hatibin jî- divê ku serbixwe bihên nivîsîn. Ango divê ku daçek bi bêjeyên din ve nehên nivîsîn.

Lewra ew jî wekî rengdêr, navdêr, cihnav hwd cureyekî peyvan e û çawa ku ev cureyên cuda dihên nivîsîn divê ew jî cuda bihên nivîsîn.

b) Daçek natewin lê ditewînin

Qayîdeya duyem jî ew e ku daçek natewin lê ditewînin. Lewra her daçekek dîyargîneka xwe heye û dîyargîna ku bi daçekekê ra bihê nivîsîn, divê ku bihê tewandin. Ango daçek hikimî li dîyargînên xwe dikin. Ev jî dihê wê maneyê ku di nivîsîna kurmancîyê da, daçek tu caran nahên tewandin lê hemû navdêr, hejmarnav û cihnavên ku bi daçekan ra frazeka daçekî pêk diînin, divê ku bihên tewandin.

Ev qayîdeya duyem di nivîsînê da îmkaneka pratîk pêşkêş dike û bi vî awayî, parçeyên daçekê û parçeyên ku ne aîdî daçekê ne, bi hêsanî ji hevûdin dihên cihêkirin: Parçeyê ku hat tewandin, ne parçeyê daçekê ye û ji daçekê nahê hesibandin.

c) Cureyên daçekên kurmancîyê

Di kurmancîyê da, ji cureyên daçekan (adpozîsyon), pêşdaçek (prepozîsyon) û bazinedaçek (sîrkumpozîsyon) hene.

Nivîsîna pêşdaçekên kurmancîyê

Hin ji pêşdaçekên kurmancîyê sade ne, hin bi alîkarîya yên sade ji hin bêjeyên din peyda bûne û hin jî ji hin bêjeyên din ber bi daçekbûnê ve hatine guhertin. Her du cureyên pêşdaçekan yên dawî pêşdaçekên nesade ne.

a) Pêşdaçekên sade

bibi kêrêbi tebi çaran
bêbê Xezalê te şeşan
jiji Mêrdînê ji te ji çaran
lili Dihokê li te  li heftan

b) Pêşdaçekên nesade

li bali ba malê li ba te li ba çaran
li berli ber malê li ber teli ber yekê
li binli bin maseyê li bin teli bin çaran
li serli ser maseyê li serteli ser pêncan
li gorli gor Xezalê li gor teli gor çaran
li paşli paş xanîyî li paş teli paş yekî
li pêşli pêş mamostayî li pêş teli pêş yekê
li piştli pişt dibistanê li pişt teli pişt her çaran
ji boji bo Berfînê ji bo teji bo pêncan
ji berji ber Xanimê ji ber teji ber çaran
ji binji bin xanîyî ji bin teji bin yekê
ji paşji paş zilamî ji paşteji paş yekê
ji piştji pişt xanîyî ji pişt teji pişt dehan

Nivîsîna bazinedaçekên kurmancîyê

Bazinedaçekên bingehîn ji du beşan pêk dihên û her du beşên wan bi hevûdin ra bazinedaçekê pêk diînin. Ev cureyên bazinedaçekan, bêjeyan dixin navbera xwe. Ango beşekî wan li pêşîya bêjeyan, beşê din li paşîya bêjeyan dihên danîn. Heger bazinedaçek ji sê beşan pêk hatibe, hingê her du beşên pêşîyê li pêşîya bêjeyan dihên danîn, beşê sêyem jî li paşîya bêjeyan dihê danîn.

Herçî beşên bazinedaçekan yên duyem in, sê awayên cuda xuya dibin:

  1. … da, … ra, … va
  2. … de, … re, … ve
  3. … da, … ra, … ve

Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem, ango sîstema “… da, … ra, … ve” wekî awayê standard qebûl kiriye. Komxebat her du awayên din, ango awayên “ … da, … ra, … va” û “… de, … re, … ve” jî wekî bîformên awayê standard destnîşan kirine.

Bazinedaçek û nimûneyên wan li jêrê dihên pêşkêşkirin:

bi … ra                bi Xezalê ra bi … ve                bi dîwarî ve di … da               di bêrîkê da di … ra                di çarşîyê ra ji … ra                 ji dibistanê ra ji … ve                 ji alîyekî ve ber bi … ve               ber bi malê ve di ber … da              di ber malbatê da di bin … da               di bin xanîyî da di ber … ra               di ber dibistanê ra

Bêjeya ku di navbera beşên bazinedaçekan da bihê nivîsîn, divê ku bihê tewandin.

Nivîsîna hejmarnavan

Gava ku behsa hejmarnavan dibe, yekser reqem dihên bîra mirovî. Lê di esilê xwe da, hejmarnav dibe ku hem bi reqeman hem jî bi tîpan bihên nîşandan.

Hingê ji bo derbirîna hejmarnavan divê ku mirov kengê reqeman û kengê tîpan bi kar biîne?

Kengê tîp û kengê reqem?

Divê berî her tiştî bihê zanîn ku dereceya ku yekê ji wan derdixe pêş, dereceya girîngîyê ye. Lewra gelek caran jî cureyê nivîsê û kontekst dîyar dike bê kengê tîp yan jî reqem dihên bikarînan.

Herçî tiştên ku di vî warî da wekî qayîde xuya dibin, ew tişt in ku encamên tecribeyan in û piştî demekê bûne adet. Li gor wan, baştir e ku mirov tîp û reqeman weha binivîse:

a)

Hejmarnavên heta dehan bi tîpan binivîse û yên jê mezintir jî bi reqeman binivîse.

Her weha mirov tercîh bike ku van hejmarnavan jî bi tîpan binivîsê dê baştir be: deh, bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, mîlyon, mîlyar, trîlyon, trîlyar, katrîlyon, katrîlyar, kentîlyon, kentîlyar. Lewra ji bo nimûneyê, di nivîsê da “mîlyar” ji “1 000 000 000”î kurttir e û nivîsîna bi vî awayî wexteka kêmtir digire.

b)

Heta ku mirov mecbûr nemîne, tîp û reqeman têkilî hevûdin neke, ango wan bi hevûdin ra nenivîse. Hejmarnavan yan bi tenê bi reqeman yan jî bi tîpan binivîse. Ango bi awayê “2 mîlyon”an nenivîse; yan bi awayê “du mîlyon”an binivîse, yan jî weha binivîse: “2 000 000”. Lê di nivîsên bank û tîcaretê da mirov dikare tîp û reqeman bi hevûdin ra binivîse.

c)

Di van rewş û karan da hejmarnav bi reqeman dihên nivîsîn:

  1. problemên matematîkê
  2. tarîfeyên demê
  3. bihayên tiştan
  4. encamên pêşbazîyên sporê ✔ 1-3, 2-1, 3-0 ❌ Yek-sê, du-yek, sê-sifir
  5. karên mihasebeyê
  6. karên statîstîkê
  7. di nivîsekê da gava ku hejmar pir girîng bin
  8. numreyên tişt, dever, kategorîyan û hwd Kolana Newrozê 47, qat: 4, sinif: 5, xal: 3
  9. hejmarên li gel nîşanên mîna % û ‰

    % 25, ‰ 2
  10. hejmarên dehekî

    3,14
  11. li gel kurtkirinên bêjeyên mîna rûpel û bergan 21, b. 3
  12. li gel kurtkirinên pîvanan

    Lê gava ku reqem li gel kurtkirinên pîvanan hatin bikarînan, divê ku di navbera reqema dawî û kurtkirinê da navberek hebe.

    500 GB, 100 Hz, 100 kHz, 21 m, 5 cm, 47 kg, 47 km, 20 V
  13. Gava ku hejmarnaveka ji 10an piçûktir li gel hin hejmarên mezintir bihê nivîsîn û hejmarnavên mezintir bi reqeman bihên nivîsîn, ya baş ew e ku mirov hejmarnava ji 10an piçûktir jî wekî hejmarnavên mezintir bi reqeman binivîse da ku di eynî cihî da hin hejmarnav bi reqeman hin jî bi tîpan nehên nivîsîn, wekî hevûdin bihên nivîsîn û tevlihevî çênebe.

Em dê di roja 10an, 17an û 25an da li ser hevûdin 3 caran bicivin.

Ya baştir ew e ku ev hevok weha nehê nivîsîn:

Em dê di roja dehan, 17an û 25an da li ser hevûdin caran bicivin.

ç)

Di van rewş û karan da hejmarnav bi tîpan dihên nivîsîn:

  1. hejmarnavên heta dehan
  2. meqbûz çar hezar û şeş sed û pêncî û du ewro (4 652 ewro)
  3. peymanên tîcarî
  4. protokol
  5. belgeyên resmî
  6. hejmarên tam yên mezin du mîlyar, sê mîlyon
  7. hejmarên teqrîbî Nêzîkî çar hezar xwendekar ji dibistanê hatin avêtin. Teqrîben du hezar kes dê dengên xwe bidin me.
  8. nivîsên qanûnan Kesên ku hejdeh salên xwe qedandibin, piştî serlêdanê, bi biryara Wezareta Pêşmergeyan dikarin bibin pêşmerge lê ji bo kesên hevdehsalî destûra dê û bavan pêwîst e.

d)

Di nivîsîna hejmarnavan da, mirov li van tiştan miqate be, dê baş bibe:

  1. Ya baş ew e ku mirov bi reqeman dest bi hevokan neke. Ji ber ku hûrdek û girdekên reqeman tune ne, xwendevan dibe ku bikeve dudilîyê ka ev destpêka hevokeka nû ye yan na.
  2. Gava ku hevokek bi reqemekê biqede û hevoka bi dû wê da jî bi reqemê dest pê bike, xwendina nivîsê dibe ku ji bo xwendevanan zehmet bibe. Loma ya baş ew e ku mirov nehêle ku hevokeka nivîsê bi reqemekê biqede û hevoka ku piştî wê dihê bi reqemekê dest pê bike.

    Sermayeya şirketê bû 200 000. 200 000 têra berfirehkirina şirketê dike.

    Baştir e ku ev hevok weha bihê nivîsîn:

    Sermayeya şirketê bû 200 000. Ev 200 000 jî têra berfirehkirina şirketê dike.

  3. Di hevokekê da, ji bo nîşandana hejmarnavan, divê ku mirov carekê bi reqeman carekê jî bi tîpan nenivîse. Divê ku yan hemû bi reqeman bihên nivîsîn yan jî bi tîpan.

    Di mîtîngê da 14 kes hatin kuştin û bîst û çar kes jî birîndar bûn. Baştir e ku ev hevok weha bihê nivîsîn: Di mîtîngê da 14 kes hatin kuştin û 24 kes jî birîndar bûn. Her weha mirov dikare vê hevokê weha jî binivîse: Di mîtîngê da çardeh kes hatin kuştin û bîst û çar kes jî birîndar bûn.
  4. Gava ku di hejmarnavan da xêzik (–) hat bikarînan, divê ku mirov rêyê nede şaştêgihîştinan.

    Meaşê wî 4 – 500 ewro ye.

    Di vê hevokê da heger mebesta mirovî “400 – 500” ewro be, hingê divê ku ew bi awayê “4-500”î nehê nivîsîn. Divê ku ew bi awayê “Meaşê wî 400 – 500 ewro ye” bihê nivîsîn.

    Herçî nimûneya jorîn e, mebest “di navbera 400î û 500î da” ye. Ev hin caran bi awayekî şaş weha dihê nivîsîn: dinavbera 400500î da.

    Ji ber ku maneya xêzika navbera hejmarnavan bi xwe “navber” e, hingê mirov dikare weha bixwîne: di navbera 400 û 500î da.

    Loma divê ku mirov vê frazê yan bi awayê “di navbera 400î û 500î de” binivîse û bixwîne, yan jî bi awayê “di 400­­ – 500î da” binivîse û bi awayê “di navbera 400 û 500î da” bixwîne. Lê herçî awayê “di navbera 400 - 500î da” ye, divê ku nehê nivîsîn.

  5. Gava ku xêzik di navbera reqeman da dihê danîn, wekî di nimûneya jorîn da jî dîyar e, divê ku berî xêzikê û piştî wê navber tune be.

    400­­–500
  6. Ji bo nîşankirina tixûbê hezarî baş e ku piştî reqema ku hezarî îfade dike navber hebe.

    3 950
  7. Ya baş ew e ku hejmarên teqrîbî bi nivîskî bihên nivîsîn. Nêzîkî çar sed kes beşdarî xwepêşandanê bûn û li derûdora sed kesên din jî li wan temaşe dikir.

Grûpkirina hejmarnavên bi reqeman nivîsandî

Gava ku mirov bi reqeman hejmarnaveka mezin dinivîse, mirov ji dawîyê ve dest pê dike û reqeman sê bi sê dike grûp. Ango hejmarnavên mezin bi awayekî weha dihên nivîsîn da ku ji alîyê rastê ber bi çepê ve grûpên sêreqemî çêbibin.

Di navbera grûpan da bi tenê navber heye û tu nîşaneka din di navbera wan da nahê danîn.

2 500 12 245 212 345 1 212 245

Nivîsîna hejmarên telefonan

Reqemên hejmarên telefonan, bi awayekî weha dihên senifandin da ku bi hêsanî bihên jiberkirin û di bîra mirovî da bimînin. Reqem, ji alîyê çepê ber bi rastê ve, yan du du yan jî sê sê dibin grûp.

1) Hejmarên telefonê:

  • Hejmarên pêncreqemî: 313 23
  • Hejmarên şeşreqemî: 31 32 32 yan jî 313 232
  • Hejmarên heftreqemî: 313 23 23
  • Hejmarên heştreqemî: 313 323 23 yan jî 31 33 23 23

2) Hejmara telefonê li gel koda bajarî:

0482–313 23 23

3) Hejmara telefonê li gel koda welat û bajarî:

+49 221 313 323 23

(49 koda welatî, 221 koda bajarî, 313 323 23 hejmara telefonê ye.)

4) Hejmara telefonê li gel koda welat û bajarî û numreya girêdanê:

+49 221 313 323 23/347

(49 koda welatî, 221 koda bajarî, 313 323 23 hejmara telefonê, 347 jî numreya girêdanê, ango numreya hundirî ye.)

Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê

Ji bo nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê, divê ku mirov van du pirsan zelal bike.

a)

Hilbijartina xalbendîyê ya ku tixûbên saet, deqîqe, sanîye û salîseyê nîşan dide û wan ji hevûdin vediqetîne.

b)

Bikarînana wan ya di hevokê da

  1. Tixûbên saet, deqîqe û sanîyeyê bi cotxalê (:) dihên nîşandan.
    • Nivîsîn: 06:25
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe
    • Nivîsîn: 06:25:45
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye
    • Pirs: Saet çend e?
    • Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye ye.
  2. Tixûbê salîseyê, bi bêhnokê (,) dihê nîşandan.
    • Nivîsîn: 06:25:45,24
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse
    • Nivîsîn: 06:03:45,24
    • Bilêvkirin: sifir şeş û sifir sê deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse
    • Pirs: Saet çend e?

    • Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse ye.

  3. Sih deqîqeyên li gel hejmareka saetê dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:
    • Nivîsîn: 06:30
    • Bilêvkirin: 1. sifir şeş û sih deqîqe 2. sifir şeş û nîv
    • Nivîsîn: 18:30
    • Bilêvkirin: 1. hejdeh û sih deqîqe 2. hejdeh û nîv
    • Di sîstema analog da têgihên “berî nîvroyê” (kurtkirin: bn û bilêvkirin: bene) û “piştî nîvroyê” (kurtkirin: pn û bilêvkirin: pene) dihên bikarînan.

      Li gor vê sîstemê ev nimûneyên ha bi vî awayî dihên nivîsîn û bilêvkirin:

    • 6:30 bn
    • Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê berî nîvroyê 2. şeş û nîvê beneyê (şeş û sihê beneyê) 3. şeş û nîv bn

    • 6:30 pn
    • Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê piştî nîvroyê 2. şeş û nîvê peneyê (şeş û sihê peneyê) 3. şeş û nîv pn

  4. Panzdeh deqîqeyên ku li gel hejmareka saetê ye dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:
    • Nivîsîn: 06:15
    • Bilêvkirin: sifir şeş û 15 deqîqe
    • Nivîsîn: 06:15
    • Bilêvkirin: sifir şeş û çaryek

      Li gel bazinedaçeka “ di … da ” yê

      Di vî warî da ev awayên cuda dihên bikarînan:

      1. saet di … da
      2. di saet … da
      3. saet ... da
      4. saet …(bê bazinedaçekê)

      Ji van awayan awayê sêyem ku wekî paşdaçekê xuya dibe, di zimanê axaftinê da heye. Di esilê xwe da ev parçeyê bazinedaçekê ye ku parçeyê wê yê pêşî hebûye, lê di axaftinê da winda bûye.

      Awayê çarem ku bê bazinedaçek e, di zimanê axaftinê da heye. Di esilê xwe da bazinedaçeka wê (di ... da) hebûye, lê di axaftinê da winda bûne.

      Ji awayê yekem û awayê duyem, tercîha Komxebatê awayê duyem e. Ango “di saet … da” ye. Ji ber ku ew li gor awayê yekem, ango li gor “saet di … da” serrasttir e û loma wekî awayê standard hatiye qebûlkirin.*

      * Di Hawarê da jî her ew awa hatiye bikarînan: “di saet pêncan de” (Hejmar: 32),“di saet heftan de” (Hejmar: 49).

    • Pirs: Di saet çendan da?

    • Bersiv: Di saet çaran da.

    • Pirs: Tu dê di saet çendan da bihêyî?

    • Bersiv: Ez dê di saet çaran da bihêm.

Xêzik di nivîsîna demê da

Gava ku mirov bixwaze bide zanîn ku ji bo nimûneyê; Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê, ji saet 12an heta saet 18an vekirî ye, mirov weha dinivîse:

Pirtûkxane ji saet 12–18an vekirî ye.

Hejmarnavên bingehîn

sifir, yek, du*, sê**, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh, deh

* Di hin cureyên kurmancî da ji bedêla vê hejmarnavê ev jî dihên gotin: “di, dû, didi, didu, dudu”.

** Di hin cureyên kurmancî da ji bedêla vê hejmarnavê ev jî dihên gotin: “sisê.

yazdeh, duwazdeh, sêzdeh, çardeh, panzdeh, şazdeh, hevdeh, hejdeh, nozdeh, bîst deh, bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, hezar, mîlyon, mîlyar, trîlyon, trîlyar, katrîlyon, katrîlyar, kentîlyon, kentîlyar ∞ du sed, sê sed, çar sed, pênc sed, şeş sed, heft sed, heşt sed, neh sed du hezar, sê hezar, çar hezar, pênc hezar, şeş hezar, heft hezar, heşt hezar, neh hezar du mîlyon, sê mîlyon, çar mîlyon, pênc mîlyon, şeş mîlyon, heft mîlyon, heşt mîlyon, neh mîlyon du mîlyar, sê mîlyar, çar mîlyar, pênc mîlyar, şeş mîlyar, heft mîlyar, heşt mîlyar, neh mîlyar

Ji hejmarnava bîstî heta dawîyê, gihaneka “û”yê dikeve navbera hejmarnavan.

bîst û yek, bîst û du, bîst û sê, bîst û çar, bîst û pênc, bîst û şeş, bîst û heft, bîst û heşt, bîst û neh sih, sih û yek, sih û du, sih û sê, sih û çar, sih û pênc, sih û neh çil û yek, çil û neh, pêncî û du, pêncî û neh, şêst û yek, heftê û sê, heştê û pênc, nod û heft sed û yek, hezar û yek, hezar û nod û neh, hezar û sed, hezar û sed û yek, hezar û sed û nod û neh mîlyon û sed, mîlyar û sed û yek, trîlyon û sed, trîlyar û sed, katrîlyon û yek, katrîlyar û yek, kentîlyon û sed, kentîlyar û sed ∞

Tewanga hejmarnavan

Di kurmancîyê da zayenda hejmarnavan jî heye. Lê di warê zayenda wan da, di nivîsîna kurmancîyê da du awa xuya dibin:

a)

Lewra hin kurmancîaxêv zayenda hejmarnavên bingehîn “mê” dihesibînin, li gor wê dinivîsin û her weha di halê tewandinê da jî wan li gor zayenda “mê” ditewînin.

ji yekê, ji duyê, ji sêyê, ji çarê, ji pêncê, ji şeşê, ji heftê, ji nehê, ji dehê, ji bîstê, ji sihê, ji heftê û pêncê, ji nodê, ji sedê, ji hezarê, ji mîlyonê, ji mîlyarê û hwd

Kurmancîaxêvên ku miameleya mêbûnê bi hejmarnavan dikin, bi reqeman jî weha dinivîsin: ji 20ê, ji 90ê, ji 100ê, ji 1000ê û hwd.

b)

Hin kurmancîaxêv jî hejmarnavan nêr dihesibînin û di wan rewşan da ku rêzimana kurmancîyê tewangê ferz dike, hejmarnavan li gor zayenda nêr ditewînin.

Komxebata me piştî minaqeşeyên piralî her du awayan jî di nivîsîna kurmancîyê da qebûl dike. Lê heger mirov ji bo nivîsînê sîstemekê ji van her du sîsteman hilbijêrê divê ku pêgirîya sîstema hilbijartî bi awayekî lihevkirî bike.

Ev awayê duyem ku zayenda hejmarnavan nêr dihesibînin, di kovara Hawarê da û her weha di nivîsîna kurmancîyê ya dema me da jî awayê têrbelav e.

Di zaravayê kirmanckî (zazakî) da jî zayenda hejmarnavan nêr e.

Li gor vî awayî:

1) Hejmarnavên kurmancîyê yên bingehîn, ji bilî hejmarnava “yek”ê*, hemû “nêr” in.

* Hejmarnava “yek”ê jî di hin cihan da “nêr” dihê hesibandin û ev yek di hin nimûneyan da xuya dibe: yekê gulanê, yekê mehê.

2) Ji hejmarnava“du”yan heta “nozdeh”an hemû hejmarnav bi “-an”ê dihên tewandin:

ji duyan, ji sêyan, ji çaran, ji pêncan, ji şeşan, ji heftan, ji heştan, ji nehan, ji dehan, ji yazdehan, ji duwazdehan, ji sêzdehan, ji çardehan, ji panzdehan, ji şazdehan, ji hevdehan, ji hejdehan, ji nozdehan

3) Hejmarnavên ji duyan heta nehan, di dawîya kîjan hejmarnavên mezin da bin, dîsan her bi wî awayî dihên tewandin û nivîsîn:

ji bîst û duyan, ji bîst û sêyan, ji bîst û çaran, ji sih û pêncan, ji çil û şeşan, ji pêncî û heftan, ji şêst û heştan, ji heftê û çaran, ji heştê û heştan, ji nod û nehan, ji sed û çaran, ji neh sed û heftan, ji hezar û pêncan û hwd “Îsal gihişte çil û çaran”

Hawar, hejmar: 33, r. 10

4) Hejmarnavên ji duyan heta nozdehan ku bi “-an”ê dihên tewandin, navdêran dixin bin hikimê xwe û wan li gor xwe ditewînin.

Di wê sîstemê da ku hejmarnavan mê dihesibînin, hemû hejmar –ji bilî hejmarnava yekê- navdêran dixin bin hikimê xwe û wan bi ”-an”ê ditewînin.

bi du zêran, bi sê dolaran, bi çar çêlekan, bi pênc bizinan, bi şeş zarokan, bi heft jinan, bi heşt mêran, bi neh xwendekaran, bi deh mamostayan, bi yazdeh dewletan, bi duwazdeh welatan, bi sêzdeh bajaran, bi çardeh hevalan, bi panzdeh pirtûkan, bi şazdeh endaman, bi hevdeh beşdaran, bi hejdeh mehînan, bi nozdeh hespan

5) Hejmarnavên bîst, sih, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, sed, hezar, mîlyon, mîlyar û hwd bi [-î]yê dihên tewandin. Helbet, gava ku hejmarnav bi dengdêrekê biqede, berî vê [-î]yê [-y-]ya pevgirêdanê dihê.

ji bîstî, ji sihî, ji çilî, ji pêncîyî, ji şêstî, ji heftêyî, ji heştêyî, ji nodî, ji sedî, ji hezarî, ji mîlyonî, ji mîlyarî

6) Navdêrên ku li gel van hejmarnavên navbirî dihên bikarînan jî li gor wan dihên tewandin û nivîsîn:

bi bîst zilamî, bi sih xwendekarî, bi çil karkerî, bi pêncî hevalî, bi şêst jinî, bi şêst dewletî, bi heftê mêrî, bi heştê leşkerî, bi nod pêşmergeyî, bi sed beşdarî, bi hezar endamî, bi mîlyon zilamî, bi mîlyar dolarî
  1. Hin nimûneyên ji Mem û Zînê (Ehmedê Xanî, Weşanxaneya “Gün”ê, 1968): “çil zêrî” (r. 154), “çil rojî” (r. 226), “deh carî” (r. 338), “çil carî” (r. 338), “sed carî” (r. 338), “çil salî” (r. 446), “sed avî” (r. 446).
  2. “Ji bîstî heya sedî” (Reşîd Kurd, Rêzman a Ziman ê Kurmancî, r. 62, Şam, 1956).
  3. Nimûneyên ji ”Tarixa edebyeta kurdî (Qanatê Kurdo, Öz-Ge Yayınları, Ankara, 1992): “di tarîxa heşt sed û bîstî” (r. 15), “Yek ji sedî” (r. 149), “Hezar û nehsedî şîn bûme” (r. 156)

7) Di tewanga hejmarnavên nesade da, yên ku tesîrê dikin, ne hejmarnavên pêşîn in, hejmarnavên paşîn in. Loma li gor hejmarnavên paşîn dihên tewandin.

ji bîst û yekê, ji çil û çaran, ji pêncî û pêncan, ji sed û çilî, ji hezar û yekê, ji hezar û çaran, ji hezar û sedî

8) Hejmarnava “hezar”î, gava ku bi serê xwe be, wekî li jorê dîyarkirî dihê tewandin lê gava ku bi hejmarnaveka din ra bihê bikarînan û ew bi xwe jî hejmarnava paşîn be, dikeve bin hikimê wê hejmarnavê û li gor wê dihê tewandin.

ji sê hezaran, ji çar hezaran, ji pênc hezaran, ji şeş hezaran, ji heft hezaran, ji heşt hezaran, ji neh hezaran, ji deh hezaran, ji yazdeh hezaran, ji duwazdeh hezaran, ji sêzdeh hezaran, ji çardeh hezaran, ji panzdeh hezaran, ji şazdeh hezaran, ji hevdeh hezaran, ji hejdeh hezaran, ji nozdeh hezaran

Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.

ji bîst hezarî, ji sih hezarî, ji çil hezarî, ji pêncî hezarî, ji şêst hezarî, ji heftê hezarî, ji heştê hezarî, ji nod hezarî, ji sed hezarî

9) Tewandina hejmarnava ku navê wê “mîlyon” e jî wekî hejmarnava “hezar”î ye.

ji du mîlyonan, ji sê mîlyonan, ji çar mîlyonan, ji pênc mîlyonan, ji şeş mîlyonan, ji heft mîlyonan, ji heşt mîlyonan, ji neh mîlyonan, ji deh mîlyonan, ji yazdeh mîlyonan, ji duwazdeh mîlyonan, ji sêzdeh mîlyonan, ji çardeh mîlyonan, ji panzdeh mîlyonan, ji şazdeh mîlyonan, ji hevdeh mîlyonan, ji hejdeh mîlyonan, ji nozdeh mîlyonan

Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.

ji bîst mîlyonî, ji sih mîlyonî, ji çil mîlyonî, ji pêncî mîlyonî, ji şêst mîlyonî, ji heftê mîlyonî, ji heştê mîlyonî, ji nod mîlyonî, ji sed mîlyonî

10) Tiştên ku li jorê ji bo tewandina hejmarnava “hezar”î hatin gotin, ji bo hejmarnavên mîlyar, trîlyon, trîlyar, katrîlyon, katrîlyar, kentîlyon, kentîlyar û yên din jî derbas dibin.

ji du mîlyaran, ji du trîlyonan, ji du trîlyaran, ji du katrîlyonan, ji du katrîlyaran, ji du kentîlyonan, ji du kentîlyaran

Lê piştî hejmarnavên bîst, sih û hwd bi [-î]yê dihê tewandin.

ji bîst mîlyarî, ji bîst trîlyonî, ji bîst trîlyarî, ji bîst katrîlyonî, ji bîst katrîlyarî, ji bîst kentîlyonî, ji bîst kentîlyarî

11) Hejmarnava “yek”ê mê ye û bi “-ê”yê dihê tewandin.

ji yekê pêlika bîst û yekê sala şêst û yekê şeva hezar û yekê

Gava ku hejmarnava “yek”ê dikeve pêşîya navdêrekê, tesîra wê ne mîna tesîra hejmarnavên din e. Lewra ew li ser tewandina navdêran tesîrê nake. Navdêrên ku li gel hejmarnava “yek”ê dihên bikarînan, li gor zayenda xwe dihên tewandin:

ji yek jinê, ji yek kurî, ji yek zilamî ji bîst û yek bajarî, ji sih û yek dewletê, ji çil û yek miletî, ji pêncî û yek destî, ji şêst û yek dibistanê, ji heftê û yek neteweyî, ji heştê û yek xanimê, ji heştê û yek xulamî, ji nod û yek mêvanî, ji sed û yek mêrî

12)Herçî “nîv” e, gava ku bi serê xwe be, bi “-î”yê dihê tewandin.

ji nîvî

Gava ku “nîv” li gel hejmarnavên din bihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe lê ew bi xwe dikeve bin hikimê wan û li gor wan dihê tewandin.

ji yek û nîvê ji du û nîvan ji deh û nîvan ji bîst û nîvî ji sih û nîvî ji çil û nîvî ji pêncî û nîvî

Gava ku “nîv” li gel navdêran jî dihê bikarînan, wan naxe bin hikimê xwe û navdêr bi tewanga xwe dihên tewandin.

ji nîv dolarî, ji nîv îsotê, ji nîv karî, ji nîv kundirî, ji nîv nanî, ji nîv sêvê, ji nîv şekirî, ji nîv xwarinê, ji nîv zebeşî Ez nîv îsotê dixwim. Ez nîv karî dikim. Ez nîv nanî dixwim. Ez nîv sêvê dixwim. Ez nîv şekirî dixwim.

Nivîsîna gireya tewangê

Nimûneyên ji Hawarê (hejmar: 24): sala hezar û nehsed û heştan, sala hezar û heştsed û sih û heştan , sala hezar û heştsed û sêyan, sala hezar û heşt sed û bîst û nehan, sala hezar û heştsed û sihî, sala hezar û heştsed û yekê. (Hejmar: 27):sala hezar û neh sed û sih û pêncan, sala hezar û neh sed û nozdehan

Gireya tewangê ya li gel hejmarnavên bi tîpan, ji hejmarnavan venaqete û bi wan ve dihê nivîsîn. Loma gava ku mirov hejmaran bi tîpan dinivîse, tu pirsgirêk tune ye.

Ez çaran nahesibînim. Ez dehan dibînim. Ez sedî didim. Ez hezarî qebûl dikim.

Ev nimûneyên ha di wê sîstemê da ya ku hejmarnavan mê dihesibînin, bi vî awayî dihên nivîsîn: Ez çarê nahesibînim. Ez dehê dibînim. Ez sedê didim. Ez hezarê qebûl dikim.

Li gel hejmarnavên bi reqeman

Heta niha di nivîsîna kurmancîyê da, gireya tewangê bi çend awayên cuda dihê nivîsîn:

  • a) bi apostrofê (sala 40’î, ji 19’an, ji 1’ê)
  • b) bi bendikê (sala 40-î, ji 19-an, ji1-ê)
  • c) bi navberê (sala 40 î, ji 19 an, ji 1 ê)
  • ç) pêvenivîsîn (sala 40î, ji 19an, ji 1ê)

a) Wekî ku ji nimûneyên jorîn jî dîyar dibe, hin kes di kurmancîyê da apostrofê ji bo jihevveqetandina hejmarnavê û gireya tewangê bi kar diînin.

Lê gireya tewanga hejmarnavan, mêjer û zayenda hejmarnavan nîşan dide û parçeyekî wan bi xwe ye. Gava ku hejmarnav bi tîpan dihên nivîsîn, gireya tewangê ji wan nahê veqetandin. Gava ku bi reqeman dihên nivîsîn jî hewce nake ku em bi apostrofê gireya tewangê ji hejmarnavan veqetînin. Heger mirov gireya tewangê ji hejmarnavan veqetîne, alozî û sergêjî dê zêdetir bibin. Ji ber vê yekê, ya baş ew e ku gava ku hejmarnav bi reqeman dihên nivîsîn, apostrof nehê bikarînan û gireya tewangê û hejmarnav bi hevûdin ve bihên nivîsîn.

sala 60î, ji 17an, ji 21ê

b) Tiştên ku me li jorê ji bo bikarînana apostrofê nivîsîn ji bo bikarînana bendikê jî çêdibe ku bihên gotin. Loma, hewce nake ku di nivîsîna kurmancîyê da, hejmarnav û gireya tewanga wan bi bendikê ji hevûdin bihên veqetandin.

c) Gireya tewangê, parçeyekî hejmarnavan e û nabe ku ji wan cuda, bi serê xwe bihê nivîsîn. Loma jihevcudanivîsîna vê gireyê û hejmarnavan ne awayekî minasib e.

ç) Ji agahdariyên jorîn dihê famkirin ku gireya navbirî, parçeyekî hejmarnavan e û formekê dide wan. Loma, ya herî minasib ew e ku gireya tewanga hejmarnavan ji wan nehê cudakirin û bi wan ve bihê nivîsîn.*

hejmara 100î, ji 1000î, sala 1945an, gulana 1639an

* Nimûneyên ji Hawarê: sala 1930î (hejmar: 34), hejmara 40î (hejmar: 41), Adara 1940î (hejmar: 33), sala 1860î (hejmar: 33), sala 1500î (hejmar: 49), sala 1941ê (hejmar: 29), sala 1781ê (hejmar: 43), sala 1802an (hejmar: 27), sala 1942an (hejmar: 40), sala 1943an (hejmar: 40), sala 1914an (hejmar: 35), sala 1925an (hejmar: 30), sala 1847an (hejmar: 54), sala 1938an (hejmar: 37), sala 928an (hejmar: 30), sala 1919an (hejmar: 35), Îlona 1939an (hejmar: 33), (sala 1939an (hejmar: 36)

Nivîsîna îzafeyê ya li gel hejmarnavan

Ji ber ku zayenda hejmarnavan nêr e, dema ku wekî dîyarkirîya frazekê dihên bikaranîn, gireya îzafeyê ya ji bo wan “-ê” ye.

Gava ku hejmarnav bi dengdêrekê biqede, “-y-”ya tîpa pevgirêdanê dikeve navbera nimînendeya dengdêra hejmarnavê ya dawî û gireya îzafeyê.

yekê gulanê, yekê* mehê, yekê şevê

* Di warê zayenda hejmarnava “yek”ê da dijîtîyek heye. Gava mirov bide ber beşê “Tewanga hejmarnavan” ev dijîtî zelaltir xuya dibe.

du mehê, sê mehê, çarê mehê, pêncê mehê çarê şevê, çarê gulanê, çarê nîsanê pêncê adarê, şeşê nîsanê, heftê gulanê, heştê hezîranê, nehê tîrmehê, dehê tebaxê, şeşê rojîyê

Hejmarnavên rêzîn

Hejmarnavên rêzîn, li gor qayîdeyên jorîn û bi alîkarîya “yê”, “ya”, “yên”ê dihên çêkirin.

Kurmancîaxêvên ku hejmarnavan mê dihesibînin, hejmarên rêzîn weha dinivîsin: yê/ya yekê, yê/ya duyê, yê/ya sêyê, yê/ya çarê, yê/ya pêncê, yê/ya şeşê, yê/ya heftê, yê/ya heştê, yê/ya nehê, yê/ya dehê, yê/ya bîstê, yê/ya sihê, yê/ya çilê, yê/ya pêncîyê, yê/ya şêstê, yê/ya heftêyê, yê/ya heştêyê, yê/ya nodê, yê/ya sedê, yê/ya hezarê, yê/ya mîlyonê, yê/ya mîlyarê û hwd

yê/ya yekê, yê/ya duyan, yê/ya sêyan, yê/ya çaran, yê/ya pêncan, yê/ya şeşan, yê/ya heftan, yê/ya heştan, yê/ya nehan, yê/ya dehan, yê/ya yazdehan, yê/ya duwazdehan, yê/ya sêzdehan, yê/ya çardehan, yê/ya panzdehan, yê/ya şazdehan, yê/ya hevdehan, yê/ya hejdehan, yê/ya nozdehan, yê/ya bîstî, yê/ya sîyî, yê/ya çilî, yê/ya pêncîyî, yê/ya şêstî, yê/ya heftêyî, yê/ya heştêyî, yê/ya nodî, yê/ya sedî, yê/ya hezarî, yên sedî, yên hezarî

a) Li gel navdêran

beşê duyan, mirovê sêyan, jina çaran, kolana pêncan, sala şeşan, pirtûka heftan, xwendekarê nehan, beşdarê dehan, sala sedî, sala hezarî

b) Ji bo standardkirina hejmarên rêzîn

Ji ber ku di nava kurmancîaxêvan da di pirsa zayenda hejmaran da cudabûnek heye û li gor hin devokan zayenda wan nêr e, li gor hin devokan jî mê ye, ji bo çareserkirina vê pirsê û peydakirina standardekê, hewcedarî bi rêyeka çareserkirinê ya pratîk heye. Piştî tecrubeyan, rêyeka pratîk peyda bûye ku ew jî bikarînana morfema “-em”ê ye. Hin nivîskarên kurmancîyê êdî bi vî awayî dinivîsin. Hilbijartina bi vî awayî dê di warê hejmarên rêzîn da standardekê peyda bike.

Ji ber vê yekê, tevî qayîdeya li jorê dîyarkirî jî ya baştir ew e ku kurmancîaxêv ji bo hejmarnavên rêzîn li ser vê “-em”ê li hevûdin bikin, wê bikin bingehê standardkirinê û hejmarên rêzîn bi vî awayî binivîsin: hejmarnav + -em

yekem, duyem, sêyem, çarem, pêncem, şeşem, heftem, heştem, nehem, dehem, yazdehem, duwazdehem, sêzdehem, çardehem, panzdehem, şazdehem, hevdehem, hejdehem, nozdehem, bîstem, sedem, hezarem

Nivîsîna hejmarnavên dehekî

Hejmarên dehekî, bi reqeman û bêyî navberê dihên nivîsîn.

Nîşana dehekîyê bêhnok (,) e.

4,25

Heger hejmara dehekî ji yekê kêmtir bibe, divê ku sifirek (0) berî bêhnokê bihê danîn.

0,75

Li hin welatan xal (.) wekî nîşana dehekîyê dihê bikarînan. Lê li gelek welatan jî xal wekî nîşana tixûbê hejmara hezarî dihê bikarînan. Li piranîya welatên Ewropayê û gelek welatên cîhanê yên din nîşana dehekîyê bêhnok e. Ya baş ew e ku em jî di nivîsîna kurmancîyê da bêhnokê wekî nîşana dehekîyê bi kar biînin.

Nivîsîna hejmarnavên sedekî (%)

Hejmarên sedekî, piştî vê nîşanê (%) û bi reqeman dihên nivîsîn. Navê vê nîşanê (%) nîşana sedekîyê ye.

% 35

Xwendina wê: ji sedî sih û pênc

Wekî ji nimûneya jorîn jî dîyar dibe, di navbera nîşanê û hejmarnavan da navberek heye.

Maneya vê nîşanê (%) ji xwe “ji sedî” ye, loma -ji bo nimûneyê- ew bi vî awayî nahê nivîsîn: ji % 25

Nivîsîna hejmarnavên hezarekî (‰)

Hejmarên hezarekî, piştî nîşana hezarekîyê (‰) û bi reqeman dihên nivîsîn.

‰ 5

Xwendina wê: ji hezarî pênc

Wekî ji nimûneya jorîn jî dîyar dibe, di navbera nîşanê û hejmaran da navberek heye.

Maneya vê nîşanê (‰) ji xwe “ji hezarî” ye, loma -ji bo nimûneyê- ew bi vî awayî nahê nivîsîn: ji ‰ 5

Nivîsîna hejmarnavên dabeşî

Dema ku hejmarnav bi awayê dabeşî dihên bikarînan, weha dihên bilêvkirin û nivîsîn:

1/2 ji duyan yek (duyek), nîv 1/3 ji sêyan yek (sêyek) 1/4 ji çaran yek (çaryek) 1/5 ji pêncan yek (pêncyek) 1/6 ji şeşan yek (şeşyek) 1/7 ji heftan yek (heftyek) 1/8 ji heştan yek (heştyek) 1/9 ji nehan yek (nehyek) 1/10 ji dehan yek (dehyek) 2/4 ji çaran du (çardu) 3/5 ji pêncan sê (pêncsê)

Nivîsîna peyvên duhejmarnavî

Ji bo nivîsîna peyvên duhejmarnavî, qayîde ew e ku hejmarnava piçûktir berê dihê nivîsîn û ya mezintir piştî wê dihê nivîsîn.

Ev her du hejmarnav ji hevûdin cuda dihên nivîsîn, ango di navbera wan da navber heye.

du sê kes, sê çar mirov, neh deh zilam, deh panzdeh roj, bîst sih karker, çil pêncî sal

Reqemên romayî

Reqemên romayî, ji tîpan pêk dihên û di gelek warên cuda da dihên bikarînan. Wekî numrekirina cildên pirtûkan, beşên nava pirtûkekê, hejmarên saetan, rêza navê qiralan û hwd.

Reqemên romayî, bi giştî bi girdekan dihên nivîsîn. Ew çêdibe ku bi hûrdekan jî bihên nivîsîn lê ji ber ku hûrdek dikarin bibin sedema şaştêgihîştinê, zêde nahên tercîhkirin.

Di vê sîstema reqemên romayî da, ji bo sifirê tu reqem tune ye. Ev sîstem li ser bingehê heft reqeman ava bûye ku ew jî bi van tîpan dihên nîşandan:

I, V, X, L, C, D, M I = 1 V = 5 X = 10 L = 50 C = 100 D = 500 M = 1000

Hemû reqemên din bi bihevvebûna van tîpan pêk dihên.

I = 1XI = 11XXX = 30
II = 2XII = 12XL = 40
III = 3XIII = 13L = 50
IV = 4XIV = 14LX = 60
V = 5XV = 15LXX = 70
VI = 6XVI = 16LXXX = 80
VII = 7XVII = 17XC = 90
VIII = 8XVIII = 18C = 100
IX = 9XIX = 19D = 500
X = 10XX = 20M = 1000

Reqemek çênabe ku ji sê caran zêdetir bi dû hevûdin bihê nivîsîn.

Mirov dikare ji bo hejmara sêyan bi reqemên romayî weha binivîse: III

Lê mirov nikare hejmara çaran weha binivîse: IIII. Divê ku hejmara çaran weha bihê nivîsîn: IV. Hejmara 400î weha dihê nivîsîn: CD lê nabe ku weha bihê nivîsîn: CCCC.

Gava ku reqemek piçûk, piştî yeka mezintir bihê, ango gava ku ya piçûk li alîyê reqema mezin ya rastê be, dihê maneya komkirinê.

VI = 5 + 1 = 6 XI = 10 + 1 = 11 LX = 50 + 10 = 60 CX = 100 + 10 = 110 MC = 1000 + 100 = 1 100

Gava ku reqemeka piçûktir, berî reqemeka mezintir bihê, ango gava ku ya piçûk li alîyê reqema mezin ya çepê bihê nivîsîn, dihê maneya jêderxistinê.

IV = 5 - 1 = 4 IX = 10 - 1 = 9 XL = 50 - 10 = 40 XC = 100 - 10 = 90 CM = 1000 - 100 = 900

Tewanga reqemên romayî

Tewanga reqemên romayî wekî tewanga hejmarnavan e. Lê di nivîsîna wan da awarteyek heye.

Awarte: Di nivîsîna reqemên romayî da ji bo berlêgirtina tevlihevîyan bendik (-) dihê bikarînan.

Hesoyê XV-an Ehmoyê XII-an Cindoyê X-an Remoyê I-em

Nivîsîna tarîxê

Ji bo nivîsîna tarîxê gelek awa hene. Ji bilî tevlihevkirina reqeman û nivîsê, di rêzkirina roj, meh û salê da jî li welatên cuda sîstemên cuda dihên bikarînan.

1) Yek ji wan nimûneyan Amerîka ye. Li Amerîkayê, sîstema ji bo nivîsîna tarîxê ew e ku meh, roj û sal li dû hevûdin rêz dibin.

03/09/11 meh/roj/sal

Ev awa, rêyê li ber şaştêgihîştinê vedike. Lewra ji ber rêzkirinên adetî yên din, mirov dikare bi hêsanî weha têbigihîje ku ev tarîx 3yê îlona 2011an e, yan jî 11ê îlona 2003yan e. Di her du rewşan da, mirov weha tê digihîje ku reqema ku li navê ye, mehê nîşan dide. Lê li gor sîstema navbirî, hejmara ku li navê ye, rojê nîşan dide. Ji ber vê yekê, ev awayê nivîsînê ji bo nivîsîna kurmancîyê ne awayekî minasib e.

2) Awayekî din ew e ku tarîx bi awayê sal, meh û rojê li dû hevûdin rêzkirî dihê nivîsîn, sifirek li ber beşê yekhejmar dihê danîn û her sê beş bi bendikê ji hevûdin dihên veqetandin.

2011-03-21

Her çend ev awa ji alîyê hin kesan an welatan ve ji bo nivîsîna tarîxa belgeyan, nameyan û hwd wekî standardeka navneteweyî dihê bikarînan jî di nivîseka normal da, wekî awayekî minasib nahê dîtin. Lewra wekî ku ji nimûneya jêrîn dîyar dibe, hem bikarînana bendikê dibe ku bibe sedema tevlihevîyê hem jî awayê rêzkirina wê ne li gor rêzkirina normal (roj, meh, sal) e.

2011-03-21-2011-05-01

Ev awa, ji alîyê ISOyê (Rêxistina Navneteweyî ya ji bo Standardîzekirinê) ve wekî awayê standard hatiye pêşnîyazkirin lê di pratîkê da, kêm welat pêgirîya vî awayî dikin. Ji ber vê yekê, di warê nivîsîna tarîxa nameyan ya ji bo derveyî welatî da, ya baş ew e ku mirov pêgirîya awayê nivîsîna wî welatî bike. Heger mirov di warê awayê wî welatî da xwedîyê/a agahdarîyê nebe, ya herî rast ew e ku mirov tarîxê bi navê mehê binivîse.

21ê adara 2011an

Di vê nimûneyê da, tu rîsk tune ye ku mirov beşên roj, meh û salê tev li hev bike. Loma ev awa awayê herî fambar e. Lê di nivîsîna kurmancîyê da, ji bo vî awayî divê ku mirov li îzafe û tewangê jî miqate be.

3) Awayekî din jî ew e ku mirov roj, meh û salê bi reqeman li dû hevûdin rêz dike lê xwarexêzê (/) di navbera roj û mehê da datîne û piştî navberekê salê dinivîse.

21/3 2011.

Lê wekî vê nimûneyê, bi tenê di navbera du beşên tarîxê da, ango di navbera roj û mehê da danîna xwarexêzê ne tercîheka di cihê xwe da ye. Baştir e ku di nava her sê beşan da heman nîşandek hebe.

Standarda me

Awayê ku ji alîyê gelek welatan ve, nemaze ji alîyê welatên Ewropayê ve û di hemû belgeyên Yekîtîya Ewropayê da -ji bo hemû zimanên YEyê- dihê bikarînan û her weha di nivîsîna kurmancîyê da jî cihê xwe girtiye, ew awa ye ku hejmarên roj, meh û salê li dû hevûdin dihên nivîsîn û di navbera wan da xalek (.) dihê danîn.

21.03.2011

Mirov dikare vî awayî hem ji bo nivîsîna tarîxa belgeyan û hwd hem jî di hundirê nivîsa normal da bi kar biîne. Ev awayekî pir fambar e jî. Loma ya baş ew e ku di nivîsîna kurmancîyê da, ev awa wekî awayê standard bihê hilbijartin.

Li gor ISOyê, divê ku tarîx bi awayê roj, meh û salê rêz bibe û ji heşt reqeman pêk bihê; çar reqem ji bo nîşandana salê, du reqem ji bo mehê û du reqem jî ji bo rojê. Li gor prensîpa ISOyê, di awayê pêşnîyazkirî da sifirek li ber beşê yekhejmar dihê danîn: 21.03.2011

Di nivîsîna tarîxê da bala xwe bide van xalan jî

1) Di nivîsîna tarîxê da, heta ku mimkin be divê ku mirov beşê salê kurt neke. Ango weha nenivîse: 09.08.11 lê weha binivîse: 09.08.2011.

Lewra heger bi awayê 09.08.11 yan jî 9.8.11 bihê nivîsîn, hin kes dikarin jê fam nekin ka mebest jê nehê tebaxê ye yan yazdehê tebaxê ye.

2) Divê tarîx ne bi awayê bêyî xaldanînê (09 08 2011) bihê nivîsîn ne jî bi awayê hemû hejmarên tarîxê bi hevûdin ve (09082011) bihê nivîsîn.

Nivîsîna tarîxê ya bi tîpan

Gava ku tarîx bi tîpan, ango bêyî reqeman dihê nivîsîn, gireya îzafe û tewangê pê ve dihên nivîsîn (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”).

di bîst û yekê adarê da di sala hezar û neh sed û heftê û çaran da di sala hezar û neh sed û çilî da di sala du hezarî da

Nivîsîna tarîxê ya bi reqem û tîpan

Gava ku di nivîsîna tarîxê da reqem û tîp li gel hevûdin bin, gireya tewanga reqeman jî bi wan ve dihê nivîsîn.

Di sala 1975an da

(bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

Tarîx û îzafe

Wekî di beşê hejmarnavan da jî hatiye dîyarkirin, hejmarnav û îzafe bi awayê “hejmarnav + -ê”yê dihên nivîsîn.

bîstê mehê, 20ê mehê sihê mehê, 30ê mehê 1920ê mîladî

Tewang* di nivîsîna salê da

* a) Di Hawarê da jî bi giştî bi vî awayî hatiye nivîsîn: “di sala 1802an de” (hejmar: 27), “di sala 1925an de”, “di sala 928an de” (hejmar: 30 ), “di sala 1919an de” (hejmar: 33), “di sala 1942an de” (hejmar: 40), “di şerê 1914an de” (hejmar: 49), “di sala 1847an de” (hejmar: 54)

b) Kurmancîaxêvên ku hejmarnavan mê dihesibînin, weha dinivîsin: di sala 1914ê da, di sala 1920ê da, di sala 1870yê da.

di sala 1914an de di sala 1920î de di sala 1870 de

(bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

Xalbendî

Xalbendî xwendinê hêsantir dike û berî her tiştî, cihên rawest û vehesê dide zanîn. Ew di nivîsê da tixûbên fraz, hevok û komekan nîşan dide û her weha jêwergirtinan û hwd jî dide zanîn. Bi xêra xalbendîyê ye ku mirov dikare di nivîsê da hêmanên prosodîk yên wekî guvaş, ton, rîtm û tempoya zimanî bide dîyarkirin.

Xalbendî alîkarîya xwendevanan dike da ku ew mebesta nivîskaran rast fam bikin. Ji ber van rol û taybetmendîyan, di rastnivîsîna her zimanî da cihekî xalbendîyê yê girîng heye.

Nîşandekên xalbendîyê:

 navber
.xal
,bêhnok
;xalbêhnok
:cotxal
sêxal
?pirsnîşan
!bangnîşan
“ ”dunik
‘ ’yeknik
ducarek
apostrof
-bendik
xêzik
( )kevanek
[ ]goşebend
{ }kevanbend
/xwarexêz
*stêrk
|çikexêz
_jêrexêz
´aksana akut
`aksana grav

Di nivîsînê da, di van rewşan da navber divê:

a) Piştî her nîşandekeka xalbendîyê

Navber di esilê xwe da, valahîya di navbera du bêjeyan da ye. Loma gava ku piştî nîşandekên xalbendîyê bêjeyeka nû bê, divê ku di navbera wan û bêjeya nû da jî navber hebe.

Gelo tu dê biçî malê? Qelem, defter, boyax û mase lazim in. Kesên ku bêhna min ji wan teng bû ev in: Polat, Bengîn û Azad.

b) Di navbera hemû bêjeyan da

Ez ji malê derketim. Min tu li wê derê nedîtî.

c) Di navbera grûpên reqeman da

2 500 12 45 212 345 1 212 245

ç) Piştî nîşandeka sedekî (%) û hezarekî (‰)

% 35, ‰ 250

d) Piştî nîşandeka paragrafê (beşê “Paragraf”ê)

§ 1

Di nivîsînê da, di van rewşan da divê navber nebe:

a) Di navbera nîşandeka dereceyê û “C”yê da

39 °C

b) Di navbera nîşandeka dereceyê û reqema tenişta wê da

180°

c) Di navbera reqem û tîpên bilindkirî û reqem û tîpên normal da

25 km², 2-1, yn

ç) Di navbera reqem û tîpên daketî û reqem û tîpên normal da

H2O, X2– X1

d) Navber nakeve nav nîşandekên mîna ( ), [ ], { }, “ ”, ‘ ’ û nivîsa nava wan (nîşandekên navbirî).

Xal .

Xal ango niqte jî di nivîsê da cihê rawestinê nîşan dide. Di xwendinê da, gava ku mirov çav li wê bikeve, divê ku raweste.

Di nivîsînê da, di van rewşan da xal dihê bikarînan:

a) Li dawîya komekan

Komara Mehabadê di 1946an da hat avakirin. Kurdistan welatê me ye.

b) Li dawîya kurtkirinên birî

astrol. (astrolojî), astron. (astronomî),navn. (navnîşan), fîl. (fîlolog),prof. (profesor) Bedirxan, E. Xanî, M. Cizîrî

c) Di nivîsîna tarîxê da, di navbera roj, meh û salê da

21.03.2012 (bnr. “Nivîsîna tarîxê”)

ç) Piştî reqema sernivîs û beşan

Sê mijarên me mane:
  1. Bajarên Kurdistanê
  2. Çemên Kurdistanê
  3. Çîyayên Kurdistanê

d) Di matematîkê da ji bedêla carekê (nîşana carandinê)

5.5=25

e) Di karên komputeran da di navbera navên dosyayan (fîlan) û kurtkirinên formata wan da

.bat .doc .exe .jpg .pdf .wav

ê) Di navbera beşên navnîşana Înternetê da

http://www.europarl.europa.eu http://www.un.org

f) Di navbera beşên navnîşana posteya elektronîk da

[email protected] [email protected] [email protected]

Bêhnok ,

Bêhnok nîşandeka vehesê ye. Di van rewşan da dihê bikarînan:

a) Di navbera bêjeyên hevfonksîyon yên ku di komekekê da li dû hevûdin rêz bûne û bi gihanekekê bi hevûdin ve nehatine girêdan.

Ez dê şîr, penîr, rûn, mast, hingiv û helawê bikirim.

b) Di navbera beşên (hevokên) komekekê yên sereke da

Ew serê sibehê radibe, serûçavê xwe dişo, taştêya xwe dixwe, çenteyê xwe amade dike,radihêle rojnameya xwe û diçe karê xwe.

c) Di navbera hevoka sereke û ya nesereke da

Wî bangî min kir, hingê min ew dît.

ç) Piştî hevoka nesereke

Gava ku komekek bi hevokeka nesereke dest pê bike, piştî hevoka nesereke bêhnokek dihê danîn. Piştî ku ew hat, ez aram bûm. Heger tu rastîyê bixwazî, ez ji te bawer nakim. Gava ku Şêrko ket hundirê odeyê, rewşa me bi çavên serê xwe dît.

d) Di xîtabkirinê da

Gelî keç û xortên kurdan, hûn hemû bi xêr biçin. Kurdino, ev dem dema we ye.

e) Gava ku du frazên navdêrî li dû hevûdin bihên û yek ya din biwesifîne, hem berî ya diwesifîne hem jî piştî wê, ango berî bedêlê (apposition) û piştî wê bêhnok dihê danîn.

Ehmedê Xanî, nivîskarê Mem û Zînê, berhema xwe ya navdar di 44 salîya xwe da qedandiye. Mêrdîn,bajarê li pala wî çîyayî, êdî her bi pêş ve diçe.

ê) Piştî bêjeyekê yan jî qalibekî derbirînê yê ku komek pê dest dike

Belê, tu dikarî dest pê bikî. Erê, ez wî nas dikim. Kurt û kurmancî, ez nema dixebitim. Na, min ew nedîtiye.

f) Di navbera navê cihan û tarîxê da

Wan, 21.03.2012

g) Ji bo dîyarkirina tixûbê salîseyê

6.25.45,24 (bnr. beşê “Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê”)

h) Ji bo nîşandeka dehekîyê ( beşê “Nivîsîna hejmarnavên dehekî”)

Bêhnok di van rewşan da nahê danîn:

a) Bêhnok ne berî bêjeya “”yê ne jî piştî wê dihê danîn. Ji ber ku devera ku “” lê hebe, ji xwe vehesek bi qasî dema bêhnokê peyda dibe.

Ez ji ber van tiştên xerab wî bajarî ji bîr nakim. Ez tevî nehatina te dîsan ji te nexeyidîm. Tevî ku eywana wan ne hinde mezin e em dê li wê derê bicivin.

b) Bêhnok ne berî “ku”ya gihanek ne jî piştî wê dihê danîn.

Ji ber ku ew wezîfeya bêhnokê jî bi cih diîne. Ez hatim wê derê ku te û hevalan bibînim. Min ew zilamê girs û dirêj yê kualîkarîya me kiribû piştî du salan li sûkê dît.

Hin kes, di nivîsîna kurmancîyê da, di komekê da ji bo danzanîna destpêka beşekî nû, berî “ku”yê bêhnokê datînin. Ev qet ne pêwîst e. Lewra ji xwe gihaneka “ku”yê dîyar dike ku di komekê da beşê nû dest pê dike û van her du beşên komekê digihîne hev.

Azad dibêje ku Dilşa dersa xwe dixwîne. Min got ku ez li kitêbxaneyê dixebitim. Roja çarşemê heval hatin mala me ku bavê min bibînin. (Bide ber beşê “Bêhnok”ê, xala “Piştî hevoka nesereke”)

Xalbêhnok ;

a) Gava ku danîna xalê zêde xurt, ya bêhnokê jî zêde kêm bihê dîtin, di navbera beşên komekê da xalbêhnok dihê danîn.

Xalbêhnok dikeve navbera beşên komekê yên ku ji alîyê naverokê ve bi hevûdin ve girêdayî ne. Bi danîna xalbêhnokê, hem tixûbên hevokan dîyar dibin hem jî hevok bi hevûdin ve dihên girêdan. Dema ku di komekê da hin tişt bi awayê grûpên cuda li dû hevûdin rêz dibin jî ji bo ji hevûdin bihên veqetandin, xalbêhnok dihê bikarînan:

Gava ku em çûn, ji gundê me Evdo, Azad, Filît û Roşan; ji gundê kirîvên me jî Qado, Mîran, Botan û Hesen li wê derê bûn.

b) Gava ku hejmarên dehekî li dû hevûdin bihên rêzkirin, di navbera wan da xalbêhnok dihê danîn:

3,14; 3,5; 4,25; 6,15

c) Bêjeyên wekî navên kesan ku her dem bi girdekan dest pê dikin ne tê da, piştî xalbêhnokê hûrdek dihê. (beşê “Girdek û hûrdek”ê).

d) Piştî xalbêhnokê divê ku navber hebe ( beşê “Navber”ê).

Cotxal :

Di van rewşan da cotxal dihê bikarînan:

a) Piştî hevoka ku ravekirin bi dû wê da dihê

Di qanûna nû da tiştê baş ev e: Ji roja qebûlkirina qanûnê pê ve, ew girtî dê bihên berdan ku hîn saleka wan maye.

b) Berî veguhastin û axaftinê

Binefşê bi sê dengan bang kir û got: “Lo lo rebeno, sibe ye, em dê dereng bimînin.”

Slogana me ya mîtîngê ev bû: Zimanê me hebûna me ye!

c) Berî tiştên heman kategorîyê ku li dû hevûdin dihên rêzkirin

Di lîsteya kirînê da ev hene:rûn, penîr, şekir û hingiv.

ç) Di navnîşana Înternetê da piştî “http”yê û berî cotxwarexêzan //

http://www.kurdlib.org

d) Di derbirînên hejmarî da:

  • Di pîvanên nexşeyan da 1:100 000

  • Di belgeyên fermî da, di navbera tarîxa salê û hejmara belgeyê da 2009:600
  • Di matematîkê da ji bo parvekê (nîşana parvekirinê) 25:5=5 21:7=3
  • Ji bo dîyarkirina tixûbên saet, deqîqe û sanîyeyan 6:25:45 (bnr. beşê “Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê”)

e) Ji bo rewşên ku bêjeya piştî cotxalê bi girdekê dihê nivîsîn bnr. beşê “Girdek û hûrdek”ê, xala “Piştî cotxalê”.

Sêxal …

Di van rewşan da sêxal dihê bikarînan:

a) Li dawîya komekên neqedîyayî

Di vê rewşê da, divê ku navberek di navbera bêjeya dawî û sêxalê da hebe.

Gava ku ez wî bibînim, ez dê jê ra …

b) Ji bo birîna bêjeyekê

- Birîna di nava komekê da

Gava ku bêjeyek hatibe birîn, piştî cihê birî sêxal yekser dihê danîn; ango divê ku di navbera devera birî û sêxalê da navber tune be.

Min ji wî lawê kû… ra got. Te ew ehm… dît? - Birîna di bêjeya herî dawî da

Gava ku bêjeya birî bêjeya komekê ya herî dawî be, ji bo qedandina hevokê, divê ku êdî xaleka din (xala çarem) nehê danîn.

Ew bû hevalê wî lawê kû… Ez çûm ba wî zilamê rez…

Lê di vê rewşa birîna bêjeya komekê ya herî dawî da, gava ku pêwîst be, mirov dikare pirsnîşanekê yan bangnîşanekê piştî sêxalê -bêyî ku navber hebe- daîne.

Lawê kîjan kû ? Lawê kû !

c) Gava ku bêjeyek yan beşekî hevokê nehê nivîsîn

Gava ku di komekekê da, bêjeyek yan beşekî komekê nehê nivîsîn, ji bo nîşana wî beşê nenivîsî sêxal dihê danîn. Di rewşeka weha da, divê ku hem berî sêxalê hem jî piştî sêxalê navber hebe.

Gava ku min ew dît, ez rast çûm ba wî …

ç) Sêxala ji bo beşên nivîsandî, çêdibe ku di nava goşebendê yan jî du xwarexêzan da jî bihê danîn.

Gava ku beşekî komekê nehê nivîsîn, ango li derveyî wê bihê hêlan, yan jî zêde girîng nehê dîtin, sêxal di nava goşebendê da, yan jî di nava cotxêzikên xwar da dihê danîn.

Divê ku mirov lê miqate be da ku di navbera goşebendê û sêxalê da yan jî di navbera cotxêzikên xwar û sêxalê da navber hebe.

Xanîyekî pir mezin [ … ] bi mîmarîya kevin [ … ] hat avakirin. Xanîyekî pir mezin / … / bi mîmarîya kevin / … / hat avakirin.

d) Di jêwergirtinan da, ji bo beşên destpêkê, yên navîn yan jî yên dawî yên ku nehatine veguhastin

Begê min, Ehmedî li ser wê got; “… berê xwe da wî cihê ... ji bo xwe …”

Pirsnîşan ?

Wekî ku ji navê wê jî dihê famkirin, pirsnîşan ew nîşandek e ku di nivîsê da piştî pirsan dihê danîn.

a) Li dawîya komeka pirsê

Pirsnîşan yekser piştî bêjeya komeka pirsê ya dawî dihê danîn; ango divê ku di navbera wê û bêjeya komekê ya dawî da navber tune be.

Ma te ev eciband? Navê te çi ye? Tu çi karî dikî? Tu ji bo çi hatî Bedlîsê?

b) Di dawîya wan bêje yan jî komekan da dihê danîn ku armanca wan pirskirin e lê ne bi awayê komekên pirsê hatine avakirin.

Elî? Navê te?

c) Ji bo cih, dem, tarîx û rewşên ku nahên zanîn yan jî rewşên ku mirov ji wan ne ewle ye, dihê bikarînan.

ç) Gava ku pirsnîşan di nava kevanekê da bihê danîn, divê ku di navbera kevanekê û bêjeya pêwendîdar da navber hebe.

Kalê wî di 1890 (?)–1952yan da li Dinêserê (?) jîyaye. Li gor gotinan, ew saet û nîvekê (?) bi hevûdin ra peyivîne. Navê xanima ku li te pirsî, Binefş (?) bû.

d) Gava ku pirsnîşan bi tenê bihê danîn

Kalê min di 1890?–1952yan da li Dinêserê? jîyaye. Ev awa gelekî kêm dihê bikarînan.

Bangnîşan !

a) Bangnîşan piştî baneşanan û komekên baneşanîyê dihê danîn.

Gelî beşdarên qedirbilind! Ji vê derê bicehime! Wey gidî! Gundîno! Xwedêyo! Ax!

b) Ji bo tinazpêkirin, piçûkxistin, heyirîn û hwd dihê bikarînan. Di rewşên weha da, divê ku bangnîşan di nava kevanekan da be.

Xwedê wî bihêle, yekê pir biaqil (!) e. Mêrikî heft (!) gule xwarine, dîsan jî nemiriye.

c) Di destpêka nameyê da, piştî bêjeya xîtab yan silavdanê bangnîşan dihê bikarînan.

Birayê min yê hêja!
  1. Gava ku xîtab yan jî silava destpêka nameyê bi bangnîşanê biqede, bêjeya bi dû wê da tê, bi girdekê dest pê dike.
  • Gava ku xîtab yan silava destpêka nameyê bi bêhnokê biqede, bêjeya ku bi dû wê da -bi şertê ku ne navdêra taybetî be- bi hûrdekê dest pê dike.
  • Dunik “ ”

    Ev nîşandek ji du beşan pêk dihê û ev her du bi hevûdin ra nîşandekekê pêk diînin.* Dunik, wekî nîşandeka jêwergirtinê dihê nasîn lê fonksîyonên wê yên din jî hene.

    * Helbet, divê nehê jibîrkirin ku hilbijartina şikilên tîpan di komputeran da jî dikare tesîrê li vê xuyabûnê bike.

    Li welatên cuda, ji bo jêwergirtinê ev awayên cuda ji bo dunikê dihên bikarînan:

    • a) “ ”
    • b) ” ”
    • c) „ “
    • ç) „ ”
    • d) " "
    • e) “ „

    1) Kîjan nîşandek ji bo nîşana jêwergirtinê baştir e?

    Herçî dunikên ku ne di yek bilindahîyê da ne, ango yek ji wan li jorê û ya din li jêrê ye, di nivîsê da pir xweşik xuya nakin. Ji nimûneyên jorîn, awayên “c, ç, e”yê weha ne.

    Herçî nîşandeka di “d”yê da ye, dibe ku bibe sedem ku dunik û ducarek ji hevûdin nehên ferqkirin.

    Dunikên ku berê wan li yek hêlê ye (ji nimûneyên jorîn awayê “b”yê) baş dîyar nakin bê jêwergirtin li ku dest pê dike û li ku diqede. Di vî awayî da, di navbera beşê destpêkê û beşê dawî da ferq tune ye.

    Dunika bi awayê yekem, ango awayê “a”yê dîyar dike bê kîjan beş yê destpêkê ye û kîjan beş yê dawî ye. Bilindahîya her du beşan jî yek e. Ji ber vê yekê, ya baştir ew e ku em vî awayê dunikan hilbijêrin: “ ”

    2) Cih û prensîpên bikarînana dunikê

    a) Divê ku di navbera her du beşên dunikê û nivîsa hundirê dunikan da navber tune be ( beşê “Navber”ê).

    Celadet Bedirxanî di 15ê nîsana 1941ê da dest bi weşandina “Bingehên Gramêra Kurdmancî”yê kir.

    b) Dunik li pêşî û paşîya wan bêjeyan dihên danîn ku ji kes yan jî nivîsên din hatine wergirtin.

    Gava ku komeka di nava dunikan da bi xal, bangnîşan, pirsnîşan û hwd biqede, divê mirov lê miqate be da ku xalbendên navbirî jî di nava dunikan da bimînin.

    Celadet Bedirxan ji bo dunikan weha dibêje:

    “Dunik dikevin pêşî û paşiya wan pirs û komekên ko mirov wan ji derve ditîne û têxe qisetê.”

    Bedir-Xan, C.A, “Bingehên Gramêra Kurdmancî-3”, Hawar, hejmar: 29

    c) Gava ku behsa navê nivîsekê dihê kirin, ya baştir ew e ku ew nav di nava dunikan da be.

    Osman Sebrî di nivîsa xwe ya Çiyayê Sasonê da behsa hevdeh eşîran dike.

    ç) Gava ku mirov bixwaze balê bikişîne ser bêjeyekê, derbirînekê û nîşan bide ku mirov wê di maneyeka cuda da yan jî bi awayekî îronîk bi kar diîne, mirov dikare wê bêjeyê yan jî wê derbirînê têxe nav dunikan.

    Dibêjin ku 17 000 kujernedîyarên me hene.

    d) Ji bo bêjeyeka nû, derbirîneka nû yan jî bêjeyeka bîyanî dunik dihên bikarînan.

    Dibêjin ku Arşîmedesî ji nişka ve gotiye; eurekaû ji hemamê ber bi derveyî ve bazdaye.

    Yeknik ‘ ’

    Ev nîşandek ji du beşan pêk dihê û ev her du beş bi hevûdin ra nîşandekekê pêk diînin. Ji du beşan yek di destpêka bêje yan jî komekan da dihê danîn, ya din jî di dawîya wan da dihê danîn. Ferqa wê û dunikê ji alîyê şikilî ve ew e ku her beşekî wê ji nikekê pêk dihê.

    Li welatên cuda, ev awayên cuda yên yeknikê dihên bikarînan:

    • a) ‘ ’
    • b) ’ ’
    • c) ‘ ‚
    • ç) ‚ ‘
    • d) ‚ ’
    • e) ' '

    Ji ber sedemên ku di beşê dunikê da hatin dîyarkirin, ya baştir ew e ku di nivîsîna kurmancîyê da, em ji bo yeknikê, ji van awayên jorîn, vî awayî tercîh bikin: ‘ ’

    Ango ya baş ew e ku mirov yeknika adetî (‘ ’) bi kar biîne.

    Lê dihê zanîn, hin nimûneyên din hene ku wekî alternatîfên nimûneyên adetî dihên bikarînan.

    Cih û prensîpên bikarînana yeknikê

    a) ji bo nîşankirina jêwergirtina ku di nava jêwergirtinekê da ye yeknik dihê bikarînan.

    Mamostayê me got: Min li Şamê zilamek dît. Piştî ku wî fam kir bê ez nevîyê kê me, got: Kalê te mêrxasekî mezin bû û bi dû wê gotinê ra ez hembêz kirim.

    b) Divê ku di navbera her du beşên yeknikê û nivîsa nava yeknikan da navber tune be (beşê “Navber”ê).

    Ducarek ”

    Ducarek nîşandeka ducarekirinê ye. Di nivîsekê da, ji bo wan bêje, fraz yan jî komekan dihê bikarînan ku li bin hevûdin rêz dibin. Armanc jê ew e ku nivîsîna eynî bêje, fraz yan jî komekê ducar nebe.

    NavBajar
    Berfîna XelîlîSemsûr
    Elîyê Miradî
    Hêlîna Dilşayê
    Mihemedê Xezalê
    Selîmê Xelîlî

    Apostrof ’

    Gava ku mirov bixwaze nîşan bide ku tîpeka bejeyekê yan jî çend tîpên bêjeyekê nehatine nivîsîn, di şûna wê tîpê yan jî wan tîpan da nîşandeka apostrofê dihê danîn.

     “Çu jdest nedihat û maye aciz” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)  “Te j min dil bir carek mi jte r nego na” (Cegerxwîn, Agirê Evîndarî)  “Toba xwe bike jxeta û nîsyan” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)  “Xef jademîyan, wekî Ezazîl” (Ehmedê Xanî, Mem û Zîn)

    Hin cihên ku apostrof lê nahê danîn:

    a) Piştî navdêrên taybetî

    Ez ji Dêrsimê hatim.Ez ji Dêrsim’ê hatim.
    Ez ji Kurdistanê me.Ez ji Kurdistan’ê me.
    Min ji Xezalê ra got.Min ji Xezal’ê ra got.

    b) Piştî hejmarnavan ( beşê “Nivîsîna hejmarnav”an)

    di 16ê tîrmehê dadi 16’ê tîrmehê da
    di sala 1979an dadi sala 1979’an da

    Bendik -

    1) Bendik ji bo pevgirêdana parçeyên bêjeyan yên cuda dihê bikarînan ku di rêzên cuda da hatine nivîsîn (bnr. beşê “Kîtekirin”ê).

    da-          da-       hil-       ne-       ve-       vê- weşîn      xistin     dan       mir       qetîn     ketin

    2) Ji bo nîşandana morfemên bêjeyekê

    Ji bo ku mirov nîşan bide bê bêjeyek ji çend morfeman pêk dihê, bendik dihê bikarînan.

    da-weş-în            hil-dan

    3) Di komekekê da ji bo destpêk û dawîya bêje yan jî hevokên navberê

    Ez par çûm Honyarayê -paytextê Giravên Salomonê ye-û ez li wê derê sê mehan mam.

    4) Di rêzimanê da ji bo nîşandana pêşgir û paşgiran

    Di rêzimanê da ji bo nîşandana pêşgir û paşgiran dihê bikarînan. Heger pêşgir bin, piştî wan, heger paşgir bin berî wan dihê danîn.

    paşgir      -ane     -bar      -ek       -van pêşgir      da-       hil-       ra-        ve-

    5) Di rêzimanê da ji bo nîşandana kîteyên bêjeyan

    xwen-din, ni-vî-sîn, a-gah-dar

    6) Hin caran bi maneya “û”yê dihê bikarînan.

    Di salên 70yî da gelek kes marksîst-lenînîst bûn.

    7) Ji bo peryod û mesafeyê

    Di rewşên weha da, ne berî bendikê ne jî piştî bendikê navber heye.

    Dirêjîya rêya Dîyarbekir-Pîranê 92 km ye. Ez di salên 1982-1995an da li Zaxoyê bûm.

    8) Di hejmarên bankcîro û postcîroyê da

    Bankcîro: 255-4038 Postcîro: 213445-2

    9) Di hin navdêrên taybetî yên bîyanî da

    Heger di orîjînala nivîsîna navdêrên taybetî yên bîyanî da bendik hebin, divê ku di nivîsîna kurmancîyê da jî ew bendik bihên parastin.

    Île-de-France Rosina Bulwer-Lytton Theodore Watts-Dunton

    Xêzik –

    Ji xêzikê ra xêzika axaftinê jî dihê gotin. Xêzik ji bendikê dirêjtir e.

    Di nivîsê da, gelek caran berî axaftina kesan, ji bedêla dunika nîşandeka jêwergirtinê dihê bikarînan. Ji ber vê bikarînana wê, hin kes jê ra dibêjin; “xêzika jêwergirtinê” jî.

    Di nivîsînê da, di van rewşan da xêzik dihê bikarînan:

    1) Di nivîsîna demê da (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

    Pirtûkxane di saet 12–18an da vekirî ye.

    Gava ku xêzik di navbera reqeman da dihê danîn, ne berî xêzikê ne jî piştî wê tu navber heye

    2) Di encamên pêşbazîyan da (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

    2–1

    3) Di navbera hejmara telefonê û koda bajarî da (bnr. beşê “Nivîsîna hejmarnavan”)

    0482–313 23 23

    Kevanek ( )

    1) Kevanek ji bo wan ravekirinan dihê bikarînan ku tu têkilîyeka wan bi avahîya komekê ve tune ye. Ango tu girêdaneka naveroka hundirê kevanekê ya rêzimanî li gel komekê tune ye. Hebûna wê ji bo zelalkirina maneyê ye. Ji ber wê yekê ye Celadet Bedirxan ji bo kevanekê weha dibêje:

    “Kevanek li pêşî û paşiya wan pirsan tête danîn ko bi sebebekê ketine komekê û heke jê hatine hilanîn mana komekê ne kêm dibe û ne jî diguhêre.”

    Bedir-Xan, C.A, “Bingehên Gramêra Kurdmancî-2”, Hawar, hejmar: 28

     “Belayê (wê nexweşiya xedar) ez gelekî êşandim.”

    Bedir-Xan, C.A, “Bingehên Gramêra Kurdmancî-2”, Hawar, hejmar: 28

    Me ji bo anketa xwe ya îsal, li gel 25 000 mirovan (13 000 jin û 12 000 mêr) têkilîyên piralî danîn. FKKS (Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) di sala 1981ê da ava bû.

    2) Xal, bangnîşan û pirsnîşan piştî kevanekê dihên danîn.

    Ew çêlikê maran e (bêjehr nabe). Wî porê xwe jê kir (qusand).

    3) Heger komeka nav kevanekê hevokeka serbixwe be, xal, bangnîşan û pirsnîşan di hundirê kevanekê da dihên danîn.

    Ez dê sibehê biçim malê. (Gelo Şêro jî dê bê?) Şêro ma tu dê li vê derê bimînî?

    4) Ji bo navê nivîskarên gotar yan pirtûkan

    Min Şivanê Kurmanca(Erebê Şemo) di demeka kurt da xwend.

    5) Li gel sêxala ji bo beşên jêwergirtinan yên nenivîsî

     “Ji rexê din dora kanî an kevîyên robaran bi spîndaran xemilandî ne . (…) Ji xwe ev spîndarên ha di lêkirina xaniyên wan da bingehekî mezin in.”

    Hawar, hejmar: 24

    6) Ji bo bêjeyên hevmane, tarîx û pîvanên bergindên hevûdin dihên bikarînan.

    Firehîya golê 8 yard (nêzîkî 7,32 m) e. Haya zikê têr ji yê birçî (birsî) tune ye. Kalê min li gor teqwîma hicrî di 1320î (mîladî 1903) da ji dêya xwe bûye. Li mala me çortan (keşk) nemaye. Min televîzyoneka 42 înçî (106,68 cm) kirî.

    7) Di nivîsên tîyatroyî da agahdarîyên di warê sehneyê da, her weha yên li ser rewşa tîyatrogeran û tevgerên wan jî di nava kevanekê da dihên nivîsîn.

    Mamosta – Kurê min, rabe ser pêyan! Şagird – (Bi tirs li dora xwe dinêre û hêdî hêdî radibe) Kerem bike, mamosta.

    8) Gava ku bangnîşan ji bo tinaz, piçûkxistin, heyirîn û hwd dihê bikarînan, di hundirê kevanekê da dihê danîn.

    Erê, te her tişt safî kir (!), ew ma. Ka mêrxasê me (!) li kê derê ye?

    9) Navber nakeve navbera kevanekê û nivîsa hundirê kevanekê.

    10) Gava ku ji bo nîşandana beş yan jî xalên nivîsekê, reqem yan jî tîp bi kar dihên, piştî wan reqem yan jî tîpan bi tenê beşê kevanekê yê girtinê, ango beşê vê nîşandekê yê dawî dihê danîn.

    reqem: 1), 2), 3) reqemên romayî: I), II), III) tîp: A), B), C);a), b), c)

    Kevaneka li gel goşebendê ( [ ] )

    a) Mirov ne mecbûr be, ya baştir ew e ku kevaneka li dora goşebendê bi kar neîne.

    b) Yên ku naxwazin wê bi kar biînin, ji bedêla goşebendê, dikarin xwarexêzê (/) bi kar biînin. Nimûne: YN û YE ji bo konferanseka navneteweyî ya li ser rewşa welatên Rojhilata Navîn (her weha li ser rewşa/ekonomîya/welatê me jî) xwe amade dikin.

    Kevaneka li gel goşebendê di hin cihan da dihê bikarînan.

    YN û YE ji bo konferanseka navneteweyî ya li ser rewşa welatên Rojhilata Navîn (her weha li ser rewşa [ekonomîya] welatê me jî) amadekarîyê dikin (Bide ber beşê goşebendê).

    Goşebend [ ]

    1) Di jêwergirtinekê da, gava ku ravekirineka nû bihê nivîsîn, lêzêdekirinek pêwîst bibe, yan jî serrastkirinek ferz bibe, ew ravekirin û lêzêdekirin yan jî serrastkirin di nava goşebendê da dihê nivîsîn da ku mirov nîşan bide ku ew ne beşên nivîsa jêwergirtinê ya orîjînal in lê paşê hatine nivîsîn.

     “Gora nivîskarê Mem û Zînê [Ehmedê Xanî] li Bazîdê, li nêzîkî Qesra Îsheq Paşayî ye.” “Gava ku Komara Mehabadê di 1945an da ava bû [Komara Mehabadê di 1946an da ava bû], gelek kurdên parçeyên Kurdistanê yên din jî çûn wê derê.” “Li gor rojnameyên Tirkîyeyê, Hemîd Yildirim [kujerê Mûsa Anterî] hat girtin.”

    2) Goşebend dibe ku li gel sêxala ji bo beşên nenivîsî bihê bikarînan (bnr. bêşê “Sêxal”ê).

    Xanîyê me yê li Mêrdînê […] dê bihê xerabkirin û ji nû ve bihê lêkirin.

    3) Di fonetîkê da, ji bo nîşandana dengên zimanî, danzanîna bilêvkirinê, goşebend dihên bikarînan.

     [ç], [d], [i:], [i], [r], [o]

    4) Di hin ferhengan da, awayê bilêvkirina bêjeyê di hundirê goşebendan da dihê nivîsîn.

    mirov [mi'rov]

    5) Di kîmyayê da, ji bo nîşandana konsantrasyona madeyekê, goşebend dihên bikarînan.

     [NaCl]= 2 . 10-2 mol dm-3

    6) Goşebend, di matematîkê da dibe ku li gel kevaneka adetî bihê bikarînan. Di vê rewşê da kevaneka adetî, di hundirê goşebendê da cih digire. (Bide ber beşê “Kevaneka li gel goşebendê”.)

    3[5- (3+5) + 2] [(2+3) x 4]2 = 400

    7) Di nivîsên tîyatroyî da, agahdarîyên di warê sehneyê da, her weha yên li ser rewşa tîyatrogeran û tevgerên wan, dibe ku di nava goşebendê da jî bihên nivîsîn.

    Mamosta – Kurê min, rabe ser pêyan! Şagird – [Bi tirs li dora xwe dinêre û hêdî hêdî radibe] Kerem bike, mamosta.

    Kevanbend

    1) Di nivîsîna koma hejmarên xwezayî da dihê bikarînan.

    N = {0, 1, 2, 3,4, 5, …}

    2) Di matematîkê da, li dora “goşebenda li gel kevanekê dihê bikarînan.

    {[7 + (4 . a)]/g + c}

    3) Ji bo agahdarîyên bi hevûdin ve girêdayî, bi tenê kevanbenda alîyê rastê dihê bikarînan û divê ku ew hinde mezin be ku hemû agahdarîyên bi hevûdin ve girêdayî bide ber xwe.

    Berfîn
    Kulîlk
    Evîn
    }Grûpa 1.
    Arda
    Aram
    Arjen
    }Grûpa 2.

    Nîşandeka paragrafê §

    1) Nîşandeka paragrafê, di nivîsîna qanûn, bername, destûr, protokol û hwd da dihê bikarînan.

    2) Nîşandeka paragrafê, bi tenê li gel reqeman dihê nivîsîn. Ew berî reqemê dihê û di navbera wê û reqemê da navber heye (bnr. beşê “Navber”ê).

    Nivîsîna wê: § 6 Xwendina wê: paragrafa şeşem / paragrafa şeşan

    3) Gava ku mirov behsa gelek paragrafan bike, divê ku du nîşandekan li pey hevûdin binivîse:

    § 2–7

    Hin nîşandekên ji bedêla gotinan

    & nîşandeka <û>yê

    @ li  (<a>ya koval)

    ewro (nîşandeka pereyê YEyê)

    sterlîn (nîşandeka sterlînî)

    $ dolar (nîşandeka dolarê Amerîkayê)

    ® nîşandeka patentê

    © mafê kopî û belavkirinê

    ™ markeya bazirganîyê

    Ferhengok

    KurmancîTirkîÎngilîzî Farisî
    akuzatîfbelirtme, belirtmeliaccusativeرایی
    alfabealfabealphabetالفبا
    apostrofkesme işaretiapostropheآپاستروف
    baneşanünlemexclamationحرف ندا
    bangnîşanünlem işaretiexclamation markعلامت تعجب
    bazinedaçekayrık ilgeç, ayrık edatcircumpositionحروف اضافه گسسته
    bêhnokvirgülcommaویرگول
    bêjesözcükWordواژه
    bêjeya hevedudanîbileşik sözcükcompound wordواژه مرکب
    bendikkısa çizgi, tîrehyphenخط پیوند
    bergindeşdeğerequivalentمعادل
    bikeröznesubjectنهاد
    bilêvkirinsöyleyiş, telaffuzpronunciationتلفظ
    carandinçarpmamultiplicationضرب
    cemserkutupPoleقطب
    cihnavadıl, zamirpronounضمیر
    cihnavên pirsîyarîsoru adıllarıinterrogative pronounsضمیر پرسشی
    cotxaliki nokta üst üsteColonدونقطه
    daçekilgeç, edatadpositionحرف اضافه
    dehekîondalıkdecimalدهدهی
    dema borîgeçmiş zamanpast tenseزمان گذشته
    dema borî ya berdewamşimdiki zamanın hikayesipast continuous tenseگذشته استمراری
    dema borî ya sade-di’li geçmiş zaman, belirli geçmiş zamansimple past tense, past definiteحال ساده
    dema borî ya temam-miş’li geçmiş zaman, belirsiz geçmiş zamanpast indefiniteگذشته کامل
    dema dahatîgelecek zamanfuture tenseزمان آینده
    dema nihaşimdiki zamanpresent tenseزمان حال
    demeötredammah (Arabic script, the vowel sign for u)ضمه
    demsalmevsimSeasonفصل
    dengdêrünlü, sesliVowelواکه
    dengrêzî (fonotaks)sesdizimphonotacticsواج  آرایی/ نظم صوتی
    devokağızsubdialectلهجه
    difinîgenizsilNasalخیشومی
    dîftongiki ünlü, çiftünlüdiphthongواکه مرکب
    dîyargînöznitelikattributeعنصر وصفی
    dîyarkerbelirten, tamlayandeterminerتخصیص گر
    dîyarkirîbelirtilen, tamlanandeterminatedمعین
    ducarek (nîşana ducarekirinê)denden işaretiditto markعلامت ایضا
    duniktırnak işaretidouble quotesعلامت گفتاورد
    erênîolumlupositive, affirmativeمثبت
    ergatîfeden durumu, ergatifergativeکنایی
    fînît bnr. kêşayî   
    frazsözcük öbeğiPhraseعبارات
    gerestêrgezegenPlanetسیاره
    gihanekbağlaçconjunctionحرف ربط
    girdekbüyük harfcapital [letter]حروف بزرگ
    gireekAffixوند
    goşebendköşeli ayraç square bracketsکمانک
    guhertedeğişkevariantگونه
    guvaşvurguStressتکیه
    hejmarnavsayılarnumeralsعدد نویسه
    hejmarnavên bingehînasıl sayılarcardinal numeralsعدد نویسه اصلی
    hejmarnavên rêzînsıra sayılarıordinal numeralsعددنویسه ترتیبی
    hêlyöndirectionجهت
    hêlên neserekeara yönlerintercardinal directionsجهت های فرعی
    hêlên serekeana yönlercardinal directionsجهت های اصلی
    hêmanöğeelement, constituentعنصر
    hevmaneeşanlamlısynonymمترادف
    hevoktümcecik, cümlecikClauseبند
    hevoka navberêara tümcecikparenthetic clauseبند معترضه
    hevoka neserekeyan tümcecik, yan cümleciksubordinate clauseبند پیرو
    hevoka sereketemel tümcecik, temel cümlecikmain clauseبند پایه
    hokerbelirteç, zarfAdverbقید
    hokerîbelirtecimsi, zarfsaladverbialقیدی
    hûrdekküçük harflower case [letter]حروف کوچک
    îzafetamlamaezafeاضافه
    jêwergirtinalıntıquotationنقل قول
    kêşayîçekimlifiniteکراندار (صرفی)
    kevanbendkaşlı ayraçcurly bracketsآکولاد
    kevanekayraçround brackets, parenthesesپرانتز
    kîtehece, seslemsyllableهجا
    kîtekirinheceleme, seslemlemesyllabicationهجاکردن
    komektümce, cümlesentenceجمله
    kurtkirinkısaltmaabbreviationاختصار/کوته نوشت
    lebatîetkenActiveمعلوم
    lêkereylem, fiilVerbفعل
    leksemsözlükbirimlexemeتکواژه
    dişilfeminineمونث
    mêjerdilbilgisel miktar, dilbilgisel adetgrammatical numberشمار
    morfembiçimbirimmorphemeتک واژ
    nasyarbelgili, belirlidefiniteمعرفه
    navberara(lık)Spaceفاصله
    navdêradsubstantive, nounاسم
    navdêra lêkerîadeylemverbal nounاسم مصدر
    navdêra taybetîözel adproper nounاسم خاص
    navê cureyîcins isim, tür adıcommon nounاسم عام
    naverokiçerikcontentمحتوا
    nedengdêrünsüz, sessizconsonantهمخوان
    nekêşayîçekimsiznon-finiteغیر صرفی / غیر کراندار
    nenasyarbelgisiz, belirsizindefiniteنکره
    nêrerilmasculineمذکر
    neyînîolumsuznegativeمنفی
    nîşana îzafeyêtamlama ekiezafe markerنقش‌نمای اضافه
    nîşandekişaretMarkنشان
    nîşandekên xalbendîyênoktalama işaretleripunctuation marksنشانه های سجاوندی
    parengortaçparticipleوجه وصفی
    parzemînanakara, kıtacontinentقاره
    paşdaçekartedat, art ilgeçpostpositionحرف اضافه
    paşgirsonekSuffixپسوند
    paşgira pevgirêdanêkaynaştırma eki, bağlayıcı ekbuffer suffixپسوند میانجی
    paşgira piçûkkirinêküçültme ekidiminutive suffixپسوند مصغر
    pêgirî kirinuymak, riayet etmekto conform, to followتایید کردن
    pêşdaçekönedat, ön ilgeçprepositionحرف اضافه
    pêşgirönekPrefixپیشوند
    piçûkkirîküçültmelidiminutiveمصغر
    piçûkkirinküçültmediminutionتصغیر
    pirhejmarçoğulPluralجمع
    pirkîteyîçokseslemli, çok hecelipolysyllabicچند هجایی
    pirsnîşansoru işaretiquestion markعلامت سوال
    radermastarinfinitiveمصدر
    rastnivîsînyazım, imlaorthographyدستگاه نوشتاری/دستگاه خط
    rawekipMoodوجه دستوری
    ravekirinaçıklamaexplanationتبیین
    referantgöndergereferentمرجع / مصداق
    rengdêrsıfatadjectiveصفت
    rêzimandilbilgisigrammarدستور زبان
    sedekîyüzdelikpercentageدرصد
    sernivîsbaşlıkheadline; captionعنوان
    standardkirinölçünleştirmestandardizationمتعارف سازی
    tebatîedilgenpassiveمجهول
    têgihkavramconceptمفهوم
    tênepergeçişsizintransitiveلازم
    têpergeçişlitransitiveمتعدی
    tewandîeğikobliqueحالت غیر صریح
    tewangad çekimi, çekimdeclensionصرف / ساخت واژه
    tîpyazaç, harfLetterحرف
    tîpa pevgirêdanêkaynaştırma harfi, bağlayıcı harfbuffer letterحرف میانجی
    tîpguhêzîyazaç çevirisi, harf çevirisitransliterationنویسه گردانی
    tiştenesneObjectمفعول
    vekîtyazım, imlaspellingاملا
    xalnoktafull stopنقطه
    xalbêhnoknoktalı virgülsemicolonنقطه ویرگول
    xalbendînoktalamapunctuationنشانه های سجاوندی
    xêzikuzun çizgi, konuşma çizgisiDashخط فاصله
    yekhejmartekilsingularمفرد
    yekkîteyîtekseslemli, tek hecelimonosyllabicتک هجایی
    yekniktek tırnak işaretisingle quotesنشانه نقل قول تکی
    zaravalehçedialectگویش
    zayendcinsiyet (dilbilgisel cinsiyet)gender (grammatical gender)جنسیت
    zayendmêdişil cinsiyetfeminine grammatical genderجنس دستوری مونث
    zayendnêreril cinsiyetmasculine grammatical genderجنس دستوری مذکر
    zimanê axaftinêkonuşma dili, sözlü dilspoken languageزبان گفتاری
    zimanê nivîsînêyazı diliwritten languageزبان نوشتاری