Navên serokîyên parlamentoyan, serokkomarî, serokwezîrî, hikûmet, wezaret, komîsyon, komîte ûdezgehan -ku di beşê xwe da yekane ne- ji navdêrên taybetîdihên hesibandin û tîpa wan ya destpêkê bi girdekan dihê nivîsîn.
Navên partîyên siyasî bi girdekê dest pê dikin.
Navên şaredarî, zanîngeh, enstîtu, şirket, baro, komele û rêxistinên din jî navdêrên taybetî Loma tîpa wan ya destpêkê wekî hemû navdêrên taybetî bi girdekê dihê nivîsîn.
Heger navek ji navên her sê xalên jorê ji çend bêjeyan pêk hatibe, tîpa her bêjeya wî navî ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.* Lê heger bêjeyên navên navbirî ne wekî navên xweser bin, bi hûrdekan dihên nivîsîn.
Avûkatekî mirovî hebe, dikare li dadgehê mirovî li gor qanûnan biparêze.Di parlamentoyekê da destnîşankirina komîsyonên ji bo karên taybetî gelek girîng e.Divê ku em enstîtuyeka kurdî damezirînin.Heger hikûmeteka me ya çalak hebûya, rewşa me dê ne weha bûya.Hilbijartina serokkomarekî nû şert e.Li bajarê me baro tune ye.Mafê her kesî heye ku ji xwe ra komeleyekê ava bike.Tu birêvebirineka dewletê jî alîkarîya me nake.
Beşên ku di navên navbirî da bi hûrdekan bihên nivîsîn ev in: daçek, îzafeya ku cuda dihê nivîsîn, gihanek (û).