Navên stêr û gerestêran
Navên stêr û gerestêran gava ku di stêrnasîyê da wekî navdêrên taybetî dihên bikarînan, tîpa wan ya destpêkê bi girdekê dihê nivîsîn.* Lewra ew di gerdûnê da yekane ne:
- Lê gava ku roj, dinya û heyv ne wekî navên gerestêran lê wekî têgihên giştî bihên bikarînan, bi hûrdekan dihên nivîsîn. Nimûne: Îşev heyv tune ye, loma em nikarin li sînorî bixin. Ez dê vê perdeyê bidim alîyî da ku şewqa rojê bide hundirê odeyê. Serê sibehê dinya ne xweş e, ez naçim bazarê.