Zayenda bêjeyên bîyanî
Zayenda bêjeyên bîyanî -yên ku di kurmancîyê da bi kar dihên-, bi awayekî giştî mê ye.
adaptasyona penaberan, ajîtasyona bêmane, asîmîlasyona dijwar, averaja Barselonayê, baraja Dihokê, boykota karkeran, koleksîyona pûlan, komputera min
Heger di kurmancîyê da hevmaneya bêjeyeka bîyanî -ya ku di kurmancîyê da dihê bikarînan- hebe, bi piranî ew bêjeya bîyanî zayenda bêjeya hevmaneya xwe ya di kurmancîyê da werdigire.
Ji bo nimûneyê, ji ber ku bêjeya kurmancîyê “kar” nêr e, gava ku bêjeya tirkîyê ya berginda wê “îş” û bêjeya erebîyê “emel” yan “şixul” di kurmancîyê da dihên bikarînan, zayenda bêjeya kurmancîyê werdigirin û loma zayenda hemû bêjeyên hevmaneya vê bêjeya kurmancîyê (kar) wekî ya wê nêr e.
Çend bêjeyên kurdî yên din ku zayenda hevmaneyên wan yên ku ji zimanên bîyanî hatine wergirtin, wekî ya wan nêr e:
| Kurdî | Ji zimanên bîyanî |
|---|---|
| bakur | şîmal (ji zimanê erebî) |
| cih | mekan (ji zimanê erebî) |
| derî | qapî (ji zimanê tirkî) |
| heste | çaqmaq (ji zimanê tirkî) |
| hiş | aqil (ji zimanê erebî) |
| keşk | çortan (ji zimanê ermenî) |
| term | cesed (ji zimanê erebî) |
| wêne | sûret (ji zimanê erebî), fotograf (ji zimanê fransizî) |
Nimûneyên ji bêjeyên zayendmê:
| Kurdî | Ji zimanên bîyanî |
|---|---|
| bersiv | cewab (ji zimanê erebî) |
| gor | qebir (ji zimanê erebî) |
Lê bêjeyên bîyanî yên ku hevmaneyên wan di kurmancîyê da tune ne, wekî li jorê jî hat gotin, bi awayekî giştî mê ne.