Nivîsîna bêjeyên ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin
Bi tesîra hin zimanên din û nemaze jî bi tesîra tirkîyê, di bilêvkirin û nivîsîna hin bêjeyên bîyanî da, gelek kes [î]yekê datînin pêşîya wan û wan bi wî awayî bi lêv dikin û dinivîsin.
stasyon→îstasyon
Di hin zimanan da, bêje bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê nakin, lê bêjeyên kurmancîyê hene ku bi “sk-”, “sp-” û “st-”yê dest pê dikin. Di fonotaksa kurmancîyê da, destûr heye ku gotin bi van dengên navbirî dest pê bikin.
Loma bêjeyên bîyanî yên mîna “spîral”, “sponsor”, “spontan”, “spor”, “sportmen”, “sprey” û hwd, di kurmancîyê da bi hêsanî dihên bilêvkirin û nivîsîn.
Di kurmancîyê da, mirov di warê bilêvkirina bêjeyên weha da tu zehmetîyê nakişîne ku [î-]yekê li pêşîya wan bi cih bike. Ji ber vê yekê, tu pêwîstî bi lêzêdekirina dengê [î]yê tune ye û ya rast ew e ku nimûneyên dayî bêyî lêzedekirina [î]yê bihên bilêvkirin û nivîsîn.
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Skandînavya | Îskandînavya |
| skarpîn | îskarpîn |
| skelet | îskelet |
| skemle | îskemle |
| skoç | Îskoç, îskoç |
| skonto | îskonto |
| Spanya | Îspanya |
| spîrto | îspîrto |
| spîyon | îspîyon |
| stasyon | îstasyon |
| statîstîk | îstatîstîk |
| steka | îstaka, îsteka |
| Stenbol | Îstenbol |
| stop | îstop |