Kurtkirinên tîp bi tîp yên ku wekî bêjeyan dihên bilêvkirin
Kurtkirinên weha tîp bi tîp nahên bilêvkirin lê wekî bêjeyên normal dihên bilêvkirin.
a) Navdêrên cureyî
Ev celebê kurtkirinan bi hûrdekan dihên nivîsîn.
b) Navdêrên taybetî
Hin kurtkirinên ku navdêrên taybetî dinimînin jî wekî bêjeyan dihên bilêvkirin. Ji ber ku ew navdêrên taybetî dinimînin, divê ku tîpa wan ya destpêkê jî bi girdekê bihê nivîsîn.