Di kurtkirinan da hertim bala xwe bide van xalan
a)
Piştî kurtkirinên bêjeyên “rûpel” û “cild”ê xal dihê danîn. Piştî xalê jî divê ku navberek hebe û hejmar piştî navberê bi reqeman bihê nivîsîn.
47, c. 2
b)
Ferqa navbera kurtkirinên birî û kurtkirinên tîpên destpêkê ew e ku kurtkirinên tîpên destpêkê bi awayê xwe yê kurtkirî dihên bilêvkirin, lê kurtkirinên birî bi awayê xwe yê nebirî, ango bi awayê xwe yê dirêj dihên bilêvkirin.
c)
Heta ku îmkan hebe, ya baştir ew e ku mirov bi kurtkirinan dest bi komekê neke.
ç)
Kurtkirinên ku di xebatên akademîk, pirtûkên meslekî, katalog û tabloyan û hwd da dihên bikarînan, ne ew kurtkirinên adetî ne ku di jîyana rojane da dihên bikarînan. Loma pir normal e ku ev kurtkirinên ha ji alîyê gelek beşên civakê ve nehên zanîn. Ji ber ku ev cureyên kurtkirinên ha, kurtkirinên taybetî ne û bi qad û meslekên taybetî ve eleqedar in, divê ku di xebat û pirtûkên weha da lîsteyeka kurtkirinan hebe da ku xwendevan bikarin wan fam bikin.
d)
Gava ku kurtkirinek di nivîsê da cara yekem hat bikarînan, ya baş ew e ku mirov wê kurtkirinê bi awayê wê yê dirêj jî binivîse. Ev, di nivîsîna kurtkirinên kêmnas û nenas da bêhtir pêwîst e. Lê kurtkirinên ku ji alîyê piranîyê ve dihên zanîn, ne pêwîst e ku bi awayê xwe yê dirêj jî bihên nivîsîn.
e)
Di kurtkirinan da kîtekirinê neke (bnr. beşê “Kîtekirin”ê).
f)
Di nivîsîna tarîxê da, beşê salê kurt neke (bnr. beşê “Nivîsîna tarîxê”).
g)
Kurtkirinên navneteweyî yên mîna FIFA, UEFA, ILO, WHO, CD, DVD, RAM, ROM û hwd di kurmancîyê da jî çêdibe ku bihên bikarînan.
h)
Di nivîsên edebî da, ji bilî kurtkirinên adetî yên têrnas, heta ku mimkin be, divê ku kurtkirin nehên bikarînan.