Tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar

Ji bo navdêrên pirhejmar yên her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) gireya tewangê “-an” e.

a) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin

Ez bajaran dibînim. Ez dibistanan dibînim. Ez hespan dibînim.

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi dengdêran diqedin

Ez nameyan dişînim. Ez derîyan vedikim. Ez pencereyan digirim.

b) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar

Nenasyarkirina navdêrên her du zayendan yên pirhejmar, bi gireya <-(y)in>ê pêk dihê.

hin hesp→hespin. hin perde→perdeyin.

Li ba hin kesan, di vê meseleyê da tîpa pevgirêdanê ji bedêla <-y->yê <-n-> ye. Nimûne: hin pencere→pencerenin. Lê baştir e ku tîpa pevgirêdanê yek be da ku di vî warî da jî standardek peyda bibe.

Lê wekî ku ji bo hemû kategorîyên din hat dîyarkirin, di vê kategorîyê da jî tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya tewangê tune ye. Lewra gireya tewangê ji bo navdêrên her du zayendan yên nenasyar û pirhejmar, eynî wekî ya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar e; ango “-an” e.

Ez hin bizinan dibînim.→Ez bizininan dibînim. Ez hin derîyan dibînim.→Ez derîyinan dibînim. Ez hin hespan dibînim.→Ez hespinan dibînim.

Divê bihê dîyarkirin ku di vê mijarê da fikireka din jî heye. Nimûneyên vê fikira ku Celadet Bedirxan jî piştgirîya wê dike, weha ne:

Ez hin bizinan dibînim.→Ez bizinina dibînim. Ez hin derîyan dibînim.→Ez derîyina dibînim. Ez hin hespan dibînim.→Ez hespina dibînim.

Li gor vê fikirê, ev “a” di esilê xwe da “-an” bûye lê paşê “n”ya dawîn ketiye, ev “n” îşareta pirhejmarîyê ye lê ji ber ku di eynî bêjeyê da “n”yek heye, êdî pêwîstî pê namîne.

Lê tercîha vê Rêberê ew e ku  di nivîsîna kurmancîyê da, “-n”ya “-an”a gireya tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar bihê nivîsîn. Nenivîsîna “n”yê ku nîşana pirhejmarîyê ye, dibe ku bibe sedema tevlihevîyê. Loma ji bo tewanga navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar, divê ku “-an” bihê nivîsîn.