Bêjeyên ku xwedîyên referantên cuda ne

Hin bêje hene ku di rewşên cuda da ji bo referantên cuda dihên bikarînan. Di rewşên weha da, wekî berê jî hat gotin, divê ku mirov ne li esilê wan, lê li referantên wan binêre.

Nimûne 1: cîhan û jîyan

Ev her du navdêr di esilê xwe da mê ne û li gor zayenda mê ditewin. Loma em weha dibêjin û dinivîsin:

Ez dê li vê cîhanê têra xwe bigerim. Hêvîyên min yên ji vê jîyanê zêde ne. Lê em dizanin ku hem Cîhan û Jîyan wekî navên keçan jî û yên kuran jî dihên bikarînan.

Gava ku ji bo navên keçan bihên bikarînan, li gor zayenda mê ditewin. Loma em weha dibêjin û dinivîsin:

Ez Cîhanê dibînim. Ez Jîyanê dibînim.

Lê gava ku ev her du nav navên kuran bin, divê ku li gor zayenda navên kuran bihên tewandin. Loma divê ku ev her du nav weha bihên nivîsîn:

Ez Cîhanî dibînim. Ez Jîyanî dibînim.

Nimûne 2: Dîjle û Mirad

Ev her du navdêr navên du çemên Kurdistanê ne. Divê bihê gotin ku “çem” bêjeyeka nêr e lê navên hemû çeman ne. Loma em weha dinivîsin:

Çemê Dîjleyê Çemê Miradê

Lê ev her du nav navên mêran in jî. Gava ku “Dîjle” û “Mirad” navên mêran bin, referanta wan ya din betal dibe û zayenda wan li gor referanta wan ya nû dihê nivîsîn. Loma em weha dinivîsin:

Min ji Dîjleyî ra nameyek nivîsî. Miradî xwarin xwar. Her weha bêjeya “mirad”ê di maneya daxwazê da jî nêr e. Ew negihîşt miradê xwe.

Nimûne 3: Gundik

Herçî ev bêjeya navbirî ye, bêjeya wê ya esil gund e û ew bi “-ik”a paşgira piçûkkirinê bûye gundik, ango formeka dîmînutîf wergirtiye. Zayenda awayê piçûkkirî jî wekî bêjeya esil nêr e.

Lê gava ku Gundik bibe navê gundekî, êdî hikimê zayenda nêr betal e û divê ku ew li ser bingehê referanta xwe ya nû û li gor zayenda wê bitewe. Ew êdî navê gundekî ye û di kurmancîyê da navên hemû gundan mê ne. Zayenda vê navdêrê, di vê rewşê da mê ye û divê ku tewanga wê jî li gor qayîdeya tewanga navdêrên mê be. Loma çawa ku em dibêjin û dinivîsin “Ez diçim Mûşê”, divê ku em bibêjin û binivîsin“ Ez diçim Gundikê”.

Nimûne 4: Selahedîn

Dihê zanîn ku Selahedîn navê mêran e. Hingê divê ku li gor zayenda nêr bitewe. Loma divê ku em weha bibêjin û binivîsin:

Ez Selahedînî dibînim.

Selahedîn li Başûrê Kurdistanê navê bajarekî ye jî û em dizanin ku navên bajaran mê ne. Loma gava ku mebest navê wî bajarî be, divê ku ew jî wekî navê her bajarî li gor zayenda mê bitewe. Ev bêje berê navê mêran bû û zayenda wê ya berê nêr bû lê êdî di rewşa nû da betal e. Lewra ew êdî navê bajarekî ye, loma zayenda mê wergirtiye. Çawa ku mirov dibêje û dinivîse “Ez dê biçim Hewlêrê”, divê ku mirov bibêje û binivîse “Ez dê biçim Selahedînê”. Lewra di rewşeka weha da, ya ku divê pêgirîya wê bihê kirin, referanta vê navdêrê ye.

Nimûne 5: Zagros

Zagros navê çîyayekî ye. Em dizanin ku “çîya” bêjeyeka nêr e lê navên hemû çîyayan mê ne. Loma em weha dinivîsin:

Çîyayê(n) Zagrosê

Lê gava ku “Zagros” bibe navê mêrekî, divê ku li gor zayenda navê mêran bihê tewandin û nivîsîn. Loma em weha dinivîsin:

Min ji Zagrosî ra nameyek nivîsî. Zagrosî bersiva min da.