Îzafe û navdêrên her du zayendan yên pirhejmar

Gireya îzafeyê ya her du zayendan (hem yên nasyar hem yên nenasyar) yên pirhejmar “-ên” e.

a) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar

Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar ku bi nedengdêran diqedin, gireya “-ên”ê werdigirin.

bajarên mezin, hespên min, mehînên min, qelemên xweşik

Herçî navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nasyar in ku bi dengdêran diqedin, “-y-”ya pevgirêdanê dikeve navbera wan û gireya “-ên”ê.

berûyên Dêrikê, çîyayên bilind, nameyên min, pencereyên mezin, xanîyênbilind

b) Navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar

Nenasyarîya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar, bi gireya <-(y)in>ê pêk dihê.

hin hesp→hespin

Lê wekî ji bo hemû kategorîyên din hat dîyarkirin, di vê kategorîyê da jî tu tesîra gireya nenasyarîyê li ser gireya îzafeyê tune ye. Lewra gireya îzafeyê ji bo navdêrên her du zayendan yên nenasyar û pirhejmar, eynî wekî ya navdêrên her du zayendan yên nasyar û pirhejmar e; ango “-(y)ên” e.

hin çavên şîn→çavinên şîn hin hespên wan→hespinên wan hin mehînên boz→mehîninên boz hin perdeyên malê→perdeyinên malê

Di vê mijarê da, fikireka din heye ku li gor wê, divê ev nimûne weha bihên nivîsîn:

hin çavênşîn→çavine şîn hin hespên wan→hespine wan hin mehînên boz→mehînine boz hin pencereyên malê→pencereyine malê

Ji xwe, yek ji wan nimûneyên di nivîsa Celadet Bedirxanî da jî “hespine Soro” ye û ew vê yekê weha şirove dike:

“Herçî ‘e’-ya ‘hespine Soro’ ye ev ‘e’ di esilê xwe de “en” bû û ‘n’ jê ketiye û li şûna ‘hespinen Soro’ îro dibêjin ‘hespine Soro’. Ji xwe ‘n’ işareta gelejmariyê; û ji ber ko di ‘ine’ de ‘n’ ek heye ji xwe jê re hewce namîne.”

Bedir-Xan, C. A; “Bingehîn Gramêra Kurdmancî -8-”,  Hawar, hejmar: 34

Lê herçî tercîha vê Rêberê ye, awayê pêşîn e, ango awayê ku di nivîsîna kurmancîyê da, “-n”ya nîşana pirhejmarîyê li derveyî nahêle û îzafeya navdêrên her du zayendan yên pirhejmar û nenasyar bi awayê “-(y)ên”ê dinivîse.