Navdêrên lêkerî yên nesade ji çend bêjeyan pêk hatibin jî bi hevûdin ve dihên nivîsîn.
| Lêker | Navdêrên lêkerî |
| guhdarî kirin | guhdarîkirin (guhdarîkirina te) |
| lê gerîn | lêgerîn (lêgerîna we) |
| xeber dan | xeberdan (xeberdana me) |
| Lêker | Navdêrên lêkerî |
| bi ser ketin | biserketin (biserketina me) |
| pê ve kirin | pêvekirin (pêvekirina wê) |
| ser jê kirin | serjêkirin (serjêkirina mirîşkê) |
| serî lê dan | serîlêdan (serîlêdana mêvanan) |
| Lêker | Navdêrên lêkerî |
| bi ser xwe ve hatin | biserxwevehatin (biserxwevehatina wê) |
| li ber xwe dan | liberxwedan (liberxwedana we) |