Tewanga navdêrên lêkerî

a) Navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nasyar -wekî her navdêreka mê- bi “-ê”yê dihên tewandin.

dema biserxwevehatinê dema liberxwedanê dema xeberdanê encama lêgerînê pîrozkirina biserketinê sedema kuştinê

b) Navdêrên lêkerî yên yekhejmar û nenasyar jî -wekî her navdêreka mê- bi “-ê”yê dihên tewandin.

dema biserxwevehatinekê dema liberxwedanekê dema xeberdanekê encama lêgerînekê pîrozkirina biserketinekê sedema kuştinekê

c) Navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nasyar -wekî her navdêreka pirhejmar- bi “-an”ê dihên tewandin.

encama lêgerînan îmkana liberxwedanan pîrozkirina biserketinan sedema kuştinan şansa biserxwevehatinan xweşbûna xeberdanan

ç) Navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar jî -wekî her navdêreka pirhejmar- bi “-an”ê dihên tewandin.

encama hin lêgerînan→encama lêgerîninan îmkana hin liberxwedanan→îmkana liberxwedaninan pîrozkirina hin biserketinan→pîrozkirina biserketininan şansa hin biserxwevehatinan→şansa biserxwevehatininan sedema hin kuştinan→sedema kuştininan xweşbûna hin xeberdanan→xweşbûna xeberdaninan

Di vê mijarê da fikireka din jî heye. Li gor wê, navdêra lêkerî ya pirhejmar û nenasyar, bi “-a”yê dihê tewandin û di esilê xwe da ev “-an”e lê ji ber ku berî wê wekî nîşana pirhejmarîyê “n”yek heye, du caran “n” hewce nake; “n” jê dikeve, sivik dibe û “-a”dimîne. Ango divê ku wisa bibe:

encama hin lêgerînan→encama lêgerînina îmkana hin liberxwedanan→îmkana liberxwedanina pîrozkirina hin biserketinan→pîrozkirina biserketinina sedema hin kuştinan→sedema kuştinina şansa hin biserxwevehatinan→şansa biserxwevehatinina xweşbûna hin xeberdanan→xweşbûna xeberdanina

Lê tercîha Komxebata Kurmancîyê ya di vî warî da –wekî ku li jorê jî hatiye dîyarkirin- ew e ku “-n”ya nîşana pirhejmarîyê her bimîne û gireya tewanga navdêrên lêkerî yên pirhejmar û nenasyar bi “-an”ê bihê nivîsîn.