Nivîsîna lêkerên nesade
Lêkerên nesade jî wekî hemû lêkerên din, ji parçeyên axaftinê yên nelêkerî cuda dihên nivîsîn. Lê ji navên wan jî dîyar e ku lêkerên nesade bi xwe ji çend bêjeyan pêk dihên. Hin beşên lêkerên nesade hene ku bi parçeyên xwe yên lêkerî ra bûne yek lê hin jî cuda ne.
Loma lêkerên nesade ji alîyê nivîsînê ve dabeşî du grûpan dibin:
- Lêkerên nesade yên ku bi hevûdin ve dihên nivîsîn
- Lêkerên nesade yên ku ji hevûdin cuda dihên nivîsîn