Rastnivîsîna “bi-”yê di dema dahatî da
Erka bikarînana “bi-”yê ya li gel lêkerên di dema dahatî da, di esilê xwe da nîşanek e ji bo dîyarkirina erênîbûna lêkera di dema dahatî da.
a) Bi lêkerên sade ra
Gava ku lêker sade bin, gireya “bi-”yê dihê pêşîya lêkeran û bi wan ve dihê nivîsîn.
Fraza lêkerî ji çend bêjeyan pêk hatibe jî gireya “bi-”yê dîsan xwe li lêkera sade digire û bi wê ve dihê nivîsîn.
Di nivîsîna dema dahatî da, divê ku gireya “bi-”yê bihê nivîsîn. Di zimanê nivîskî da, nenivîsîna wê ne rast e.
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Ez dê biçim. | Ez dê çim. |
| Ez dê bigirim. | Ez dê girim. |
| Ez dê bikim. | Ez dê kim. |
| Ez dê bikujim. | Ez dê kujim |
| Ez dê bimeşim. | Ez dê meşim. |
| Ez dê bixwim. | Ez dê xwim. |
b) Bi lêkerên nesade ra
Li gor rêzimana kurmancîyê, di nivîsîna lêkera nesade da, di esilê xwe da divê ku gireya “bi-”yê bihê nivîsîn. Ji ber ku wekî li jorê jî hat nivîsîn, ew nîşan dîyarkirina erênîbûna dema navbirî ye.
Di hin devokên kurmancîyê da, lêkereka nesade tevî hemû parçeyên xwe bi tevayî wekî lêkerekê dihê hesibandin, loma jî gireya “bi-”yê dihê pêşîya vê tevayîyê.
Lê Komxebata Kurrmancîyê ji ber wê sedemê ku ev nîşan di vê rewşê da, hem di nivîsînê da hem jî di axaftinê da li gel lêkerên nesade zêde nahê bikarînan, tercîha bi vî awayî dîyar dike:
Herçî lêkerên nesade ne, -ji bilî lêkerên mîna “çêbûn” û “çêkirin”ê- bêyî “bi-”yê dihên nivîsîn.
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Ez dê dagirim. | Ez dê dabigirim. |
| Ez dê rawestim. | Ez dê rabiwestim. |
| Ez dê hilkişim. | Ez dê hilbikişim. |
| Ez dê vexwim. | Ez dê vebixwim. |
| Ez dê vegerim. | Ez dê vebigerim. |
| Ez dê dagirim. | Ez dê dabigirim. |