Nivîsîna morfema neyînîyê bi lêkerên nesade ra
Ji nimûneyên jêrîn jî dîyar dibe ku heger lêker lêkereka nesade be jî “na-” dîsan bi beşê lêkera sade ve dihê nivîsîn. Ango: pêşgir+ na+ lêkera sade
Tiştên ku ji bo “-na”yê dihên gotin, ji bo “-ne”yê jî derbas dibin. Nimûne: Ez ranezam. Min çênekir. Ez ranebûm. Min veneşart.
Rader Erênî Neyînî çêkirin Ez çêdikim Ez çênakim daxistin Ez dadixim Ez danaxim derketin Ez derdikevim Ez dernakevim hilkirin Ez hildikim Ez hilnakim rabûn Ez radibim Ez ranabim rawestin Ez radiwestim Ez ranawestim razan Ez radizêm Ez ranazêm vegerîn Ez vedigerim Ez venagerim veşartin Ez vedişêrim Ez venaşêrim
Awayekî din jî di nava kurmancîaxêvan da heye ku ferqê naxe navbera lêkera sade û ya nesade, loma jî morfema neyînîyê datîne pêşîya beşê lêkera nesade yê yekem. Li gor vî awayî, nimûneyên jorîn weha dihên nivîsîn:
Ji van her du awayan, yê ku zêdetir dihê bikarînan, awayê yekem e. Loma, ji bo nivîsîna standard ya lêkerên nesade, ev qayîde minasibtir e:
“pêşgir + na + lêkera sade”.