Divê ku nivîsîna kurdîya kurmancî pêgirîya nîvergatîfîyê bike
p>Di kurmancîyê da, di hin rewşan da ergatîfî heye lê ew ne zimanekî ergatîf yê kamil e. Di kurmancîyê da nîşana ergatîfîyê, bi tenê di demên borî yên hevokên lêkerên têper da xuya dibe. Kurmancî, ji bo lêkerên têper, di dema niha û dema dahatî da nîşana sîstemeka din, nîşana akuzatîfîyê dîyar dike. Ji ber vê yekê ye ku kurmancî wekî zimanekî nîvergatîf dihê binavkirin. Nîvergatîfî ji bo kurmancîyê taybetmendîyeka bingehîn e û “mohra kurmancîyê”* ye. Loma divê ku di nivîsîna kurmancîyê da pêgirîya vê taybetmendîya bingehîn bihê kirin û ev mohr bi awayekî zelal dîyar bibe.
* Hirorî, Newzad; “Ergatîvî mohra kurmanciyê ye”
- a) Ergatîfî di lêkerên têper da û bi tenê di hemû demên borî da xuya dibe.
- b) Di ergatîfîyê da, di navbera biker û lêkerê da hevahengî tune ye.
- c) Nîşana beşê hevokê yê netewandî her dem li lêkeran xuya ye. Ango lêkerên kurmancîyê bi tenê pêgirîya beşên hevokan yên netewandî dikin.
- ç) Di hevokên têper yên dema borî da, tişte hertim absolutîf in, ango netewandî ne. Loma mêjera tişteyan ji nîşanên li lêkerên têper dihê famkirin.
- d) Nîvergatîfî taybetmendîyeka kurmancîyê ya bingehîn e. Bêyî pêgirîya vê taybetmendîyê, kurmancîyeka standard ne mimkun e. Ji ber vê yekê, divê ku ev taybetmendîya rêzimana kurmancîyê ya bingehîn bibe taybetmendîya nivîsîna kurmancîyê ya bingehîn jî.
Gava ku biker û tişte navdêr bin:
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Xwendekarî mamosta gerand. | Xwendekar mamosta gerand. |
| Xwendekaran mamosta gerand. | Xwendekaran mamostayan gerandin. |
| Ehmedî Eyşe dît. | Ehmedî Eyşeyê dît. |
| Eyşeyê heval dîtin. | Eyşeyê hevalan dîtin. |
Gava ku biker û tişte cihnav bin:
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Me tu şandî | Me te şand |
| Me ew şand | Me wî/wê şand |
| Me hûn înan | Me we îna |
| Me ew înan | Me wan îna |
| Min ew dît | Min wî/wê dît |
| Min ew dîtin | Min wan dît |
| Min hûn dîtin | Min we dît |
| Min tu birî | Min te bir |
| Min tu dîtî | Min te dît |
| Te em hêlan | Te me hêla |
| Te ew bir | Te wî/wê bir |
| Te ew dîtin | Te wan dît |
| Te ez birim | Te min bir |
| Te ez dîtim | Te min dît |
| Te ez şandim | Te min şand |
| We em şandin | We me şand |
| We em birin | We me bir |
| We ew înan | We wan îna |
| We ew kuşt | We wî/wê kuşt |
| We ew şandin | We wan şand |
| We ez hêlam | We min hêla |
| Wî/Wê ew bir | Wî/Wê wî/wê bir |
| Wî/Wê em înan | Wî/Wê me îna |
| Wî/W ew birin | Wî/wê wan bir |
| Wî/Wê ez înam | Wî/Wê min îna |
| Wî/Wê ez şewitandim | Wî/Wê min şewitand |
| Wî/Wê hûn birin | Wî/wê we bir |
| Wî/Wê tu birî | Wî/Wê te bir |
| Wî/ Wê tu kuştî | Wî/ Wê te kuşt |