Heger beşekî lêkerên nesade tewandî be, divê ku hemû beşên parengan yên hevedudanî ji hevûdin cuda bihên nivîsîn.
di bîrê da mayî (Tiştê di bîrê da mayî, di nameyê da hat nivîsîn.)ji bîrê çûyî (Tiştê ji bîrê çûyî, ne pir girîng e.)ji darê ketî (Yê ji darê ketî, kurê cîranê me ye.)ji deryayê derketî (Ew ecêba ji deryayê derketî, em hemû tirsandin.)ji hevalan veqetîyayî (Mirovê ji hevalan veqetîyayî, dibe parîyê guran.)top li malê ketî (Yê top li malê ketî, nasê min e.)