Nivîsîna bazinedaçekên kurmancîyê
Bazinedaçekên bingehîn ji du beşan pêk dihên û her du beşên wan bi hevûdin ra bazinedaçekê pêk diînin. Ev cureyên bazinedaçekan, bêjeyan dixin navbera xwe. Ango beşekî wan li pêşîya bêjeyan, beşê din li paşîya bêjeyan dihên danîn. Heger bazinedaçek ji sê beşan pêk hatibe, hingê her du beşên pêşîyê li pêşîya bêjeyan dihên danîn, beşê sêyem jî li paşîya bêjeyan dihê danîn.
Herçî beşên bazinedaçekan yên duyem in, sê awayên cuda xuya dibin:
- … da, … ra, … va
- … de, … re, … ve
- … da, … ra, … ve
Komxebata Kurmancîyê awayê sêyem, ango sîstema “… da, … ra, … ve” wekî awayê standard qebûl kiriye. Komxebat her du awayên din, ango awayên “ … da, … ra, … va” û “… de, … re, … ve” jî wekî bîformên awayê standard destnîşan kirine.
Bazinedaçek û nimûneyên wan li jêrê dihên pêşkêşkirin:
Bêjeya ku di navbera beşên bazinedaçekan da bihê nivîsîn, divê ku bihê tewandin.