Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê

Ji bo nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê, divê ku mirov van du pirsan zelal bike.

a)

Hilbijartina xalbendîyê ya ku tixûbên saet, deqîqe, sanîye û salîseyê nîşan dide û wan ji hevûdin vediqetîne.

b)

Bikarînana wan ya di hevokê da

  1. Tixûbên saet, deqîqe û sanîyeyê bi cotxalê (:) dihên nîşandan.
    • Nivîsîn: 06:25
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe
    • Nivîsîn: 06:25:45
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye
    • Pirs: Saet çend e?
    • Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye ye.
  2. Tixûbê salîseyê, bi bêhnokê (,) dihê nîşandan.
    • Nivîsîn: 06:25:45,24
    • Bilêvkirin: sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse
    • Nivîsîn: 06:03:45,24
    • Bilêvkirin: sifir şeş û sifir sê deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse
    • Pirs: Saet çend e?

    • Bersiv: Saet sifir şeş û bîst û pênc deqîqe û çil û pênc sanîye û bîst û çar salîse ye.

  3. Sih deqîqeyên li gel hejmareka saetê dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:
    • Nivîsîn: 06:30
    • Bilêvkirin: 1. sifir şeş û sih deqîqe 2. sifir şeş û nîv
    • Nivîsîn: 18:30
    • Bilêvkirin: 1. hejdeh û sih deqîqe 2. hejdeh û nîv
    • Di sîstema analog da têgihên “berî nîvroyê” (kurtkirin: bn û bilêvkirin: bene) û “piştî nîvroyê” (kurtkirin: pn û bilêvkirin: pene) dihên bikarînan.

      Li gor vê sîstemê ev nimûneyên ha bi vî awayî dihên nivîsîn û bilêvkirin:

    • 6:30 bn
    • Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê berî nîvroyê 2. şeş û nîvê beneyê (şeş û sihê beneyê) 3. şeş û nîv bn

    • 6:30 pn
    • Bilêvkirin: 1. şeş û nîvê piştî nîvroyê 2. şeş û nîvê peneyê (şeş û sihê peneyê) 3. şeş û nîv pn

  4. Panzdeh deqîqeyên ku li gel hejmareka saetê ye dibe ku bi du awayan bihên bilêvkirin:
    • Nivîsîn: 06:15
    • Bilêvkirin: sifir şeş û 15 deqîqe
    • Nivîsîn: 06:15
    • Bilêvkirin: sifir şeş û çaryek

      Li gel bazinedaçeka “ di … da ” yê

      Di vî warî da ev awayên cuda dihên bikarînan:

      1. saet di … da
      2. di saet … da
      3. saet ... da
      4. saet …(bê bazinedaçekê)

      Ji van awayan awayê sêyem ku wekî paşdaçekê xuya dibe, di zimanê axaftinê da heye. Di esilê xwe da ev parçeyê bazinedaçekê ye ku parçeyê wê yê pêşî hebûye, lê di axaftinê da winda bûye.

      Awayê çarem ku bê bazinedaçek e, di zimanê axaftinê da heye. Di esilê xwe da bazinedaçeka wê (di ... da) hebûye, lê di axaftinê da winda bûne.

      Ji awayê yekem û awayê duyem, tercîha Komxebatê awayê duyem e. Ango “di saet … da” ye. Ji ber ku ew li gor awayê yekem, ango li gor “saet di … da” serrasttir e û loma wekî awayê standard hatiye qebûlkirin.*

      * Di Hawarê da jî her ew awa hatiye bikarînan: “di saet pêncan de” (Hejmar: 32),“di saet heftan de” (Hejmar: 49).

    • Pirs: Di saet çendan da?

    • Bersiv: Di saet çaran da.

    • Pirs: Tu dê di saet çendan da bihêyî?

    • Bersiv: Ez dê di saet çaran da bihêm.