Yeknik ‘ ’
Ev nîşandek ji du beşan pêk dihê û ev her du beş bi hevûdin ra nîşandekekê pêk diînin. Ji du beşan yek di destpêka bêje yan jî komekan da dihê danîn, ya din jî di dawîya wan da dihê danîn. Ferqa wê û dunikê ji alîyê şikilî ve ew e ku her beşekî wê ji nikekê pêk dihê.
Li welatên cuda, ev awayên cuda yên yeknikê dihên bikarînan:
- a) ‘ ’
- b) ’ ’
- c) ‘ ‚
- ç) ‚ ‘
- d) ‚ ’
- e) ' '
Ji ber sedemên ku di beşê dunikê da hatin dîyarkirin, ya baştir ew e ku di nivîsîna kurmancîyê da, em ji bo yeknikê, ji van awayên jorîn, vî awayî tercîh bikin: ‘ ’
Ango ya baş ew e ku mirov yeknika adetî (‘ ’) bi kar biîne.
Lê dihê zanîn, hin nimûneyên din hene ku wekî alternatîfên nimûneyên adetî dihên bikarînan.
Cih û prensîpên bikarînana yeknikê
a) ji bo nîşankirina jêwergirtina ku di nava jêwergirtinekê da ye yeknik dihê bikarînan.
b) Divê ku di navbera her du beşên yeknikê û nivîsa nava yeknikan da navber tune be (beşê “Navber”ê).