Apostrof ’
Gava ku mirov bixwaze nîşan bide ku tîpeka bejeyekê yan jî çend tîpên bêjeyekê nehatine nivîsîn, di şûna wê tîpê yan jî wan tîpan da nîşandeka apostrofê dihê danîn.
Hin cihên ku apostrof lê nahê danîn:
a) Piştî navdêrên taybetî
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| Ez ji Dêrsimê hatim. | Ez ji Dêrsim’ê hatim. |
| Ez ji Kurdistanê me. | Ez ji Kurdistan’ê me. |
| Min ji Xezalê ra got. | Min ji Xezal’ê ra got. |
b) Piştî hejmarnavan ( beşê “Nivîsîna hejmarnav”an)
| ✔ | ❌ |
|---|---|
| di 16ê tîrmehê da | di 16’ê tîrmehê da |
| di sala 1979an da | di sala 1979’an da |