Kevaneka li gel goşebendê ( [ ] )
a) Mirov ne mecbûr be, ya baştir ew e ku kevaneka li dora goşebendê bi kar neîne.
b) Yên ku naxwazin wê bi kar biînin, ji bedêla goşebendê, dikarin xwarexêzê (/) bi kar biînin. Nimûne: YN û YE ji bo konferanseka navneteweyî ya li ser rewşa welatên Rojhilata Navîn (her weha li ser rewşa/ekonomîya/welatê me jî) xwe amade dikin.
Kevaneka li gel goşebendê di hin cihan da dihê bikarînan.
YN û YE ji bo konferanseka navneteweyî ya li ser rewşa welatên Rojhilata Navîn (her weha li ser rewşa [ekonomîya] welatê me jî) amadekarîyê dikin (Bide ber beşê goşebendê).
Goşebend [ ]
1) Di jêwergirtinekê da, gava ku ravekirineka nû bihê nivîsîn, lêzêdekirinek pêwîst bibe, yan jî serrastkirinek ferz bibe, ew ravekirin û lêzêdekirin yan jî serrastkirin di nava goşebendê da dihê nivîsîn da ku mirov nîşan bide ku ew ne beşên nivîsa jêwergirtinê ya orîjînal in lê paşê hatine nivîsîn.
2) Goşebend dibe ku li gel sêxala ji bo beşên nenivîsî bihê bikarînan (bnr. bêşê “Sêxal”ê).
3) Di fonetîkê da, ji bo nîşandana dengên zimanî, danzanîna bilêvkirinê, goşebend dihên bikarînan.
4) Di hin ferhengan da, awayê bilêvkirina bêjeyê di hundirê goşebendan da dihê nivîsîn.
5) Di kîmyayê da, ji bo nîşandana konsantrasyona madeyekê, goşebend dihên bikarînan.
6) Goşebend, di matematîkê da dibe ku li gel kevaneka adetî bihê bikarînan. Di vê rewşê da kevaneka adetî, di hundirê goşebendê da cih digire. (Bide ber beşê “Kevaneka li gel goşebendê”.)
7) Di nivîsên tîyatroyî da, agahdarîyên di warê sehneyê da, her weha yên li ser rewşa tîyatrogeran û tevgerên wan, dibe ku di nava goşebendê da jî bihên nivîsîn.