Sêxal …

Di van rewşan da sêxal dihê bikarînan:

a) Li dawîya komekên neqedîyayî

Di vê rewşê da, divê ku navberek di navbera bêjeya dawî û sêxalê da hebe.

Gava ku ez wî bibînim, ez dê jê ra …

b) Ji bo birîna bêjeyekê

- Birîna di nava komekê da

Gava ku bêjeyek hatibe birîn, piştî cihê birî sêxal yekser dihê danîn; ango divê ku di navbera devera birî û sêxalê da navber tune be.

Min ji wî lawê kû… ra got. Te ew ehm… dît? - Birîna di bêjeya herî dawî da

Gava ku bêjeya birî bêjeya komekê ya herî dawî be, ji bo qedandina hevokê, divê ku êdî xaleka din (xala çarem) nehê danîn.

Ew bû hevalê wî lawê kû… Ez çûm ba wî zilamê rez…

Lê di vê rewşa birîna bêjeya komekê ya herî dawî da, gava ku pêwîst be, mirov dikare pirsnîşanekê yan bangnîşanekê piştî sêxalê -bêyî ku navber hebe- daîne.

Lawê kîjan kû ? Lawê kû !

c) Gava ku bêjeyek yan beşekî hevokê nehê nivîsîn

Gava ku di komekekê da, bêjeyek yan beşekî komekê nehê nivîsîn, ji bo nîşana wî beşê nenivîsî sêxal dihê danîn. Di rewşeka weha da, divê ku hem berî sêxalê hem jî piştî sêxalê navber hebe.

Gava ku min ew dît, ez rast çûm ba wî …

ç) Sêxala ji bo beşên nivîsandî, çêdibe ku di nava goşebendê yan jî du xwarexêzan da jî bihê danîn.

Gava ku beşekî komekê nehê nivîsîn, ango li derveyî wê bihê hêlan, yan jî zêde girîng nehê dîtin, sêxal di nava goşebendê da, yan jî di nava cotxêzikên xwar da dihê danîn.

Divê ku mirov lê miqate be da ku di navbera goşebendê û sêxalê da yan jî di navbera cotxêzikên xwar û sêxalê da navber hebe.

Xanîyekî pir mezin [ … ] bi mîmarîya kevin [ … ] hat avakirin. Xanîyekî pir mezin / … / bi mîmarîya kevin / … / hat avakirin.

d) Di jêwergirtinan da, ji bo beşên destpêkê, yên navîn yan jî yên dawî yên ku nehatine veguhastin

Begê min, Ehmedî li ser wê got; “… berê xwe da wî cihê ... ji bo xwe …”