Ji bo rastnivîsîneka standard
Ziman di axaftinê da û di nivîsînê da bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku mirov wekî dipeyive, nanivîse. Zimanê axaftinê bi dengan peyda dibe û bi bihîstinê dihê wergirtin. Lê zimanê nivîsînê bi nîşanên grafîkî pêk dihê û bi bînahîyê dihê wergirtin. Loma dihê gotin ku axaftin zimanek e ku ji bo guhan e û nivîs jî zimanekî din e ku ji bo çavan e. Ji ber vê yekê ye ku gelek kes zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê hema hema wekî “du zimanên cuda” jî dihesibînin.
Gava ku mirov dipeyive, gelek awa hene ku hem alîkarîya derbirînê dikin hem jî alîkarîya têgihîştinê dikin. Ji ber ku mirov bi jest û mîmîkan, bi nîşandana hisên xwe, bi rawest û vehesê, bi guvaşa hin kîteyan, bi bilindkirin û nizimkirina dengê xwe û hwd dixebite ku alîkarîya axaftinê bike û pê ra şertên têgihîştineka rast peyda bike.
Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û her weha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal -çi yên ku xwe bispêrin rêzimanê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê- şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe. Rê li ber têgihîştinên şaş venabe. Her weha naveroka zimanê nivîskî jî bi mebesta xwe ra guncayî dihê ragihandin.
Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsantir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê da lihevhatinên wan yên civakî hene. Lewra mirov weha dihizire ku rêberên rastnivîsînê yên van cureyên zimanan dê ji rêzkirina qayîdeyan pêk bihên û yên ku karê nivîsînê dikin jî ji bo nivîsîneka li gor qayîdeyên lihevkirî, dikarin li wan binêrin û pêgirîya wan bikin. Di vê çerxa teknîka enformasyonê da êdî ev qayîdeyên rastnivîsînê wekî bernameyên rastnivîsînê di komputeran da jî bicihkirî ne. Heger daxwazên ji bo guherînê hebin jî minaqeşeyên wan bi awayekî din dihên kirin û heta gihîştina encamekê, ango heta ku li ser wan pirsan lihevhatineka civakî peyda nebe, qayîdeyên tesbîtkirî bi awayekî giştî nahên pêpeskirin. Ji bo nivîsîna rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha, helbet pêwîstî dê bi şirove, ravekirin û argumanên zêde tune be. Lewra wan qonaxên weha bi awayekî giştî li dû xwe hêlane.
Her weha divê bihê dîyarkirin ku di rêberên rastnivîsîna zimanên weha da, mirov li gel mijarên rastnivîsînê yên adetî, mijarên mîna raçandina tekstê, nivîsên taybetî, tablo, dîyagram, nîşanên kêmnas, sembolên fonetîkê, di komputeran da nîşanên taybetî, vavêrtina alfabetîk, ji bo nivîsîna di komputeran da rêyên pratîk,nivîsîna çavkanî û referansan, nîşanên rastkirinê û hwd jî dibîne ku êdî ew jî di vê çarçoveyê da dihên qebûlkirin.
Ji bo zimanên ku nivîsîna wan zêde bi pêş neketiye û qayîdeyên wan yên rastnivîsînê cara yekem dihên nivîsîn jî problem dê hinde ne zêde bin.
Kurmancî bi xwe, nakeve nava her du kategorîyan jî. Ji ber ku rewşeka kurmancîyê ya taybetî heye, rêbera wê ya rastnivîsînê jî di vê qonaxê da dê li gor vê rewşa taybetî be. Pir eşkere ye ku di rewşeka weha da amadekirina rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê ne karekî hêsan e. Ji ber ku nivîsîna kurmancîyê di van sih salên dawî da -bi saya îmkanên teknolojîyê jî- bi qasî ku mirov nikare bide ber tu demên din têrbelav e. Lê her beşekî kurmancîaxêvan li parçeyên welatê xwe yên cuda di bin tesîra zimanên dewletên serdest yên cuda da ye û rastnivîsîna wan zimanên serdest, bivê nevê, tesîrê li awayê nivîsîna kurmancîya wan jî dike.
Hin kurmancîaxêv jî hene ku li welatên cîhanê yên cuda dijîn. Loma pir normal e ku kurmancîaxêvên weha di bin tesîra zimanên wan welatan da bimînin û rastnivîsînên zimanên wan welatan bi awayekî xurt tesîrê li awayê nivîsîna wan jî bikin. Ji ber vê yekê, ne dûrî aqilan e ku kurmancîaxêv -çi pê bihesin çi jî pê nehesin- di bin tesîra wan zimanan û wan rastnivîsînan da li rastnivîsîna kurmancîyê binêrin.
Gelek nivîskarên kurmancîyê tevî ku li welatê xwe ne jî di bin tesîra rastnivîsîna zimanên xwe yên bîyanî yên din da ne. Nimûneyên rastnivîsînê yên cuda di berhemên wan da xwe didin der. Hin nivîskar jî bi temamî bi tesîra devokê xwe dinivîsin. Herçî kitêbên dersan in jî ji hevûdin cuda cuda ne. Di her kovar û rojnameyeka me da, mirov pir bi hêsanî dikare behsa qayîdeyên cuda bike. Di medyaya dîjîtal da em hertim bi van cudayîyên nivîsîna kurmancîyê ra rû bi rû dibin. Kitêbên rastnivîsînê yên ku berî niha hatine weşandin jî ji cudayîyan ne bêpar in. Di dezgehên me yên weşanê yên din da jî standardên cuda xuya dibin. Heta, di warê tîpên alfabeya kurmancîyê da jî cudayî hene.
Ji ber gelek problemên din û van sedemên dîyarkirî, gava mijar kurmancî be, ji bo rêbereka rastnivîsînê, pêwîstî dê bi şirove, arguman, nimûne û ravekirinan jî hebe. Heger di warê rastnivîsînê da problemên navbirî tune bûna, pêwîstîya me jî dê ne bi argumanan ne bi şiroveyan ne jî bi ravekirinan hebûya.
Lê wekî ku dihê zanîn, di warê rastnivîsîna kurmancîyê da problem pir in. Di warê peydakirina hizireka hevbeş û lihevkirineka civakî da endîşeka mezin heye. Loma di vê qonaxê da ji bo yeqînî û piştrastîyê û peydakirina hizireka hevbeş, di nivîsîna rêbereka rastnivîsînê da pir normal e ku mirov hin caran xwe bispêre dengnasî û manenasîyê, zorê bide sînorên rêzimanê yan derbasî nava sînorên fonetîkê û hwd bibe.
Herçî xalên rastnivîsînê ne, hin tişt hene ku mirov dikare li ser wan li hevûdin bike. “Gelo em apostrofê bi kar biînin yan na?” yan jî “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan dest pê bikin yan bi girdekan?” û hwd nimûneyên wan xalan in ku mirov dikare li ser wan li hevûdin bike.
Lê hin tişt jî hene ku ji bo lihevkirinê ne qabil in; ango mirov nikare li ser wan li hevûdin bike. “Bila nêr û mê di kurmancîyê da bimînin yan na?” yan “Gelo em êdî dest ji ergatîfîyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin. Ji ber ku ew di xwezayîya kurmancîyê da bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Loma gava ku em bixwazin bi vî zimanî binivîsin, divê ku em pêgirîya wan bikin.
Divê bihê zanîn ku pêwîstîya nivîsîna kurmancîyê bi standardekê heye û ji bo standardekê jî qayîdeyên rastnivîsînê şert in.
Ji bo nivîsîna vê rêberê, me ji 14.03.2015an heta 12.07.2017an li Mêrdîn, Dîyarbekir û Stenbolê heft civîn pêk înan.
Bingehê minaqeşeyên her heft civînan kitêba Mistefa Aydoganî (Rêbera Rastnivîsînê) bû. Loma rojeva her heft civînan jî bi awayekî giştî xwe spartiye xalên naveroka vê kitêba navbirî.
Divê bihê zanîn ku di her xalê da ew awayên heyî yên cuda hatin minaqeşekirin ku di axaftin û nivîsîna kurmancîyê da dihên bikarînan.
Beşdarên Komxebatê bi awayekî giştî li ser bingehê lihevkirinê gihîştine vê encamê. Lê li gel wê jî divê bihê dîyarkirin ku li ser hin xalan bîr û rayên cuda hebûn.
Hêvîya me ew e ku pêgirîya vê rêberê bihê kirin û bi vî awayî nivîsîna kurmancîyê serrasttir bibe û her weha tiştên ku dihên nivîsin jî zelaltir û fambartir bibin.
Komxebata Kurmancîyê