Kêşana lêkera tebatîkirinê
Di avahîya lêkera tebatî da, wekî ku li jorê jî hat dîyarkirin, lêkera kêşayî lêkera “hatin”ê ye. Lewra ya ku li gor demê tê kêşan, nîşana kesan lê dîyar dibe û morfema neyînîkirinê dikare bihê pêşîya wê, ew bi xwe ye. Lê lêkera têper ya ku ji bo pêkînana awayê tebatî, li gel lêkera “hatin”ê dihê bikarînan, ne li gor deman ne jî li gor kesan dihê kêşan.
Komxebata Kurmancîyê formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema niha û dema dahatî bi vî awayî tesbît kirine:
- Formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema niha ev in:
- Ji bo kesên yekhejmar: “dihêm, dihêyî, dihê”
- Ji bo kesên pirhejmar: “dihên”
- Formên lêkera “hatin”ê yên bingehîn ji bo dema dahatî ev in:
- Ji bo kesên yekhejmar: “bihêm, bihêyî, bihê”
- Ji bo kesên pirhejmar: “bihên”
Wekî dihê zanîn, ji bo her du demên navbirî formên din jî dihên bikarînan ku li jêrê dihên pêşkêşkirin. Komxebata Kurmancîyê van forman jî wekî bîformên lêkera “hatinê” yên her du demên navbirî qebûl dike.
- Bîformên lêkera “hatin”ê ji bo dema niha ev in:
- Ji bo kesên yekhejmar: “têm, têyî, tê”
- Ji bo kesên pirhejmar: “tên”
- Bîformên lêkera “hatin”ê ji bo dema dahatî ev in:
- Ji bo kesên yekhejmar: “bêm, bêyî, bê”
- Ji bo kesên pirhejmar: “bên”
Lêkera têper di konstruksîyona tebatî da
Lêkera têper di konstruksîyona tebatî da, ji alîyê bilêvkirinê ve nêzîkî navdêra lêkerî ye. Nimûneyeka wê, lêkera “pêşkêş kirin”ê ye. Di vê lêkera têper da, guvaşa sereke li ser kîteya “pêşkêş”ê ya duyem e; ango li ser “-kêş”ê ye. Lê di konstruksîyona tebatî da, ango di “hat pêşkêşkirin”ê da cihê guvaşê dihê guhertin û diçe ser kîteya bêjeya “kirin”ê ya dawî; ango diçe ser “-rin”ê. Ev jî ji alîyê bilêvkirinê ve wê nêzîkî bilêvkirina navdêra lêkerî dike.
Heger mirov li lêkerên van nimûneyên jêrîn binêre, hingê mirov dê hevşibîna wan û navdêrên lêkerî baştir bibîne.
- Me kitêbên xwe 'xwendin.
Di vê hevokê da, guvaşa ku bi lêkerê ve eleqedar e, li ser kîteya yekem e; ango guvaş li ser “-xwen”ê ye.
- Xwen'din ji bo me jî baş e.
Di vê hevokê da, guvaşa di navdêra lêkerî da -guvaşa di “xwendin”ê da- li ser kîteya duyem e; ango li ser “-din”ê ye.
- Ev kitêb hatin xwen'din.
Di vê hevoka tebatî da, guvaş di kîteya“xwendin”ê ya dawî da ye; ango li ser “-din”ê ye. Ev jî nîşana wê ye ku bilêvkirina wê û ya “xwendin”a nimûneya duyem (navdêra lêkerî) yek in.
Dîyar e beşê ku piştî lêkera “hatin”ê dihê bikarînan, di şikilê navdêra lêkerî da ye û ji ber wê yekê, heger ji çend bêjeyan pêk hatibe, baştir e ku ew çend bêje bi hevûdin ve bihên nivîsîn da ku ew jî wekî navdêra lêkerî, bi awayê serrast bihê bilêvkirin.*
hat avakirin, hat serjêkirin, hat jibîrkirin, hat serrastkirin, hat bidûrxistin, hat bilêvkirin
* Herçî Hawar e, di vî warî da nîşanên her du awayan lê xuya ne:
- a) Nimûneyên ku bi hevûdin ve hatine nivîsîn:“ji nuh ve hatine hevedudanîn” (hejmar:1, r. 2), “Lê di yek bûnê de ew tiştên an kesên ko hatine lihevanîn”, (hejmar:3, r. 5) “Ji sebebên bingehî pêve ko yek bi yek hatine ravekirin”, (hejmar:8, r. 7) “Ev nivîsarên ha pêşdetir hatine civandin û di bin navê (Tevayîya nivisar û bîrên Marêşal Moltkê) di sala 1892 an de li Berlinê ji nû ve hatine çapkirin.” (hejmar:23, r.1), “Belê xanî bi her tiştên xwe welê hatine lêkirin ko di wextê şer û pevçûnan de bi kêrî wan biên, ji wan re bibin şergeh û asêgeh.” (hejmar:24, r. 1), “(23000) zelam û (47000) jin û zaro bi destê tirkan hatin şerjêkirin.” (hejmar:24, r. 6), “Liwa Rihayê ko tê da Berazan tenê kurd hatine nîşandan ji van qezan û eşîran bi hevketî ye.” (hejmar:29, r. 7), “Dipirsim ez hero sed car çira bax im ne hat avdan?” (hejmar:31, r. 9), “bihata şerjêkirin” (hejmar:32, r. 5), “hatine şerjêkirin”, (hejmar:33, r. 1)
- b) Nimûneyên ku ji hevûdin cuda hatine nivîsîn “hatine nîşan kirin” (hejmar:2, r. 6), “dihatin bi nav kirin” (hejmar:3, r. 5), “yên ko nehatin tehcir kirin” (hejmar:6, r. 1), “hatine mana kirin” (hejmar:27, r. 12), “hatine nîşan dan” (hejmar:30, r. 11), “lê ne hatine bi nav kirin” (hejmar:32, r. 11), “Çi kirin, ne kirin; çi gotin, ne gotin; bivê nevê ev ne hatine belav kirin.” (hejmar:44, r. 11), “hatine helal kirin” (hejmar:55, r. 1)