Parçeyê awayê tebatî yê nefinît û navdêra lêkerî
Divê bihê dîyarkirin ku xetera tevlihevkirina lêkerên têper yên parçeyên awayê tebatî û navdêrên lêkerî tune ye. Lewra lêkerên têper yên ku di avakirina tebatî da dihên bikarînan, li gor tu zayendan natewin. Lê zayenda hemû navdêrên lêkerî mê ye û gava ku bi lêkereka têneper ra bihên bikarînan, divê ku li gor mêbûnê bitewin (bnr. “Nivîsîna navdêrên lêkerî”).
1) Ew hat dîtin.
Ev hevok hevokeka tebatî ye. Lewra yê ku hat dîtin ew e. Ew ji alîyê hinan ve hat dîtin.
2) Ew hat dîtinê.
Ev hevok ne hevokeka lêkera tebatî ye. Ew hat ku bibîne. Bêjeya “dîtin”ê di vê hevokê da navdêreka lêkerî ye, loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.
3) Ew hat merkirin.
Ev hevok hevokeka lêkera tebatî ye. Maneya wê ev e; devera ku hat merkirin ew e. Ew ji alîyê hinan ve hat merkirin.
4) Ew hat merkirinê.
Ev hevok ne hevokeka lêkera tebatî ye. Ew hat ku merkirinê bike. Bêjeya “merkirin”ê ya ku di vê hevokê da heye, ne lêker e lê navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.
5) Ew hat serjêkirin.
Awayê vê hevokê awayê tebatî ye. Maneya wê ev e; yê serîyê wî jê bû ew e.
6) Ew hat serjêkirinê.
Ev hevok ne avakirineka lêkera tebatî ye. Maneya wê ev e; Ew hat ku serîyî jê bike. Bêjeya “serjêkirin”ê ya ku di vê hevokê da heye, navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.
7) Ew hat xwarin.
Awayê vê hevokê awayê tebatî ye. Maneya wê ev e; yê/ya ku hat xwarin ew e, ew bi xwe hat xwarin. Ew ji alîyên hinan ve hat xwarin.
8) Ew hat xwarinê.
Ev hevok ne hevokeka tebatî ye. Maneya wê ev e; Ew hat ku bixwe, yan jî ew ji bo xwarinê hat. Bêjeya “xwarin”ê ya ku di vê hevokê da heye, ne lêker e, lê navdêreka lêkerî ye. Loma divê ku wekî temamkera lêkera têneper bitewe.