Bêhnok nîşandeka vehesê ye. Di van rewşan da dihê bikarînan:
a) Di navbera bêjeyên hevfonksîyon yên ku di komekekê da li dû hevûdin rêz bûne û bi gihanekekê bi hevûdin ve nehatine girêdan.
Ez dê şîr, penîr, rûn, mast, hingiv û helawê bikirim.
b) Di navbera beşên (hevokên) komekekê yên sereke da
Ew serê sibehê radibe, serûçavê xwe dişo, taştêya xwe dixwe, çenteyê xwe amade dike,radihêle rojnameya xwe û diçe karê xwe.
c) Di navbera hevoka sereke û ya nesereke da
Wî bangî min kir, hingê min ew dît.
ç) Piştî hevoka nesereke
Gava ku komekek bi hevokeka nesereke dest pê bike, piştî hevoka nesereke bêhnokek dihê danîn.Piştî ku ew hat, ez aram bûm.Heger tu rastîyê bixwazî, ez ji te bawer nakim.Gava ku Şêrko ket hundirê odeyê, rewşa me bi çavên serê xwe dît.
d) Di xîtabkirinê da
Gelî keç û xortên kurdan, hûn hemû bi xêr biçin.Kurdino, ev dem dema we ye.
e) Gava ku du frazên navdêrî li dû hevûdin bihên û yek ya din biwesifîne, hem berî ya diwesifîne hem jî piştî wê, ango berî bedêlê (apposition) û piştî wê bêhnok dihê danîn.
Ehmedê Xanî, nivîskarê Mem û Zînê, berhema xwe ya navdar di 44 salîya xwe da qedandiye.Mêrdîn,bajarê li pala wî çîyayî, êdî her bi pêş ve diçe.
ê) Piştî bêjeyekê yan jî qalibekî derbirînê yê ku komek pê dest dike
Belê, tu dikarî dest pê bikî.Erê, ez wî nas dikim.Kurt û kurmancî, ez nema dixebitim.Na, min ew nedîtiye.
f) Di navbera navê cihan û tarîxê da
Wan, 21.03.2012
g) Ji bo dîyarkirina tixûbê salîseyê
6.25.45,24 (bnr. beşê “Nivîsîna saet, deqîqe, sanîye û salîseyê”)
h) Ji bo nîşandeka dehekîyê ( beşê “Nivîsîna hejmarnavên dehekî”)
a) Bêhnok ne berî bêjeya “jî”yê ne jî piştî wê dihê danîn. Ji ber ku devera ku “jî” lê hebe, ji xwe vehesek bi qasî dema bêhnokê peyda dibe.
Ez ji ber van tiştên xerab jî wî bajarî ji bîr nakim.Ez tevî nehatina te jîdîsan ji te nexeyidîm.Tevî ku eywana wan ne hinde mezin e jî em dê li wê derê bicivin.
b) Bêhnok ne berî “ku”ya gihanek ne jî piştî wê dihê danîn.
Ji ber ku ew wezîfeya bêhnokê jî bi cih diîne.Ez hatim wê derê ku te û hevalan bibînim.Min ew zilamê girs û dirêj yê kualîkarîya me kiribû piştî du salan li sûkê dît.
Hin kes, di nivîsîna kurmancîyê da, di komekê da ji bo danzanîna destpêka beşekî nû, berî “ku”yê bêhnokê datînin. Ev qet ne pêwîst e. Lewra ji xwe gihaneka “ku”yê dîyar dike ku di komekê da beşê nû dest pê dike û van her du beşên komekê digihîne hev.
Azad dibêje ku Dilşa dersa xwe dixwîne.Min got ku ez li kitêbxaneyê dixebitim.Roja çarşemê heval hatin mala me ku bavê min bibînin.(Bide ber beşê “Bêhnok”ê, xala “Piştî hevoka nesereke”)